Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îran çavê xwe ji zordarîya li dijî Muslimanên Uigur digire ji bo gihiştina bi rêkeftinekê bi Çînê re

Edîşîr Kurdistanî

Serokê Îranî Hesen Rohanî di wêneyekê de ligel hevtayê xwe yê Çînê Ksi Jinping. [Wêne ji Tejarat News hatiye wergirtin]

Serokê Îranî Hesen Rohanî di wêneyekê de ligel hevtayê xwe yê Çînê Ksi Jinping. [Wêne ji Tejarat News hatiye wergirtin]

Îran dibêje ku ew mafên Musilmanan li Rojhilata Navîn û li seranserê Cîhanê diparêze. Lê rêkeftina stratîjî ya dawî ya ku Tehran û Bekînê li ser li hev kiriye derew û durûtîya Komara Îslamî eşkere dike, çavdêran ji Al-Mashareq re ragihand.

Hovîtîya ku hikûmeta Çînê derheqê Uiguran de rêbaz digire -- hindikahîya Musilman a li parêzgeha Ksinjiang -- bûye mijara raportên bi dehan alavên ragihandinê yê navdewletî yên cihê bawerîyê.

Tê gotin ku hêzên Çînî jinek di mala wê de girtî hiştine ji ber ola wê, pişt re ew birin kampeke girtinê; û jineke din ku rastî heman qederê hatiye ji ber ku zaroka sêyem jê re ji dayik bûye -- zarokek bêhtir ji hejmara zarokên ku yasa li wî welatî rê dide.

Hikûmeta Çînê mizgefta komeke Uiguran wêran kir û qedangeheke giştî li şûna wê ava kir, zelal e jî ku ev yek ji bo sivkatîkirinê bi vê komê ye.

Wê metodên hişk ên nehiştina çêbûna zarokan li ser jinên Uigur sepandine, û dermanan ji bo vê yekê dide wan; herwiha raport hene ku ew malzarokên wan ra dikin. Uigurên ku qala rewşa xwe dikin rastî kuştin û eşkenceyê tên.

Sitema olî û siyasî ya Çînê di derheqê hevwelatîyên wê yên Uigur de di dehsala dawî de berdewam e, lê di sala dawî de dijwartir bû, çavdêrine şareza ji Al-Mashareq re ragihandin.

Wan teqez kir ku armanca Bekînê ew e ku ol û çanda Uiguran ji holê rake.

Rêkeftina Îran û Çînê

Vê dawîyê Îranê rêkeftineke stratîjî ya li ser 25-salan bi Çînê re gotûbêj kir, ku tê payîn ku di demeke nêz de were wajûkirin, li gorî raportên rojnamegerî.

Çavdêr dibêjin ku ev heman Çîn e ya ku bi dehan cihên pîroz ên Musilmanan bi awayekî sîstematîk wêran kirine, di nav de mezargeha Îmam Asim, ya pîroz li ba Musilmanên Uigur.

Wan teqez kir ku tevî hebûna belgeyên piştrast ku Bekîn hewl dide ku çandekê bi tevahî ji nav bibe, Komara Îslamî çavên xwe ji vê rastîyê digire û ew rêkeftinekê bi kar tîne bo firoştina nefta Îranê.

Li gorî xalên rêkeftinê, Îranê dê nefta xwe bifiroşe Çînê bi nirxekî pir kêm bo heyama 25 salan, li hember soza ku Çîn dê 400 milyar dolar di aborîya Îranê de di du heta sê dehsalên werin de weberanîn bike.

Ji dema ku hûragahîyên rêkeftinê eşkere bûne, lehîya bertek û karvedanên nerênî û rexnebar rabûye. Le hember wê hejmarek hindik ji çavdêran dibêje ku 400 milyar dolar pereyekî baş e ku Îran pir pê hewcedar e.

Piştgirîya Çînê ji Îranê re ''serab e û fantasîyeke"

Rojnamegerekî Amerîkî yê xuyayî, ku li Amerîkayê dijî, ku daxwaz kir ku navê wî neyê eşkerekirin, got ku berpirsên Îranî "xwe dixapînin dema bawer dikin" ku rêkeftina bi Çînê re dê alîkarîyê pê re bike ku fişara Amerîkayê li ser Îranê sivik bike, bi rêya dabînkirina teknolojî û diravê.

"Ev xeyal û serabeke," wî ji Al-Mashareq re got. "Di rastî de, dema sizayên navdewletî li dijî Îranê berî dehsalan ketin rojevê de, Çîn dudil nebû ku li tenîşt Amerîkayê deng bide bo sepandina sizayan li ser Îranê".

Wî dîyar kir ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) piştevanekî mezin ê rêkeftina bi Çînê re ye, ji ber ku ew hêvî dike ku mûşekan ji wî welat bikirin, bo ew careke din wan endaze bike û çekên xwe pêş bixe.

Elî Muteherî, ku berê endamê parleman bû lê rê li ber hat girtin ku careke din xwe kandîd bike. Roja 5ê Tebaxê, wî nîgeranîya xwe ji plana Îranê ya berdewambûna di wajûkirina rêkeftinê de tevî rewşa Musilmanên Uigur li Çînê anî ziman.

"Berpirsekî payebilind di wezareta derve [ya Îranê] de ji min re got ku Îran bêdeng e ji ber ew ji hêla aborî ve pişta xwe bi Çînê girê dide," Muteherî got.

"Berjewendî li pêş olê ne"

Tevî ku ew kirasê Komara Îslamî li xwe dike, Îran li gorî berjewendîyên xwe tev digere ne li gorî olê, şirovekarê siyasî û serkirdeyê Partîya Muwatena (hevwelatîbûn) Xeys Temîm ji Al-Mashareq re ragihand.

Wî teqez kir ku ev belgeyeke ku ew têkildarî mafên mirov li herêmê û li welatên cîhanê durû ye.

Temîmî, mamosteyê berê di dibistana Necef de li Îraqê, dibêje, "Ji alîyekê ve, Îran dîyar dike ku pir xemxwerê mafên Felestîyan e, û ji alîyekê din ve, weke mînak, ew nabîne ku divê mafên komelgehên Musilman li Çîn û Myanmarê cihê bayexê bin."

Wî da zanîn ku Îranê gelê xwe diçewisîne û wan ji mafên wan ên rewa bê beş dike hevdem ku nakokîyên navxweyî li derveyî sînorên xwe gur dike.

Wî teqez kir ku ew olê bi kar tîne weke perdeyekê bo çesipandina ajandaya xwe, lê di rastî de, ew qet bayexê nade mafên mirov û peymanên navdewletî.

Faris Omran di berhevkirina vê raportê de beşdar bûye.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Melayên Îranê nexema wan e çi bi serê Uighur û Rohingya, her du komên Musilman ên zordarî li wan tê kirin, tê. Û ew dixwazin em bawer bikin ku qedera Felestînê ji wan re girîng e!, Ev yek piştrastkirineke baş e ku ev 75 sal in ku Felestînî (ku azadîya wan ji ya gelê Îranê bêhtir e) tên bikaranîn. Bi tenê hejmûna Îranê li welatê Sûnî yên Ereb ji Melatan re girîng e, tiştê mayî bi tenê xap û derew in.

BERSIV BIDE