Nûçeyên Iraqê
Ol

Îraq pirtûkên ku ji dêrên Nînewayê hatibûn dizîn vedigerîne

Xalid Taî

Polîsê Nînewayê di 21ê Îlonê de komek pirtûkên kevin ên hatibûn dizîn û di mala endamekî DAIŞê li bajarê Mûsilê hatibûn veşartin dîtin. [Wêne ji Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Polîsê Nînewayê di 21ê Îlonê de komek pirtûkên kevin ên hatibûn dizîn û di mala endamekî DAIŞê li bajarê Mûsilê hatibûn veşartin dîtin. [Wêne ji Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî dest danî ser komeke pirtûkên ku ji dêran hatin desteserkirin, ku ew li mala endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) li Mûsilê bûn, Serokê Polîsê Nînewayê emîd Leys Xelîl Hemdanî roja Duşemê (21ê Îlonê) ragihand.

Wî got ku her 32 pirtûk, ên ku hin ji wan tekstine Xiristyanî yên kevin in, ên hinek ji wan pir nirxdar in, ji dêran hatin dizîn dema ku rêxistinê parêzgeha Nînewayê kontrol kir.

Ew di hundirê mala çekdarekî de li devera Bab el-Cedîd li Mûsilê hatin dîtin piştî ew çekdar hat girtin, ligel 19 zerfên ku belgeyên girêdayî heman pirtûkan dihundirînin, Hemdanî got.

"Terorîstan ev tişt di metbexa xwe de veşartibûn di hundirê sindoqeke hesinî de ku wî ser bi çemento seyandibû bo neyên dîtin".

Berpirsên Îraqî di 7ê Tîrmehê de ziyana li ser destên DAIŞê gihaye dêreke dîrokî li Mûsilê dinirxînin. [Wêne ji Birêveberîya Mîrat û Şûnwaran li Nînewayê hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî di 7ê Tîrmehê de ziyana li ser destên DAIŞê gihaye dêreke dîrokî li Mûsilê dinirxînin. [Wêne ji Birêveberîya Mîrat û Şûnwaran li Nînewayê hatiye wergirtin]

Pirtûk û belgeyên ku hatin dîtin pêşî dê werin sehkirin da were piştrastkirin ku ew di rewşeke baş de ne, Museb Muhemed Casim, serokê Komîteya Cihên Şûnwarî yên Ziyandar li Nînewayê got.

Di pişt re em dê têkilîyê bi Desthilatdarîya Giştî ya Şûnwaran û Mîratê re bikin da em van tiştan bişînin Bexdayê bo werin parastin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Parastina mîrata Îraqê

Casim got ku ev kifşkirina nû, ligel hemû xebatên din ên bo vegerandina karên dest ên ku ji alîyê DAIŞê ve hatine dizîn, di encama "xebatên hevahengîya hevbeş" di navbera hêzên ewlekarî û Wezareta Çandê û karmendên Dezgeha Mîrat û Şûnwaran li Nînewayê de hat.

Wî got ku piştî ku parêzgeha Nînewayê di 2017an de ji DAIŞê hat rizgarkirin, gelek karên dest û tiştên kêmpeyda yên ku çekdaran plan dikir ku bi qaçaxî derxine derveyî welat hatin vegerandin.

Hewalgirîya Îraqî di 10ê Tîrmehê de îlan kir ku wê 18 parçeyên şûnwarî li veşartgeheke DAIŞê li Mûsilê dîtin, ku biryar hebû ku ew wan bi qaçaxî wan derxine derveyî welat.

Wî destîşan kir ku piranîya van karên dest ne ji mûzexaneyê hatin birin lê ew ji cihên kevnar û yên şûnwarî yên li welat hatin birin.

Casim got ku "di dema kontrolkirina wan ji Nînewayê re, endamên DAIŞê gelek dever kolan daku li entîkeyan bigerin bo armancên bazirganî û qaçaxîyê".

Wî got ku yek ji cihên ku herî bêhtir ziyan gihayê peristgeha Tel Nebî Yûnis [Pêxember Yonah] bû , "ku terorîstan toreke tunelan li bin erdê kola daku li gencîneyên arkeolojîk li koşka Şahê Aşûrî Eserhedon bigerin".

"Herwiha DAIŞê ziyan gihande mizgeft, dêrên dîrokî û gelek cihên din bi rêya bikaranîna wan weke penageh û asêgeh bo rêgirtin li ber pêşketina hêzên ewlekarîyê".

Casim got ku xebatên parastina mîrata Îraqê lêgerîna li karên dest ên ku ji alîyê DAIŞê bi qaçaxî bo derveyî welat hatin derxistin dihundirîne.

Wî got ku hevkarîyeke navdewletî bi Îraqê re heye daku entîke werin vegerandin, û hejmareke mezin ji karên dest hatine vegerandin piştî ew li mezadên navdewletî hatin dîtin û ji alîyê Interpol ve hatin desteserkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500