Çakên Îranî yên digihêjin destê Hûsîyan li Yemenê bi qaçaxî bo Somalyayê tên şandin, û ji wir bo navçeyine şer ên din li Afrîqyayê tên şandin, Insiyatîva Cîhanî a Dijî Tawanên Rêxistinkirî yên Navdewletî (GI-TOC) di raporta xwe ya herî dawî de eşkere kir.
"Çekên Îranî yên bo Hûsîyan li Yemenê tên şandin baş hatine belgehkirin di zincîrek ji destdanînên li ser qeyikan de di sala 2015an de," raporta şîkarî a metirsîyan a mehên Tîrmehê/Tebaxê ragihand.
"Hinek belgeh dibêjin ku hinek ji van çekên Îranî bi rêya torên tawankarî ji Yemenê bo Qiloçê Afrîqyayê hatine şandin (hinek ji wan jî berî bigihêjin Yemenê rêya wan hat guhertin)," wî got.
Mînaka herî dawî, hêzên hevpeymanîya bi pêşengîya Siûdîyê dest danîn ser qeyikekê ku çekên Îranî yên ji Hûsîyan re dihatin şandin roja 24ê Hezîranê girtin.
"Barê ku dest li ser hat danîn ji 1,300 tifingên êrîkarî, tifingên segvanan, avêjerên mûşekan û mûşekên dijî tankan pêk dihat," GI-TOC ragihand.
Di Sibatê de, Artêşa Amerîkayê rê li ber gemîyekê di Deryaya Erebî de girt ku berê wê li Yemenê bû, û çekên Îranî ji Hûsîyan re dibirin.
Sîstemên çekan ên dest li ser wan hatine danîn di 9ê Sibatê de "hevşêwazê" heman embara çekan a ku di Deryaya Erebî de dest li ser hatibû danîn e, destdanîn jî ji hêla Keştîya USS Forrext Sherman a xwedan mûşekên arastekirî ve di 25ê Mijdarê de hatibû pêkanîn, li gorî Fermandarîya Navendî ya Amerîkî.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkî got ku di her du rewşan de, şandina çekên Îranî bo Hûsîyan li Yemenê binpêkirin e ji ambargoya çekan re, ku ji Nîsana 2015an ve ketîye warê bicihanînê de, lê di 18ê vê Cotmehê de bi dawî dibe.
Şandina çekan bo Îranê herwiha biryarên berê yên NY yên ku şandin û anîna çekan ji Îranê qedexe dikin bin pê dike, di nav de biryarên1737 a sala 2006an; 1747 a sala 2007an; û 1929 a sala 2010an.
Çekên Îranî li Somalyayê ne
Di dawîya Hezîranê de, GI-TOC xwe bi kesayeta "Jama", ku Kesekî Somalî yê Ereb e ku li Nayrûbîyê dijî, da naskirin.
Jama têkilî bi Cabir Hadî re (ev ne navê wî yê rastî ye) kir, ku ew delalekî çekan e li Senaayê dimîne, û got ku ew dixwaze girêbesteke çekan di şûna kiryarekî ji Başûrê Sûdanê de girê bide.
Ji 27ê Hezîranê heta bi 5ê Tîmehê, Hadî û Jama bi dehên tomarên deng bi rêya WhatsApp ji hev re şandin.
"Hadî agahîyên hûr li dor çalakîyên xwe per ve kirin, di nav de stokên wî yên çekan, girêdanên wî û rêyên ku ew hez dike di wan re pereyan werbigire," GI-TOC ragihand. "Wî herwiha çendîn wêneyên çekên di embarê de li Yemenê hebûn şandin, di nav de wêneyekî ku koda bazirganî û belgeyên tifingeke ji corê 56-1 ku vê dawîyê li Çînê hatiye sazkirin."
Li gorî vê kodê , the GI-TOC gihişt rastîya ku tifing xwedan heman taybetmendîyên çekên ku tê gotin Îranê dide Hûsîyan. Hema corê tifingan bi kodeke bazirganî ya hevşêwe li naverasta Somalyayê di Nîsana 2019an de hatiye dîtin û belgehkirin.
Li gorî vê lêkolînê, GI-TOC gihşt vê rastîyê "torên nerewa yên qaçaxîya çekan hene ku çekên Îranî yên bo Yemenê tên şandin dighînin Somalya, û hinek caran wêdetir jî".
Somalya, ku koma terorîst a Şebab, a ku girêdayî Qaîdayê ye, li wir çalak e, li jêr ambargoya çekan e, ya ku NY ji sala1992an ve sepandiye ye.
Lewra hemû hawirdekirinên alavên serbazî bo welat, li derveyî rêdaneke taybet ji hêla Encumena Ewlekarîyê ya NY ve, binpêkirin in ji yasaya navdewletî re.
Berjewendîyên berfirehxwazî yên Îranê
"Qaçaxîyan çekan bo Afrîqyayê ji hêla Hûsîyan ve tên şandin nîşan dide ku Îranê Yemen kiriye navendeke şandina çekan bo komên terorîst," Ebdul Selam Muhemed, birêveberê Navenda Ab'ad bo Lêkolînan ragihand.
Belgeha nû "nîşan dide ku Hûsî êdî têr çek in û ew çekan dişînin derve jî, û Îran aniha Yemenê bi temamî kontrol dike... û xeterîyê him li ser Qiloçê Afrîqyayê û him li ser Kendavê dirust dike", wî ji Al-Mashareq re ragihand.
Şandina Îranê ji çekan re bo Yemenê û welatên din nîşan dide "çiqas rejîm di têkdana ewlehî û seqamgîrîya welatên herêmê, bazirganîya navdewletî, û binpêkirina yasaya navdewletî de sûcdar e".
"Belgeh teqez dikin ku Îran dewleteke xwedan projeyeke berfirehxwaz e, û bo ew vê yekê pêk bîne, divê hêz -- bi rêya çekan -- were bikaranîn," şirovekarê siyasî Adil Şuca ragihand.
"Îran bi hemû awayan û metodan destekê dide Hûsîyan û wan bi çek dike, û ji ber embargoya li ser wê tê sepandin, ew gelek rêya bi kar tîne bo qaçaxîya xwe bike," wî ji Al-Mashareq re ragihand.
Îran çekan bi qaçaxî dişîne Yemenê û Qiloçê Afrîqyayê di çarçovaya planên wê yên destdanîn li ser Ziravgeha Bab el-Mendeb de, şirovekarê siyasî Feysel Ehmed wiha dibîne..
Wî got ku Îran bi rêya Hûsîyan û bi rêya birina çekan bi qaçaxî bo Somalyayê, hewl dide ku kaos û gêreyê li herêmê gur bike û ku korîdoreke bazirganîya navdewletî ya stratîjî bi kar bîne hevdem ku civaka navdewletî sizayên li dijî wê tundtir dike.
"Îran bûyê jêdereke têkdana seqamgîrîyê li herêmê bi rêya dirêjkirina heyama cengê li Yemenê bo bêhtir ji pênc salan û pêkanîna êrîşên terorî li avên herêmî bi rêya armanckirina gemîyên bazirganî bi mînên deryayî û qeyikên bombrêjkirî," Ehmed got.
Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) xwedan "yekîneyên taybet ên erkdar bi şandina çekan bi qaçaxî bo hevbendan e, ku hinek ji wan çekan di êrîşkirin li ser kompanîya Aramko a Siûdî de û di gihandina ziyanê bi aborîya cîhanî de hatin bikaranîn," wî got.
NY di Hezîranê de ragihand ku mûşekên krûz û dronên ku di êrîşên Îlona 2019an yên li ser sazîyên Siûdî de hatin pêkanîn "ji Îranê hatibûn", di nav de parçeyên ku li Îranê hatine çêkirinê yan ji wir hatine şandin.
"Îran gemîyên biçûk û doravên Yemenî bi kar tîne, û ji wir çek di du rêyan re tên şandin, bo Yemenê û pişt re yan bo Somalyayê û yan bo welatên din ên Qiloçê Afrîqyayê," Ehmed ragihand.
"Qaçaxîya çekan ji hêla Îranê ve binpêkirineke ji yasayên navdewletî û biryarên Encumena Ewlekarîyê ya NY re," wî got.