Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Pasdaran tecnîdkirina di nava rêzên milîsan de li Dêra Zorê zêde dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Efserekî Pasdaran endamine milîsên girêdayî Pasdaran di hundirê serbazgeheke rahînanê de li gundewarê Dêra Zorê dibîne. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Efserekî Pasdaran endamine milîsên girêdayî Pasdaran di hundirê serbazgeheke rahînanê de li gundewarê Dêra Zorê dibîne. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) xebatên tecnîdkirinê li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrî berfireh dike, ku bi dehan ciwan û sîpeyên ji gundên li deverên gundewarî tecnîd kirine da wan tevlî milîsên girêdayî xwe bikin, çalakgerekî herêmî ragihand.

Pasdaran dest bi pêngaveke tencnîdkirinê ya berfireh li deverinan li parêzgeha rojhilatî kiriye weke bersiv bopêngava Rûsî ya tecnîdkirina ciwanên herêmê bo wan tevlî milîsa Feyleqê 5an ê girêdayî xwe kirine, çalakgerê Dêra Zorê Cemîl Ebid Pêncşemê (3yê Îlonê) ji Diyaruna re ragihand.

Wî anî ziman ku mucend malbatên hejar û ew kesên ku ji deverên gundewarî ne dikin armanc, ku bi dehan ciwan -- di nav de sîpe û hîna biçûktir-- bi soza pereyan tên xapandin da tevlî milîsan bibin.

Wî got ku dêûbav jî rastî fişarê tên û bi pereyan tên xapandan da zarokên xwe bişînin û tevlî milîsan bibin.

Ev dîmenê han wêneya serbazgeheke rahînanê ku Pasdaran li gundewarê Dêra Zorê ava kiriye nîşan dide. [Wêne ji Euphrates Post hatiye kişandin]

Ev dîmenê han wêneya serbazgeheke rahînanê ku Pasdaran li gundewarê Dêra Zorê ava kiriye nîşan dide. [Wêne ji Euphrates Post hatiye kişandin]

Wêneyek ku tê de serokê rejîma Sûrî Beşar Esed Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneî hembêz dike li derveyî Navenda Çandî ya Pasdaran li Dêra Zorê hatiye daliqandin. [Wêne ji Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Ebid da zanîn ku mûçeyên tên dayîn ne zêde bilind in, û bi tenê 100,000 lîreyên Sûrî (50 dolar) herî zêde digihîjin kesên tencnîdkirî û ciwanên asayî.

Piranîya kesên nû hatine tecnîdkirin bo di rêzên milîsan de cih bigirin hatine amadekirin, ew jî bi rêya beşdarîya wan di kampên rahînanê de, yên ku Navenda Çandî ya Îranî li Dêra Zorê wan bi rêxistin dike, wî got.

Ebid destnîşan kir ku ev hêzên ciwanan weke hembêzkerekê bûn ku ciwanan fêrî idyolojîya Pasdaran dikin û hinek rahînanên serbazî ji wan re pêk tînin.

Wî anî ziman ku Hizbulaha Lubnanî weke nimûneyeke tecnîdkirin û amadekirina ciwanan rolê digerîne, da zanîn jî ku wê heman rêbaz bi dirêjahîya gelek salan bo tecnîdkirina ciwanan li Lubnanê pêk anîye.

Çalakîyeke neasayê ya Hizbulahê li Dêra Zorê di çend heftîyên borî de hebû, taybet li beşê rojhilatî yê bajêr û bajarokê Ebû Kemalê yê li ser sînorê Îraqî- Sûrî.

Ebid got ku amadekarî li van deveran tê kirin da navendên ewlehîyê werin avakirin -- ew jî deverine taybet bo milîsan in weke "meydayên ewlehî" yên Hizbulahê li navçeya başûrî ya Beyrûtê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500