Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî berpirsên DAIŞê armanc dikin

Xalid Taî

Endamekî xuyayî yê DAIŞê ji hêla Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî ve roja 11ê Îlonê hat girtin piştî êrîşekê li bajarokê Hewîcayê, li rojavayê Kerkûkê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Endamekî xuyayî yê DAIŞê ji hêla Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî ve roja 11ê Îlonê hat girtin piştî êrîşekê li bajarokê Hewîcayê, li rojavayê Kerkûkê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî, bi piştevanîya balefirên şer ên hevpeymanîyê, Duşemê (14ê Îlonê) temwîlkarekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê parêzgeha Enbarê kuştin.

Hêzê êrîş bir ser veşartgeha milîtanan û serkirdeyekî DAIŞê girt piştî pêkanîna operasyoneke daketinê li bajarokê Rutbayê.

Operasyon di çarçoveya pêngaveke berfireh ji hêla Ajansa Dijî Terorîzmê bo girtina çekdarên DAIŞê yên payebilind de tê, ev yek jî bi hevkarî ligel hevpeymanîya navdewletî ye, lîwa Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş, ragihand.

Wî da zanîn ku Ajansa Dijî Terorîzmê, bi hevkarî ligel fermandarîyên din, di nav de fermandarîyên Cezîrê, Selehadînê, û Rojavayê Nînewayê, operasyonên serketî li dijî DAIŞê pêk anîn.

Endamên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî vê dawîyê çend operasyon pêk anîne ku di encamê de hinek endamên DAIŞê hatine girtin û kuştin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Endamên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî vê dawîyê çend operasyon pêk anîne ku di encamê de hinek endamên DAIŞê hatine girtin û kuştin. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

"Hêzên ewlekarîyê agahîyan li dor veşartgehên tororîsta kom dikin, zanyarîyan analîz dikin, û paşê êrîşan pêk tînin, di çarçoveya planeke berfireh de," wî da zanîn.

Wî got ku operasyonên li dijî DAIŞê berdewam in, "hevdem ku ew xebatên xwe li dijî çekdaran pêk tînin".

Ji 7ê Îlonê de, Ajansa Dijî Terorîzmê çend êrîş û operasyonên daketinê li ser veşartgehên DAIŞê yên li deverên Daqûq û Hewîcayê li Kerkûkê, Kerma û Felûca li Enbarê û Şirqatê li parêzgeha Selahedînê pêk anîne.

"Di encama operasyonan de du terorîst hatin kuştin û 10 hatin girtin, di nav de şeş kesên serkirde," wî got.

Ajansa Dijî Terorîzmê Sêşemê ragihand ku wê çekdarek girt berî ew xwe di nava sivîlan de li bazareke gelêrî li bajarê Baqûbayê, li navenda parêzgeha Diyalayê, bi alaveke teqîner biteqêne bi çend xulekan.

Komkujîyên Elbû Nimir

Serokê komîteya ewlehî ya encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kiûd ragihand ku hêzên ewlekarîyê du endamên DAIŞê kuştin, ku wan serpereştîya kuştina bi kom ên ku rêxistinêli dijî bi sedên endamên êla Elbû Nimir encam dane di salên 2014 û 2015an de dikir.

Hêzek ji Ajansa Ewlehîya Niştîmanî milîtan Sêşemê girtin, Ew weke elementên ewlehî di dîwana "leşkeran" de li Felûcayê dixebitîn.

Wî got ku pêşeketineke mezin li ser destê hêzên ewlekarîyê heye di warê "girtina terorîstên ku rol di rijandina xwîna bêrîyan de gerandine".

Kiûd, ku ew ji êla Elbû Nimir e, got ku êla wan "gelek ji endamên xwe wendakirina bo berevanîkirinê ji xaka welat", û da zanîn ku herî kêm DAIŞê 1,200 kes ji êla Elbû Nimir kuştine.

Wî teqez kir ku divê "komîteyeke bilind were pêkanîn bo lêpirsînkirinê bi berpirsyran re û bi kesên di komkujîyan de cih girtine", û bo qerebûkirina malbatên qurbanîyan û alîkarîkirin di nûavakirina malên ku li ser destên DAIŞê hatin wêrankirin de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500