Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Wezîr: Turkîya endamekî berz ê DAIŞê digire

AFP

Endamine hêza polîs a taybet a Turkî di girtina ser malekê de beşdar dibin da ku endamine DAIŞê yên gumanbar li Edenayê bigirin, di 10ê Mijdara 2017an de. [Stringer/Dogan News Agency/AFP]

Endamine hêza polîs a taybet a Turkî di girtina ser malekê de beşdar dibin da ku endamine DAIŞê yên gumanbar li Edenayê bigirin, di 10ê Mijdara 2017an de. [Stringer/Dogan News Agency/AFP]

Turkîyayê endamekî "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) yê paye bilind ê berpirsyar ji operasyonên li ser erda wê girt, wezîrê karê hundir Sêşemê (1ê Îlonê) îlan kir.

Rêxistina tundrew berpirsyarîya xwe derbarê zincîreke ji êrîşên xwînî li Turkîyayê angaşt kir, di nav wan de êrîşa li ser yaneyeke şevan li Stenbolê di şahîyên Şeva Sersalê de tenê çend xulekan berî em bikevine sala 2017an de, ku tê de 39 kesan jîyana xwe ji dest da, di nav wan de geştyar hebûn.

"Kesê jê re tê gotin emîrê DAIŞê li Turkîyayê (fermandar) hat dîlkirin û girtin," Wezîrê Karê Hundir Sulêamn Soylu li ser Twitterê ragihand, wî pesnê polîsê Turkîyayê da.

Di axaftina xwe bi nûçegehanan re vê dawîyê, Soylu kesê gumanbar weke Mehmût Ozdun bi nav kir, û anî ziman ku ew hat dîlkirin piştî ku di 18ê Tebaxê de endamekî din ê DAIŞê, ku êrîşek li Stenbolê plan dikir, hat girtin.

Gumanbar ferman ji Sûrîya û Îraqê wergirtin û herwiha jê hat xwestin ku xwenîşandanên biçûk li Turkîyayê orgenîz bike.

Wezîr got ku herwiha polîs planên gelek êrîşên DAIŞê kifş kirin, di nav wan de planên revandinê.

"Operasyonek li dar e" bo naskirina cihê gumanbarên din.

Turkîyayê dest bi pêngava xwe ya li dijî DAIŞê kir li hundir û derveyî welat, û destûr da ku erdê wê were bikaranîn weke bingeheke êrîşên ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ya bi pêşengîya Amerîkayê ya şerê tundrewan li Sûrîyayê dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500