Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Wêneyên asmanî nîşan didin ku artêşa Rûsî alîkarîyê dide Koma Wagnerê li Lîbyayê

Caravanserai

Ev wêneya asmanî mêjera alavên digihêjin destê Koma Wagnerê li balefirgeha Xadim li Lîbyayê roja 13ê Tîrmehê nîşan dide. [AFRICOM]

Ev wêneya asmanî mêjera alavên digihêjin destê Koma Wagnerê li balefirgeha Xadim li Lîbyayê roja 13ê Tîrmehê nîşan dide. [AFRICOM]

Wêneyên asmanî yên dawî nîşan didin ku Mosko berdewam e di dabînkirina balefirên şer, otombîlên zirxî, sîstemên berevanîya asmanî, û îmdadan de ji Koma Wagnerê re, Fermandarîya Artêşa Amerîkî li Afrîqyayê (AFRICOM) roja 24ê Tîrmehê di daxuyanîyekê de ragihand.

Koma Wagnerê rêxistineke serbazî ya nefermî ye ku ajandayên serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêk tîne, û rê dide Kremlinê ku berjewendîyên xwe bide pêş û şerê xwe li jêr sîbera mendelekirina berdewam li dar bixe.

Wêne balefireke şer a Rûsî, di nav de IL-76, çekan digihîne çeteyên Wagnerê, ligel alavên berevanîya asmanî yên Rûsî, di nav de SA-22, li nêzî enîyên şer li Lîbyayê di nîvê Tîrmehê de nîşan dide.

"Rûsya berdewam e di gerandina roleke xerab de li Lîbyayê bi rêya dabînkirina çekan ji Koma Wagner re," lîwa di Feyleqê Hêza Deryayî ya Amerîkî Bradford Gering, û birêveberê operasyonên AFRICOM ragihand. "Wêneyên asmanî ev redkirina berdewam e derew der dixin."

Ev wêneya asmanî navgîn û alavên dijî mînan ên Rûsî, û otombîlên zirxî yên dijî kemînan ên Koma Wagnerê nîşan dide, li nêzî Sêrtê, li Lîbyayê, roja 14ê Tîrmehê. [AFRICOM]

Ev wêneya asmanî navgîn û alavên dijî mînan ên Rûsî, û otombîlên zirxî yên dijî kemînan ên Koma Wagnerê nîşan dide, li nêzî Sêrtê, li Lîbyayê, roja 14ê Tîrmehê. [AFRICOM]

Di destpêka Tîrmehê de, AFRICOM hinek wêneyên asmanî belav kirin ku dîyar dikin ku Koma Wagnerê mîn û teqemenî û bombeyan li Terablusa Lîbyayê bêserûber diçîne.

Di Gulanê de, AFRICOM belgeyên dîtbar ên berfireh eşkere kirin li dor belavkirina Moskoyê ji balefirên şer re li Lîbyayê bo piştgirîkirina Xelîfa Hefter û Koma Wagner re.

Hewla Mosko ya ku destê xwe deyne ser Lîbyayê Putin rûreş hiştiye, hevdem ligel nakokîyan di navbera Hefter û çeteyan de û zincîrek ji binketinên di qada şer de yên ku Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayî rastî wan tê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500