Yekîneya hêzên taybet ên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) endamên şaneke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê girtin, li gorî efserekî QSD.
Fermandarîya Hêzên Antî Terorê (HAT), yên bi pêşengîya Kurdên Sûrîyayê, operasyonek li bajarokê Şuhêlê dest pê kir, efserê QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.
Wî eşkere kir ku yekîneyê dest danî ser qaseke mezin a teqemenî, bombe, çekên sivik, çekên weset û rokêtan hat danîn, ku di dest endamê şanê de bûn.
Dest li ser hejmarek alavên pêwendîyê hat danîn.
Xoca got ku li gorî lêpirsînên destpêkê endamên şanê mukur hatin ku ew berpirsyar in ji bûyerên terorkirinê û teqînên vê dawîyê li Dêra Zorê diqewimin.
Wî dîyar kir ku operasyonê hinek metodên pêwendîyên yên ku endamên şanên bi kar tanîn eşkere kirin, û daxuyand ku dibe ev yek alîkar be di girtina endamên din ên DAIŞê de.
Xoca da zanîn ku li gorî encamên lêpirsînan her endamekî şanê xwedan roleke taybet bû, û erk bi awayekî heremî dihat pêkanîn.
"Di heftîyên borî de, tîmên ewlekarîyê endamên bêhtir ji 10 şanên terorî ku êrîş li herêma Dêra Zorê pêk tanîn girtine," wî got.
"Lê ev kom a herî mezin e," wî da zanîn "û wan ziyana herî mezin a di rihan û mulkan de pêk anîye."
Wî teqez kir ku operasyonên ewlehî li gelek deveran bo girtina bermahî û şanên DAIŞê berdewam in, di nav de bajarokê Dernecê û hawîrdorê wî, û bajarokê Dîban el-Letwa û gundên wê.
Xoca got ku ev operasyon pir zehmet in ji ber kendûkozên sext ên deverê, ku ew mişt starên şivanan û xaînyên belawela ye, ku divê ew yek bi yek werin pişkinînkirin.