Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Rûsî ciwanên Sûrî di rêzên milîsekê de li Dêra Zorê tecnîd dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Efserên Sûrî ji çekdarên nû yên bo Dêra Zorê hatine anîn re diaxivin piştî bi dehan endamên Hêzên Berevanîya Niştimanî a alîgira rejîmê tevlî milîsa Feyleqa 5mîn a ku Rûsya piştgirîya wê dike bûn. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Hêzên Rûsî û polîsê serbazî yên li parêzgeha Dêra Zorê ya li rojhilatê Sûrîyayê belav bûn ciwanan tecnîd dikin daku di milîsa Feyleqa 5mîn de kar bikin, vê yekê hişt ku rejîma Sûrî û milîsên hevalbendên Îranê li herêmê aciz bibin, çalakgerekî xwecihî ragihand.

Milîsa Feyleqê 5ê a alîgira rejîmê, ya ku Rûsya piştgirîya wê dike, mûçeyeke zêdeyî 200 dolaran mehane dide çekdarên nû weke hewldanekê daku wan han bide ku tevlî wan bibin, çalakgerê Dêra Zorê Emar Salih ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku herwiha ew parastina ciwanên tên xwestin ku erkê leşkerîya neçarî ligel rejîma Sûrî bikin û endamên koma opozîsyona çekdar ên ku li herêmê man piştî rêkeftinên lihevhatinê misoger dike.

Zêdekirina hebûna Rûsî li Dêra Zorê tê dema ku Rûsya hebûna xwe li başûrê Sûrîyayê, bi taybet li parêzgeha Deraayê qayim dike, Salih got.

Çekdarên nû ên milîsa Hêzên Berevanîya Niştimanî ya alîgira rejîmê ji balefireke şehnê ya ku ew ji Şamê anîne dadikevin. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Çekdarên nû ên milîsa Hêzên Berevanîya Niştimanî ya alîgira rejîmê ji balefireke şehnê ya ku ew ji Şamê anîne dadikevin. [Wêne ji Eye of the Euphrates hatiye wergirtin]

Rûsya hewl dide ku hebûna milîsa Feyleqa 5mîn a alîgira rejîmê li Dêra Zorê hêzdar bike. [Wêne a Feyleqê 5ê ye]

Rûsya hewl dide ku hebûna milîsa Feyleqa 5mîn a alîgira rejîmê li Dêra Zorê hêzdar bike. [Wêne a Feyleqê 5ê ye]

Vê gava Rûsî tevlihevîyek li cem rejîma Sûrî û milîsên hevalbendên Îranê çêkir, dema ku hejmareke mêrên eşîran ên ku endamên hêzên Berevanîya Niştimanî ya alîgirê rejîmê bûn li şûn wê biryar dan ku tevlî milîsa Rûsî bibin.

Wî destnîşan kir ku piranîya van ziamên êlan bijart ku tevlî Feyleqê 5ê û Lîwayê Qudis bibin dema ku herwiha hejmareke ciwanên Dêra Zorê ên ku di milîseke hevalbenda Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) bûn tevlî Feyleqa 5mîn bûn.

Salih got ku van bûyeran heta asteke mezin tevlihevîyek di sîstema serbazî ya rejîma Sûrî de çêkir, ji ber kêmbûneke mezin di nav refên milîsên aligirê wê de çêkir.

Wî got ku vê yekê zor li rejîma Sûrî kir ku çekdar û mucenedan ji hemû deverên welat bibe balefira Dêra Zorê cihê ku ew tevlî korseke serbazî ya lezgîn bûn û di pişt re şandine şer li biyabana (Badîye) rojhilatî.

Wî got ku hejmareke mezin a leşkerên rejîmê û mêrên eşîran ên hevalbend hatin kuştin, birîndarkirin an revandin di şerên dawî de li biyabana rojhilatî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500