Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Rêxistineke mirovî han dide ku alîkarî bigihin Bakur û rojhilatê Sûrîyayê hevdem ku vayrûsa Koronayê belav dibe

AFP

Jinek li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Sûrîyayê dimeşe di 14ê Kanûna Duyem de. [Delîl Sulêman/AFP]

Jinek li kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Sûrîyayê dimeşe di 14ê Kanûna Duyem de. [Delîl Sulêman/AFP]

Koma alîkarîyê ya girêdayî Komîteya Rizgarkirinê ya Navdewletî (IRC) roja Pêncşemê (27ê Tebaxê) NY han da ku careke din dergehê sînorî yên tê re derbasî bakur û rojhilatê Sûrîyayê dibin veke daku dabînkirinên bijîşkî yên kêm dibin peda bikin di dema ku haletên ku bi vayrûsa korona ya nû (COVID-19) ketine zêde dibin.

Dergehê Tel Koçer, ê di navbera Sûrya û Îraqê de, di Kanûna Duyem de hat girtin piştî Encumena Ewlekarî ya NY deng da li jêr fişara ji alîyê Rûsyayê ve, vê yekê hişt ku alîkarî ji ser herêma Sûrî ya ku Kurd bi rê ve dibin kêm bibin.

Rejîma Sûrî -- bi piştgirîya Rûsyayê -- dibîne ku alîkaîyên ku di sînor re derbas dibin û tên belavkirin bê destûra wê binpêkirineke ji serwerîya wê re .

"Rêxistin bang li Encumena Ewlekarîya ya NY dike ku bi lez careke din dergehê Tel Koçer bo alîkarîyê veke daku belavbûna petaya COVID-19 rawestînin," IRC got.

Jîkargirtina ku di Tîrmehê de hat nûkirin, "hişt ku bi mîlyonan ji dermanên sereke û dabînkirinên tendirustî bê par bimînin dema ku ev nexweşî belav dibe", serokê rêxistina IRC David Miliband got.

Desthilatdarîya Kurdî 478 haletên ku bi COVID-19 ketne îlan kir di nav wan de 28 haletên mirinê li herêmê, lê rêxistinê got ku dibe ku rêjeya kesên pê ketine ji wiha bilindtir be ji ber rêjeyên taqîkirinê vayrûsê kêm in.

Koma alîkarîyê got ku jikargirtina dergehê Tel Koçer bo çend mehan hişt ku heta asteke mezin xizmetguzarîyên tendirustî werin rawestandin li herêmeke ku tenê 13 ventîlator û alavên parastina kesane lê kêm in.

Metersîyên ji ber kampa Holê

Rixistin bi taybetî ji rewşa kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ditirse.

Navenda îzolekirinê bo vayrûsa koronayê li kampê rastî kêmbûna pêdivîyên parastina kesan tê, "stasyonên şûştina destan têrê nakir, text jî mişt bûne û karmend jî têrê nakin", rêxistinê got.

NY destpêka vê mehê got ku sê xebatkarên di warê tendirustîyê de li kampa Holê bi vayrûsê ketin, û desthilatdarîya Kurdî haleteke di li wir îlan kir roja Pênşemê.

Jêdereke bijîşkî li Holê got ku haleta herî dawî ya pêşîn bû di nav niştecîyan de.

Komên alîkarîyê hişyarî da ku belavbûna xeternak ji vayrûsa korona re li bakur û rojhilatê Sûrîyayê dê bihêle ku krîzeke mirovî ya dijwar zêde bibe di nav de kêmbûna av, xwarin û derman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500