Nûçeyên Iraqê
Aborî

Gemar û reftarên neqanûnî dibine sedema mirina masîyan li Îraqê

Faris Omran

Tîmeke Veterînerî ya Îraqî operasyoneke teftîşê li ser masîyên mirî çêdikin li Çirava Delmajê li parêzgeha Dîwanîyayê di Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Çandinîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Tîmeke Veterînerî ya Îraqî operasyoneke teftîşê li ser masîyên mirî çêdikin li Çirava Delmajê li parêzgeha Dîwanîyayê di Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Çandinîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Piştî pêla mrina masîyan a nû, nêçîrvanên masîyan û kesên masîyan xwedî dikin li Çirava Delmajê, li başûrê Îraqê dibêjin jêdera wan a bitenê bo debara wan ji dest wan çû.

Di destpêka Tebaxê de, li parêzgeha Dîwanîyayê bi hezarên tonan ji masîyên mirî bi ser avê ketibûn di çiravê de, ev yek bû sedema xisarên aborî yên mezin.

Îraq dora 30,000 ton masî her sal berhem dide, bi awayekî sereke di çem, gol û çiravan têne xwedîkirin.

Elî Husên, nêçîrvanek li Delmajê, di Diyaruna re got ku pêla mirina masîyan a vê dawîyê li çiravê bobelateke mezin e. "Jêdera debara me ya tenê ji dest me çû. Nêçîrvanên masîyan ewidîbûn ku ji gelek parêzgehan werin çiravê. Aniha ew bêkar in".

Wezîrê Çandinîyê yê Îraqî Muhemed Kerîm Xefacî serdana Çirava Delmajê dike di Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Çandinîyê ya Îraqî hariye wergirtin]

Wezîrê Çandinîyê yê Îraqî Muhemed Kerîm Xefacî serdana Çirava Delmajê dike di Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Çandinîyê ya Îraqî hariye wergirtin]

Ev çirav bi taybet jêdereke debarê ye ji bêtirî 1,600 malbatan re. Ew yekan e ji ber pirrengîya masîyên wê ku binî, karp û getan dihewîne.

''Destên nepak''

Ebû Fehed Amirî, nêçîrvanekî din ê masîyan li çiravê ji Diyaruna re got ku zevîyê wî yê bo xwedîkirina masîyan bû goreke masîyan. "Em betilîn. Milyonên dînaran ên me weberhênan kirin mişeya çûn".

Qerebûkirin ji hikûmetê xwest, wî got ku mirina masî ji nişkê ve ne xwezayî ye û "destine nepak hene li pey vê rêjeya wêrankirinê".

Aborînas Ebdul Rehman Meşhedanî got ku ew dibîne ne dûr e ku destên "alîyine destnîşankirî tê de hebe, ku ew ziyanmend in ji kesên navxweyî yên ku masîyan ji bazarê re dabîn dikin".

Di van herdu salên bûrî de, bi deh hezaran tonên masîyan hatin tinekirin, parêzgeha Babilê ya herî bêtir ziyan gihayê. Di encamê de, Îraq rastî xisarên malî bi milîyonên dolaran hat û ziyan giha jêngehê jî.

Meşhedanî ji Diyaruna got ku bûyerên heman bi awayekî dubare çêbûn, ku ziyan gihandine pîşesazîya nêçîrîya masîyan û berhemên çandinîyê. Wî got ku ev a talî, ji ber şewitandina zevîyên ceh û genim bû.

Wî got ku xuya ye bobelatek diqewime her carekê kusektorekî berhemdayînê li Îraqê îlan bike ku ew bûye xwe bi xwe têra xwe berhem dide. Ev yek dihêle mirov bibêje "armanckirina bi qesd" heye.

Hin xelk komên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) bi armanckirina pişesazîya nêçîrîya masîyan bersûc dikin da ku bazara Îraqî li ber lehîya berhemên Îranî yên hawirdekirî bibin, Meşhedanî got.

Wî got ku tevî wê yekê gelek alî bersûc in û tenê peygerîneke fermî dikare rastîyê eşkere bike.

Gemar, bêavî û reftarên xirab

Mensûr Bêcî, cîgirê serokê komîteya çandinîyê ya perlemanî, got ku tiştê li Çirava Delmajê çêbû "weke armanckirina pîşesazîya nêçîrîya masîyan" tê reçavkirin.

Wî bang li hikûmetê kir ku pîşesazîyê ji "alîyên kîndar" biparêze ku ew hewl didin ku ziyanê bigihînin aborîya welat.

Di 10ê Tebaxê de, Wezareta Çandînîyê ya Îraqî komîteyek çêkir da ku peygerîneke meydanî derbarê sedemên bûyera Çirava Delmajê bi cih bîne. Komîteyê got ku ne gengaz ku nexweşî yan enfeksiyonên vayrûsê hebe û got ku nêçîrîya masîyan ya bi awayekî neqanûnî -- di rêya bikaranîna dermanên kêzikan -- û gemarîya jîngehî du sedemên gengaz in.

Peyvdarê wezaretê Hemîd Nayif ji Diyaruna re ragihand ku kêmbûna asta avê di çem, gol û çravan de dihêlin ku masî rastî xeterîya tinebûnê werin.

Ji ber bêavîyê rêjeyên oksîjanê kêm dibin, ev yek dihêle ku gemar belav bibe. Ev yek dihêle ku masî nexweş bikevin û dawî bimirin, Nayif got.

Wî got ku reftarên neqanûnî belav in li zevîyên xwedîkirina masîyan û kesên masîyan xwedî dikin nikarin pêbend bi tedbîrên hatine danîn bo xwedîkirina masîyan. Wî behsa van sedeman kir di nav sedemên li pey mirina masîyan.

Wî got ku wezaretê tedbîrên hişk bi cih anîn, di nav wan de ku ji kesên masîyan xwedî dikin xwest ku veterînerekî pispor bînin ku serperiştîya proseya xwedîkirina masîyan bikin di zevîyên wan de, û bi vî awayî bibe xelekeke navbênkar di navbera cotkaran û wezaretê de.

Wî anî ziman ku "herwiha em kesên ku masîyan xwedî dikin bi vaksînan jî dabîn dikin".

Pisporê çandinîyê Adil Muxtar ji Diyaruna re got ku pêkan e ku berhemdayîna masîyan bibe dutaq "eger bêtir guh bidine nêçîrîya masîyan di ava herêmî û deryayên fireh".

"Aniha 1,500 qeyikên dervey xizmetê li gel me hene li seranserî welat. Eger ew werine çaksazkirin û sektorê nêçîrîya masîyan were pêşxistin, pêkan e ku berhemdayîna masîyan zêde bibe û bigihe 300,000 tonan salane," wî got.

Wî got ku mirîna bi kom çêdibe ji ber gelekbûna masîyan û destnîşan kir ku ev yek çêdibe dema hejmara masîyan zêde dibe ji 10 heta 200 di rûbereke kêmî pênc kîlometrên çargoşeyî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500