Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevpeymanî alîkarîyê bi Deşta Nînewayê re dike di rakirina mayînên DAIŞê de

Hesen Obêdî

Hevpeymanîya navdewletî pêdivîyên kifşkirina mayînan ji hêzên Îraqî re dabîn kirin di Sibatê de. [Wêne ji Wezareta Karê Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Hevpeymanîya navdewletî pêdivîyên kifşkirina mayînan ji hêzên Îraqî re dabîn kirin di Sibatê de. [Wêne ji Wezareta Karê Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Hevpeymanîya navdewletî piştgirîya xebatên vegerandina aramîyê li navçeya Deşta Nînewayê dike vi rêya sponserkirina programên rakirina mayîn û teqemenîyên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) li şûn xwe hiştin.

Van xebatan giranî da bajarokên Tel Kêf, Bertela, Hemdanîya û Qehtanîyayê, ligel bajarokine din.

Di nava du mehan de, bêtirî 32 kîlomitr rê û bi dehan hiktarên erdê çandinîyê ji mayîn û teqemenîyan hatin paqijkirin, eqîd Ehmed Cibûrî, serokê yekîneya rakirina teqemenîyan di Fermandarîya Polîsê Nînewayê de ragihand.

Ev yek hat bicihanîn tevî astengîyên ji ber petaya vayrûsa korona ya nû (COVID-19), wî ji Diyaruna re ragihand.

Hêzên Îraqî di xebateke rakirina teqemenîyan de beşdar dibin li navçeyên Bertela, Hetra û Tel Eferê li parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji Wezareta karê Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di xebateke rakirina teqemenîyan de beşdar dibin li navçeyên Bertela, Hetra û Tel Eferê li parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji Wezareta karê Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku hevpeymanîya navdewletî polîsê Îraqî û yekîneyên din ên pispor di rakirina teqemenî û cebilxaneyan bi bedleyên parêzî pêdivîyên kifşkirinê yên nûjen ku alîkarî di zûkirina operasyonan de kir û nehiştin ku kes nexweş bikeve dabîn kirin.

"Erkekî pîroz"

Cibûrî got ku teqemenîyên ku DAIŞê li şûn xwe hiştin bi awayekî hatibûn dizayinkirin "ku hejmara herî mezin ji xelkê bibine qurbanî".

Wî got ku ji bo ku nehêlin ev alavên kujer sivîlan bikujin an birîndar bikin, divabû hêzên Îraqî pêdivîyên nûjen ên dikarin ji dûr ve pê bihisin bi dest bixin.

Wî got ku ligel dabînkirina pêdivîyên pispor, hevpeymanîya navdewletî karmendên ewlekarî rahîna kirin bê çawa bi teqemenîyan re bidin û bistînin û wan bê fitîl bikin.

Wî got ku her mayîn an teqemenîyeke ku tê rakirin, herî kêm jîyana kesekî tê parastin: "Em bi vî karî dilşad in, ji ber em erkekî pîroz û gewre dikin û bê guman hevpeymanî jî di vî warî de alîkarîya me dike."

Rakirina mayîn û teqemenîyan faktorekî sereke ye di vegerandina aramî û jîyana normal li beşinan ji parêzgeha Nînewayê ku niştecî ji DAIŞê revîyan û aniha hewl didin ku vegerin, endamê encumena navçeya Tel Keyfê Beşîr Cuheyşî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hevpeymanî û NY roleke sereke dilîzin ne tenê di paqijkirina Deşta Nînewayê ji mayîn û teqemenîyan lê herwiha ew piştgirîya projeyên vegerandina avê û şiyankirina fêrgehan, navendên tendirustî û nexweşxaneyan dikin.

Cuheyşî got ku herwiha ew alîkarî û guhdanê ji qurbanîyên terorîzmê re pêşkêş dikin bi rêya navendên çêkirin û danîna dest û lingên çêkirî.

"Cihekî ewletir"

Niştecî derbarê operasyonên rakirina mayînan ên berdewam di rêya artêşa Îraqî re tên agedarkirin, a destnîşan dike bê kengî û li kû derê cebilxane û teqemenî dê werin teqandin, parêzer û çalakgerê ji Mûsilê Elî Hemdanî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev yek dihêle ku niştecih zanibin bê çi çêdibe bo ew netirsin û destnîşan kir ku rakirina her mayînekê "tê wateya jîyaneke nû û jidayikbûna hêvîyê li devereke ewlehtir".

Hemdanî got ku kuramê wî di teqîna mayînekê de hat kuştin di 2017an de, dema wî erdê xwe li navçeya Badûşê, li rojhilatê Mûsilê cot kir.

"Kuramê min di teqîna mayîneke ku ji alîyê DAIŞê ve di cokeke avdanîyê de hatibû çandin hat kuştin," ev yek teqez dike ku rêxistinê sivîl armanc kirin, ji ber "tenê cotkar diçe ser erdê xwe û cot dike, ne polîs û leşker".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500