Nûçeyên Iraqê
Penaber

Milîs nahêlin aware vegerin parêzgehên Îraqî

Hesen Obêdî li Bexdayê

Wezareta Koçberîyê û Koçberan vegera bi sedên malbatên li kampa Saediyayê li parêzgeha Enbarê roja 13ê Tebaxê hêsan kir. Rêgirî li dora 118 malbatan hat kirin ku vegerin tevî ku hêzên ewlekarîyê destûr dabûne wan. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Wezareta Koçberîyê û Koçberan vegera bi sedên malbatên li kampa Saediyayê li parêzgeha Enbarê roja 13ê Tebaxê hêsan kir. Rêgirî li dora 118 malbatan hat kirin ku vegerin tevî ku hêzên ewlekarîyê destûr dabûne wan. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Milîsên Îraqî yên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) vegera malbatên aware bo navçeyên wan li Diyalayê û parêzgehên din asteng dikin, sivîl û berpirsan ji Diyaruna re ragihand.

Roja 20 Tebaxê, Asaib Ehil el-Heq û çekdarên Bedir rêgirî li şeş basên hikûmetê ku 118 malbatên Îraqî ji kampa Saediyayê li parêzgeha Enbarê, ku ev çend sal in ew li wir dijîn, tanîn kirin.

Hêzên ewlekarîyê li rewşa malbatan meyze kirin û dîtin ku wan hevkarî bi tu komeke terorîst a girêdayî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re nekiriye, û wiha wan rê da wan vegerin.

Lê bi rêya angaştên ku malbatên aware "metirsîyek in li ser ewlehîya deverê", çekdarên milîsan rê nadin wan ku vegerin mal û zevîyên xwe li navçeya Keanê li bakurê rojhilatê Diyalayê.

Vegera malbatan di çarçoveya programeke vegerandina xwebar a koçberên Îraqî bi sponserîya hikûmetê de tê, ew jî bi piştgirîya Misyona NY li Bexdayê.

Ehmed Ebas Zeydî, endamê encumena navçeya Kenanê, dîyar kir ku ji ber malbat, di nav wan de jin û zarok hebûn, bi demjimêrên dirêj li ber germê bûn, hêzên ewlekarîyê ew bi xwe re vegerandin kampa Saediyayê.

Hêvî ew e ku mayîna wan li kampan dê demkî be hevdem ku desthilatdarên herêmî hewl didin ku vegera wan hêsan bikin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Yaxîya li hember hikûmetê

Zeydî got ku milîsên çekdar êdî yaxîbûnê li hember desthilatdarîya hikûmetê nîşan didin, bi astengkirina vegera bêwaran bo 11 gundan û bajarokan li parêzgeha Diyalayê bi tenê. Milîtan dibêjin eger ew rê bidin malbat vegerin dê şerekî mezin di nava êlan de derkeve.

Wî got ku tevî vê angaştê, di rastîyê de, milîsên girêdayî Pasdaran berpirsyar in ji planên astengkirina vegera bêwaran.

Raed Dehlekî, parlamenterê Îraqî ji Diyalayê û serokê komîteya Bêwarî û Koçberîyê, bang li serokwezîr Mustefa Kazimî kir ku parêzgehê ji milîsên ku kaosê li Diyalayê peyda dikin paqij bike.

"Milîs hewl didin ku guhertineke demografî li Diyalayê pêk bînin," wî di daxuyanîyekê de ragihand. "Weke Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, divê serokwezîr operasyoneke mezin li Diyalayê pêk bîne, bo nehiştina çekên neyasayî, ku ev yek dê bihêle ku penaber vegerin."

"Pêşî DAIŞ, aniha Pasdar"

Navenda Îraqî bo Belgehkirina Tawanên Cengê, ku rêxistineke mafên mirov a Îraqî ye, daxuyanîyek derxist û tê de dîyar kir ku ev ne cara yekem e milîs bi awayekî sîstematîk rê li ber vegera sivîlan bo Diyalayê digirin, herî zêde jî ji ber sedemên tayifgerî.

Ev sînaryo li çend deveran li Îraqê dubare bûye, di nav de Babil, Enbar û Selahedîn, parlamenterê Îraqî Hamid Mutleq ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hikûmet xebatên xwe berdewam dike bo vegera bêwaran gengaz bike, "lê milîs bûne kêşeyeke mezin", ku êdî xelk hest pê dikin.

Riyad Casim Zeydî, 34-salî, bêwarekî ku bi basê berê xwe dide warê xwe li Diyalayê got, "Destpêkê, DAIŞê em ji warê me derxistin, aniha milîsên girêdayî Pasdaran vê yekê dikin. Dîyar e ku cudahîyeke mezin di navbera herduyan de tune ye."

"Ez vegerîyame kampê," wî ji Diyaruna re ragihand. "Lê hinek xelkên ku pereyekî baş bi wan re hebû xanî li xihekî din bi kirê kirin, ji ber vegera bo kampê pir nexweş e. Her kes li wir dilşa bû, bo cara yekem piştî heyameke dirêj, ew dê li jêr banekî û li piştî dergehekî razin, ne di konekî de."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500