Nûçeyên Iraqê
Aborî

Êdî sektorê pîşesazîyê yê Nînewayê careke din berhemdar e

Xalid Taî

Xebatkarine Îraqî navendeke berhemanînê li projeya çementoya Badûşê çak dikin roja 5ê Tîrmehê. [Wêne ji Ko-operatîva Çemento ya Bakur hatiye wergirtin]

Xebatkarine Îraqî navendeke berhemanînê li projeya çementoya Badûşê çak dikin roja 5ê Tîrmehê. [Wêne ji Ko-operatîva Çemento ya Bakur hatiye wergirtin]

Sektorê pîşesazîyê li Nînewayê, ku rastî ziyaneke mezin hatiye û hatiye talankirin li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), êdî hin bi hin dirabe li ser pêyên xwe ji dema ku rêxistin hatiye derkirin, li gorî berpirsên parêzgehê.

Di dawîya Tebaxê de, parêzgarê Nînewayê Necim Cibûrî vekirina 10 kargehên xwarinê ragihand, di nav de kargehên şekir, pêdivîyên rojane, rûnên xwarinê, û herwiha berhemên bijîşkî û dermansazî.

Wî da zanîn ku ev çendîn sal bûn ku ev kargeh rawestîyayî bûn, ji ber ziyana li ser destê DAIŞê gihişt wan û ji ber şerên derxistina rêxistinê ji parêzgehê.

Cibûrî got ku pêngava nûavakirinê li dar e, û planên nûkirin û çakkirina 26 kargehan, ku hatibûn wêrankirin û maşînên wan hatibûn talankirin li ser destê endamên DAIŞê, dihundirîne.

Wezîrê Pîşesazîyê Menhel Ezîz Xebaz û berpirsine Îraqî yên din serdana Weladî dikin, ku workşopeke cilan e li Mûsilê, roja 30ê Tîrmehê. [Wêne ji Wezareta Pîşesazîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezîrê Pîşesazîyê Menhel Ezîz Xebaz û berpirsine Îraqî yên din serdana Weladî dikin, ku workşopeke cilan e li Mûsilê, roja 30ê Tîrmehê. [Wêne ji Wezareta Pîşesazîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Gelek projeyên pîşesazî yên wêranbûyî dîsan ketine warê xizmetê de, û hineke din tên nûavakirin an di pêvajoya şiyankirinê de ne," cîgirê yekem ê parêzgarê Nînewayê Sîrwan Rojbeyanî ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku bi saya planên nûavakirinê yên hikûmeta xwecihî kargehên niştîmanî yên mezin vegerîyane kar, yên herî xuyayî jî kargehên çemento, rîs û cilan (Weladî) û Kargeha Berhemên Şîr a Mûsilê.

Wî dîyar kir ku dîsan Kargeha Derman û Avên Demaran vegerîyaye kar û herwiha Kargeha Ava Vexwarinê û Şerbetan êdî di qonaxa berhemanînê de ye.

Wî teqez kir ku pênc kargehên berhemanîna şekir li Deşta Nînewayê, Geyara û Hemam el-Elîl vegerane xizmetê, û da zanîn ku ew derfeta kar ji 800 xebatkaran re dabîn dikin.

Bayexdan bi pîşesazîyê

Rojbeyanî got ku di serdana dawî ya Wezîrê Pîşesazîyê Ezîz Xebaz de bo Nînewayê, hikûmeta parêzgehê ji wî xwest ku hikûmeta federal xebatên xwe yên nûavakirinê xurt bike û hemû kargehên wêranbûyî yên parêzgehê çak bike.

Wezîr amadebûna xwe bo xebatên bûjandina sektorê pîşesazîyê li Nînewayê nîşan da, bi rêya dabînkirina hêsankarîyan û piştgirîkirina xebatên nûavakirinê û vekirina derîyan bo weberhîneran.

Wî dîyar kir ku dora 2,000 projeyên pîşesazî li Nînewayê hene, di nav de 20 kargehên mezin ku carê pêdivîyên xwarinê û berhemên din ji bazaran Îraqî re dabîn dikirin.

Piranîya van projeyan çi bi temamî yan beşek ji wan li ser destê DAIŞê ziyan gihiştibû wan.

Rojbeyanî dîyar kir ku hêdî hêdî sektorê pîşesazîyê yê Nînewayê vedigere astên berê yên berhemanînê, "lê hîn rojeke pir dirêj li pêşîya me ye".

Wî da zanîn ku parêzgehê "pêşketineke girîng" bi dest anîye di pêvajoya şiyankirina pîşesazîya çementoyê de, ku berî aniha parêzgeha me pê navdar bû.

Şeş kargehên hikûmetê yên mezin hene ku çementoyê berhem dikin li parêzgeha Nînewayê, Elî Smaîl Elî, birêveberê pêwendîyên derve yê Ko-operatîva Çementoya Bakur a Wezareta Pîşesazîyê ragihand.

Hemû kargeh ji xizmetê derketin piştî 2014an, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku xebatên nûkirinê û şiyankirinê dest pê kirin piştî derxistina DAIŞê ji Nînewayê di dawîya sala 2017an de, û aniha her şeş kargeh bi hemû karîna xwe kar dikin û asta berhemanînê ya hinekan ji wan ji ber baştir e.

Wî got ku kargeha çementoyê ya Badoşê ya hatiye ferehkirin êdî rojane dora 3,600 ton çemento berhem dike.

Beşdarîkirin di nûavakirinê de

Elî teqez kir ku kargehên çementoyê yên hatine vekirin roleke baş digerînin di dabînkirina pêdivîyên parêzgeha Nînewayê bi keresteyên xav, û ew pir girîn in di xebatên nûavakirinê de li seranserê Îraqê.

Wî got ku yek ji wan Kargeha Çementoyê ya Hedbayê ye, ya kuBendava Mûsilê bi çementoyeke taybet û metîn dabîn kir "bo bihêzkirina bingehên bendavê".

Elî got ku vekirina kargehan bi hezaran derfetên kar di warê berhemanîna çementoyê, veguhestina pêdivîyan û pîşesazîyê de dabîn kirin.

Ligel samanên wê yên çandinî yên pir gelek, Nînewa carê "dilê pîşesazîya niştîmanî ya Îraqî bû", Ebdul Rehman Meşhedanî, mamosteyê pêwendîyên aborî li Zanîngeha Îraqî ragihand.

Ev yek ji ber ku parêzgeh bingeha gelek projeyên pîşesazî yên biçûk, weset û mezin e, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev proje xwedan bandoreke aborî ya mezin bûn, û wan karî ku hewcedarîyên xelkê deverê dabîn bikin û piştgirêdana bi hawirdekirinê kêm bikin.

Meşhedanî daxuyand ku dê bûjandina sektorê pîşesazî qeyrana bêkarîyê çareser bike, û da zanîn ku rêjeya bêkarîyê ji14% bo 36% di çend salên borî de zêde bû ji ber bandora wêranker a terorîzmê.

"Karkirina kargehan tê wateya derfetên kar û dahatên bêhtir bo welatîyan, baştirkirina standerê jîyan û rewşa civakî û herwiha kêmkirina rêjeyên hejarîyê û nexwendewarîyê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500