Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çekdarên Rûsya piştgirîya wan dike şer bi çekdarên êlên li Deraayê re dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Doman ji konine êlan li Deraayê bilind dibe, ku ji alîyê çekdarên Lîwayê 8mîn ê ku Rûsya piştgirîya wê dike. [Wêne ji Daraa 24 hatiye wergirtin]

Doman ji konine êlan li Deraayê bilind dibe, ku ji alîyê çekdarên Lîwayê 8mîn ê ku Rûsya piştgirîya wê dike. [Wêne ji Daraa 24 hatiye wergirtin]

Pevçûnên dijwar roja Yekşemê (13ê Îlonê) li parêzgeha Deraayê yali başûrê Sûrîyayê di navbera çekdarên êlên xwecihî û çekdarên Lîwayê 8mîn ê Feyleqê 5ê ê ku Rûsya piştgirîya wê dike derketin, ev yek bû sedema qurbanîyan ji herdu alîyan, li gorî çalakgerekî xwecihî.

Di heman demê de, kuştin bi berfirehî berdewam e li deverên cuda ji parêzgeha başûrî, çalakgerê ji Deraayê Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.

Mesalma got ku pevçûnên di navbera çekdarên Lîwayê 8mîn û çekdarên êlan ên ji devera Xarîya Şerqîyayê de herî kêm du endamîn Lîwayê 8mîn hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Çekdarekî êlan hat kuştin û geleke din jî birîndar bûn.

Muhemed Cewabra, endamekî berê yê opozîsyona Sûrî li Deraayê hat kuştin. [Wêne ji Hevgirtina Horana Azad hatiye wergirtin]

Muhemed Cewabra, endamekî berê yê opozîsyona Sûrî li Deraayê hat kuştin. [Wêne ji Hevgirtina Horana Azad hatiye wergirtin]

Pevçûnê li parêzgeha Deraayê dest pê kir di navbera yên berê endamên opozîsyonê bûn ji alîyekî ve û hêzên rejîma Sûrî û milîsên Rûsya piştgirîya wan dike ji alîekî din ve. [Wêne ji Hevgirtina Horana Azad hatiye wergirtin]

Wî got ku rewşeke hişyarîyê li deverê hat îlankirin û hejmareke mezin a çekdarên Lîwayê 8mîn hatin belavkirin da nehêlin ku pevçûn li seranserê parêzgehê belav bibe.

Wî anî ziman ku van çekdaran agir bi konên mêrên êlên xwecihî xist, û hejmareke mezin ji xelkê kom kirin û girtin.

Tevlihevîya berdewam

Heftîya bûrî, şandeyeke rejîma Sûrî, di nav de efserên serbazî ji gelek şaxan, bi serkirdeyên Lîwayê 8mîn li gundewarê Dreaayê re civîyan, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rewangehê got ku rejîmê li jêr fişara Rûsî qebûl kir ku çareserîyeke tevgir ji rewşa çekdarên Lîwayê 8mîn re deyne.

Gelek çekdar berê endamên komên opozîsyonê bûn û hîn ji alîyê rejîmê ve tên şopandin, weke binpêkirin ji rêkeftinên lihevkirinê yên ku Rûsya navbênkarî di wan de kir, rêkeftinên armanc dikirin ku rewşên wan çareser bikin.

Mesalma got ku operasyonên kuştin û êrîşên leşkerên rejîmê û yên alîkarîyê bi wan re dikin armanc dikin berdewam in, ku di van rojên dawî de 12 bûyeran rû da.

Berpirsê Komîteya Navendî li Deraayê Şêx Muhemed Cemal Celam, "Ebû Beraa", di nav wan kesên kuştî de bû; herwiha efserê hewalgirîya rejîmê Muhemed Selah Celal ê ku fîşek lê ket li bajarokê Kahilê li rojhilatê Deraayê mir.

Wî got ku herwiha fermandarê berê yê hêzên opozîsyonê, Muhemed Cewabra hat kuştin û anî ziman ku gengaz e ku ew ji alîyê rejîmê ve haibe kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500