Nûçeyên Iraqê
Karsazî

Platformek piştgirîya weberanîna di nûavakirina Nînewayê de dike

Xalid Ta'î

Parêzerê Nînewayê Necim Cibûrî û berpirsine din li workşopeke projeya Tekamulê ku di Tîrmeha 2020an de li Hewlêrê hatiye lidarxistin amade dibin. [Wêne ji Tekamul hatiye wergirtin]

Parêzerê Nînewayê Necim Cibûrî û berpirsine din li workşopeke projeya Tekamulê ku di Tîrmeha 2020an de li Hewlêrê hatiye lidarxistin amade dibin. [Wêne ji Tekamul hatiye wergirtin]

Projeya Tekamul, a bi temwîla hevbeş a Ajansa Amerîkî bo Geşesendina Navdewletî (USAID) û parêzgeha xwecihê ya Nînewayê ye, êdî bi hemû karîna xwe li dar e û piştgirîyê dide xebatên nûavakirinê.

Parêzgeha Nînewa li ber xwe dide da ku aborîya xwe vejîne piştî wêranbûna sektorên wê yên xizmetguzarîyan û sektorên geşesendinê ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji 2014an bo 2017an.

Projeya Tekamul malperek roja 6ê Tebaxê dest pê kir bo weberanînê û nûavakirina li parêzgehê han bide. Malper pakêteke zengîn a agahîyan dabîn dike, di nav de amarên derbarê derfetên weberanînê di projeyên piçûk û weset de.

Platforma dijîtal rahînanê û piştgirîya teknîkî dabîn dike bo baştirkirina performansê di qonaxên plandanîn, operasyon û bazarkirinê de. Ew vê yekê bi rêya danîna planên aborî yên ku pêşketina projeyan garantî dikin pêk tîne.

Karê avakirinê li Mûsilê di meha Tîrmehê de. [Wêne ji Desteya Weberanînê ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Karê avakirinê li Mûsilê di meha Tîrmehê de. [Wêne ji Desteya Weberanînê ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Elî Ewad Salih, birêveberê Desteya Weberanînê ya Nînewayê, ji Diyaruna re ragihand ku platforma dijîtal yek ji insiyatîvên herî dawî yên projeya "Tekamulê" ye.

Insyatîvên din ji Insiyatîva Nînewayê ya Hêsankarîyên Weberanînê, û pêkanîna dîdar û workşopan bi kesên şareza û pisporan, endamên hikûmeta xwecihî û weberhîneran re.

Armanc ji dîdaran alîkarîkirin di pêşxistina çalakîyên aborî û sektorê taybet de ye, herwiha piştgirîkirina çaksazîyên yasayî û kargêrî ye û çesipandina konseptên hukimranîyê ye.

Salih got ku alavên mîdyaya dijîtal û bazarkirin metodên bingehîn ên berdestkirina agahîyên pêwîst in bo kesên ku dixwazin li Nînewayê weberanînê bikin.

"Piştî destpêkirina malperê, êdî zingilên telîfonên Desteya Weberanînê ya Nînewayê êdî bêdeng namînin. Sermayedar û komên weberanînê pêwendîyê dikin pirsa derfetên heyî dikin û awayên pêkanîna projeyên hevbeş û hevparîyan nîqaş dikin," wî got.

"Platform piştgirîyeke bingehîn û girîng dide xebatên me yên bûjandina parêzgeha me," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Rêbaza giştgîr a pêwîst bo anîna weberanînê"

Li gorî Salih, Nînewa berdewam rastî astengîyan di weberanînê de tê, mîna astengîyên di wergirtina rezamendîya wezaretên têkildar de bo terxankirina zevîyan ji projeyên weberanînê re.

Wî got ku divê parêzgeh rêkarên kargêrî hêsan bike bi rêya dabînkirina nexşeyeke giştgîr a weberanînê ligel projeyên terxankirî ji weberanînên çandinî, pîşesazî û niçtecihbûnê re.

Nînewayê destpêkirina heşt projeyên li ser asteke bilind li Mûsilê di çend sektoran de ragihand, di nav de niştecihbûn, ji dawîya sala par de.

Nûredîn Qeblan, cîgirê serokê encumena parêzgeha Nînewayê, ji Diyaruna re ragihand ku plana weberanînê bi hewcedarî xebateke hevbeş û giştgîr a li ser asta hemû birêveberî û sazîyan e.

Li gorî Qeblan, girîng e ku desthilata birêveberîyan were danasînkirin û dîyarkirin têkildarî terxankirina zevîyan ji weberanînê re, Divê pirsên din ên werin beçavgirtin ev bin: Bicihanîna tam a Yasaya Weberanîna Niştîmanî û hemwarkirinên wê, herwiha pêkanîna çaksazîyên ku dê weberanînê xurt bikin.

"Divê em zehmetîyên ku xebatên weberanînê asteng dikin çareser bikin bo bidestanîna geşesendinê, seqamgîrîya aborî û peydakirina derfetên kar," Qeblan teqez kir.

Aborînas Salih Hemaş ji Diyaruna re ragihand ku ji ber rewşa aborî ya xerab a Nînewayê, zêdebûna bêkarîyê û rêjeya bilind a hejarîyê, weberanîn pir girîng e ji bo çesiqandina seqamgîrîyê piştî cengê.

Wî got ku piştgirîkirina weberanînê li parêzgehê bi hewcedarê xebatên bihevreyî yên qwalîte berz û pergalên parêzer û hander ji weberhîneran re ye.

Wî daxuyand ku dayîna roleke mezin ji hikûmeta xwecihî re di avakirina pêşeroja parêzgehê de pir girîng e bo nehiştina zehmetîyan, û da zanîn ku çaksazîyên kargêrî û yasayî jî dê alîkarîyê bidin pêşxistina weberanîna di sektorê taybet de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500