Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa Îraqî û Pêşmerge dê operasyonên ewlehî bi hev re pêk bînin

Xalid Taî

Du şand ji artêşa Îraqî û hêzên Pêşmerge di civîneke dualî de ne, ku di 20ê Tîrmehê de li Hewlêrê hat lidarxistin. [Wêne ji Wezareta Pêşmerge hatiye wergirtin]

Du şand ji artêşa Îraqî û hêzên Pêşmerge di civîneke dualî de ne, ku di 20ê Tîrmehê de li Hewlêrê hat lidarxistin. [Wêne ji Wezareta Pêşmerge hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî û Pêşmerge vê dawîyê çar navendên hevahengîya hevbeş ava kirin bo tedbîran li dijî çalakîyên bermahîyên "Dewleta Îsamî" (DAIŞê) yên zêde dibin li devera di navbera herdu alîyan de bi cih bînin.

Berpirsan ji Diyaruna re ragihand ku navendên hevahengîyê "gava pêşîn in" ber bi gihiştin bi rêkeftineke dawî ve ku dê têkilîyên dualî hêzdar bikin, piştî biryara herêma Kurdistanê di 20127an de ya cudabûna ji Îraqê bû sedema peydabûna alozîyan.

Berî vê gavê çend civînan di navbera berpirsên ji herdu alîyan de hebûn bo gihiştin bi lihevkirinekê derbarê destpêkirina xebatên ewlekarî yên hevbeş.

Di Tîrmehê de, Hêzên Ewlekarî yên Îraqî operasyonên lêgerînê û yên daketinê li ser veşartgehên DAIŞê li rojhilatê Îraqê bi hevahengî bi hêzên Pêşmerge re pêk anîn, bo yekem car ji sala 2017an ve.

Efserên artêşa Îraqî û Pêşmerge tedbîrên kontrolkirina sînor pêk tînin di Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Efserên artêşa Îraqî û Pêşmerge tedbîrên kontrolkirina sînor pêk tînin di Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Operasyon di çarçoveya qonaxa çarem a Pêngava serbazî "Lehengên Îraqê" de bû bo paqijkirina parêzgehên Sulêmanî û Diyalayê ji DAIŞê.

''Hêzên Îraqî û Pêşmerge biryar dane ku pêşketinê be dest bixin''

Nasir Herkî, endamê komîteya berevanî û ewlekarîyê ya parleman, got ku hêzên Pêşmerge beşek ji sîstema berevanîyê ya nîştimanî ne û ew hevkarê artêşa Îraqî yê sereke bûn di şerê li dijî DAIŞê de.

Wî got ku hewcedarîyeke lezgîn heye ku hevkarîya li ser bingeha lihevkirina tevgir careke din çalak e, ku bi vî awayî herdu alî dikarin dest bi operasyonên ewlekarî yên hevbeş bikin.

Wî got ku herdu alîyan biryar da ku pêşketinê bi dest bixin.

Wî got "civînên dualî berdewam in û atmosfereke lihevkirinê û hevahengî li ser erdê heye," û teqez kir ku divê komîteyên giftûgokirinê berêtîyê bidine berjewendî û ewlehîya welat.

Endamên DAIŞê hewl didin ku careke din li devera di navbera xetên belavbûna artêşa Îraqî û Pêşmerge de li hev bicivin, devera ku bêhtir ji10 kîlometran berfireh e û ji rojhilat heta rojavayê welat dirêj dide.

Ev dever bajarên nakokî derbarê wan hene di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta herêma Kurdistanê de dihundirîne.

Li gorî raportên fermî, di her şeş mehên pêşîn ji sala 2020an, DAIŞê 147 êrîş li derdora bajarên wê navçeyê pêk anîne, di nav wan de Mendelî, Xaneqîn, Mexmûr, Deşta Nînewayê, Şingal û Kerkûk. Van êrîşan bi dehan qurbanî encam dan.

Lîwayê xanenişînbûyî Macid Qeysî ji Diyaruna re ragihand ku navendên hevahengîyê yên Pêşmerge û Îraqî, yên ku bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî hatin çêkirin, bo dagirtina valahîya ewlehî ya terorîst hewl didin ku sûdê jê wergirin pêwîst in.

Wî got ku terorîst li derdora deverên nakokî derbarê wan heye bi cih dibin û hêdî hêdî hebûna xwe li bajarok û gundên nêzîk berfireh dikin.

Geşbûna DAIŞê hevdrm ligel hebûna serbazî ya lawaz

Qeysî got ku zêdebûna operasyonên terorî dîyar dike ku gef zêde dibe û hevahengîya ewlehî pêwîstîyeke lezgîn e.

DAIŞ hevdem ligel qeyranan û parçebûnên siyasî geş dibe ligel û hewcedarîya Îraqê bi aramîyê heye, ya em nikarin pêk bînin bêyî hebûna hevkarî û hevahengîya li ser astên bilind.

Berpirsên Îraqî û Pêşmerge berdewam çêkirina odeyeke operasyonên hevbeş û hêzeke ewlekarî ya hevbeş nîqaş dikin, ku ew hêz dê bi awayekî berfirehtir li zincîra di navbera herdu alîyan de belav bibin.

Herwiha plan danîna xalên pêşkinînê yên hevbeş li dergehên bajaran hene.

Ketah Necman Rikabî, endamekî komîteya ewlehî ya parleman, ji Diyaruna re ragihand ku divê em giranîyê bidine ewlehîyê û hemû tedbîrên tê xwestin bo misogerkirina aramîyê pêk bînin.

Wî got ku divê berpirsên hikûmeta navendî û hikûmeta herêmê dest bi hevkarîyê bikin daku DAIŞê têk bibin, ji ber ku terorîstan sûd ji alozîyan wergirt daku cihekî ku li deverên hebûna serbazî li wan lawaz e bi dest bixin.

Rikabî got ku operasyonên hevbeş û hevahengî dê nehêlin ku terorîst bibine xeterîyeke mezintir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500