Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Îraqî didin ser pişta paşmahîyên DAIŞê li derdora Diyalayê

Xaild Taî

Berpirsine ewlehî û rûsipîyên êlên Îraqî yên Diyalayê 8ê Îlonê bo nîqaşkirina xebatên hevbeş ên dijî paşmahîyên DAIŞê li parêzgehê civîyan. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Berpirsine ewlehî û rûsipîyên êlên Îraqî yên Diyalayê 8ê Îlonê bo nîqaşkirina xebatên hevbeş ên dijî paşmahîyên DAIŞê li parêzgehê civîyan. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Pêncşemê (10ê Îlonê) operasyoneke lêgerînê li dijî paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li tixûbên parêzgeha Diyalayê pêk anî.

Yekînene Artêşê bi piştevanîya Îraqî ya asmanî herêma çemê Zûr a Diyalayê paqij kir, piştî parêzgehê gelek êrîşên DAIŞê yên li ser sivîl û armancên serbazî dîtin.

Berî wê bi du rojan, hêzên artêşê operasyoneke lêgerîna berfireh a li veşartgehên DAIŞê li nêzî bajarokên Celewla û Sadiya, li başûrê bajarê Xaneqîn û hawizê çemê Wend pêk anî.

Hêzên ewlekarîyê xebatên xwe li dijî DAIŞê vê dawîyê zêde kirin, ku sê operasyon di nava 10 rojan de dane destpêkirin, parlamenterê Diyalayê Ebdul Xaliq Ezawî ji Diyaruna re ragihand.

Hêzên Îraqî di 19ê Tîrmehê de di maleke wêrankirî de li gundê Beda li parêzgeha Diyalayê li paşmahîyên DAIŞê digerîyan. [Wêne ji Wezateta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di 19ê Tîrmehê de di maleke wêrankirî de li gundê Beda li parêzgeha Diyalayê li paşmahîyên DAIŞê digerîyan. [Wêne ji Wezateta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got "operasyonan bal kişandine ser derdora bajêr û bajarokên ku rastî êrîşên terorîst ên dubarekirî hatine".

Ezawî anî ziman ku gelek ji van deveran, bi taybet bakurê Miqdadiya, Qere Teba, Ezim û hawizê Hemrînê, berîya çend salan ji DAIŞê hatine rizgarkirin, "lê bi temamî ji terorîstan nehatine paqijkirin".

Wî dîyar kir ku ev dever bala paşmahîyên DAIŞê dikişînin ji ber xwedî şikeft, newal û gihayên stûr in ku çekdar dikarin xwe lê veşêrin.

Ezawî da zanîn ku çekdar herwiha nebûna niştecihan li dehan gundên çandinîyê yên di navbera parêzgehên Diyala û Selahedînê de jî keysbaz dikin.

Wî daxuyand ku berdewambûna koçkirina niştecihan dihêle paşmahîyên DAIŞê "bêyî çavdêrî tev bigerin û kunine [nû] vekin da xwe vedizin hundirê bajaran û gefê li ewlehîya wan bixwin".

Ezawî dîyar kir ku piranîya yekîneyên birêveberî yên li Diyalayê xwedî kamereyên germî ne, ku "alaveke sereke bo xurtkirina ewlehî û rûbirûbûna derbasbûna terorîstan e".

Wî teqez kir ku divê gelek hêz li wan deveran werin belavkirin, û divê foc û lîwayên ku herêmê kontrol dikin bi çekên pêşketî û piştevanîyeke teknîkî û koleçanî werin zêdekirin.

Wî daxuyand ku operasyonên ewlehî yên berdewam "rijdbûna hikumeta ya rûbirûbûna gefa zêde ya terorîstan piştrast dikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500