Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tundrewekî Tunisî di êrîşeke bi dronê de li bakurê rojavayê Sûrîyayê tê kuştin

AFP û stafê Diyaruna

Kesek cihê mûşekeke bi dronê hatiye berdan pişkinîn dike, li nêzî bajarokê Kefir Tixarîmê li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûrîyayê, roja 18ê Tebaxê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Kesek cihê mûşekeke bi dronê hatiye berdan pişkinîn dike, li nêzî bajarokê Kefir Tixarîmê li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûrîyayê, roja 18ê Tebaxê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Tundrewekî Tûnisî yê navdar di êrîşekê de bi dronê li bakurê rojavayê Sûrîyayê hat kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Sêşemê (15ê Îlonê) ragihand.

Êrîşa Duşemê, ya ku ji hêla droneke nenaskirî ve li parêzgeha Idlibê hat pêkanîn, serkirdeyê rêxistina Huras el-Dîn Seyaf Tûnisî kuşt.

"Dronê otombîla serkirdeyê Huras el-Dîn li Idlibê armanc kir, û ew kuşt," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.

Li gorî "çavkanîyene bawerpêkirî", otombîla Tunisî li taxa Qusûr li bajarê Idlibê hat armanckirin, li gorî Rewangehê

Huras el-Dîn komeke tundrew a bihêz e ku hinek alîgirên rêxistina Qaîda pêşengîya wê dikin. Di Hezîranê de, wan bi çar komên tundrew ên din ên li herêmê çalak in odeya operasyonên Fesbetû pêk anî.

Huras el-Dîn weke şaxê Qaîdayê li Sûrîyayê tê naskirin, û ew hevrikeke Tehrîr el-Şam e, ku ew jî hevbendîyeke tundrew e û li jêr hejmûna endamên berê yên Eniya Nusra ya girêdayî Qaîdayê ye -- tevî ku ev her du rêxistin hinek caran bi hev re hevkarîyê dikin.

Seyaf Tûnisî berê serkirdeyekî Enîya Nusra nû ku ew ji erkê wî hat bidûrxistin ji ber berpirsyarîya wî ji komkujîya sala 2015an a ku 20 gundîyên Durzî ji parêzgeha Idlibê tê da hatin kuştin.

Hîn Amerîka piştrast nekiriye ku wê êrîşa asmanî pêk anîye, ne jî hevpeymanîya li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tu daxuyanî derxistiye.

Ebdul Rehman got ku otombîla Tûnisî bi mûşekeke ji corê "Nînja" R9X hatiye armanckirin, ku ew jî mûşekeke ku hesin li şûna serê wê yê teqîner hatiye danîn bo kêmkirina "rêjeya wêranîyê".

Bikaranîn mûşeka R9X pi nêzî şêwazê êrîşên asmanî yên Amerîkî ye, yên ku li dijî serkirdeyên tundrewan li bakurê Sûrîyayê hatine bikaranîn.

Fermandarên Huras el-Dîn tên kuştin

Roja 13ê Tebaxê, Rewangeha Sûrî got ku li gorî çavkanîyên bawerpêkirî, fermandarekî tundrew ê Uzbekî di êrîşeke bi dronê li parêzgeha Idlibê hat kuştin.

Fermandarê hatibû armanckirin, bi navê "Ebû Yehya" dihat naskirin, û "rahînerekî serbixwe bû" ku bo hêzên tundrew dixebitî, û vê dawîyê ew ji Huras el-Dîn re dixebitî, li gorî Rewangehê.

Rewangehê da zanîn ku ew bi dronekê li nêzî Sermedayê li gundewarê bakurî yê Idlibê hat armanckirin dema ku ew di otombîla xwe ya taybet de bû, û yekser hat kuştin.

Êrîşeke bi dronê li parêzgeha Idlibê roja 14ê Hezîranê fermandarekî serbazî yê Urdunî û kesekî Yemenî, ku endamên Huras el-Dîn bûn, kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500