Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pêkhateya Şebek banga dadgehkirina tundrewan dike

Xalid Taî

Îraqî li nêzî cihê teqînekê li gundê Muwefeqîyayê, li Deşta Nînewayê, di 6ê Hezîrana 2014an de dicivin. Piranîya şênîyên gund ji pêkhateya Şebek in. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Menaret Şebek hatiye wergirtin]

Îraqî li nêzî cihê teqînekê li gundê Muwefeqîyayê, li Deşta Nînewayê, di 6ê Hezîrana 2014an de dicivin. Piranîya şênîyên gund ji pêkhateya Şebek in. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Menaret Şebek hatiye wergirtin]

Endamên hindikahîya Şebek a Îraqî li Deşta Nînewatê belgehên tundûtûjîya ku pêkhatiya wan li ser destê tundrewan dîtîye belgeh kirine bo piştrast bin ku dê kesên sûdcar werin dadgehkirin.

Mîna qedera hemû hindikahîyên li Îraqê, Şebek armanca êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bûn dema ku wê dest danîn li ser rûberên berfireh li Îraqê di sala 2014an de, û bi sedên kesan bûn qurbanî.

Berî derketina DAIŞê jî, bi salan Şebek ji ber êrîşên xwînî yên ku gundên wan armanc dikirin dinalîn.

Tundûtûjîya herî dijwar di Îlona 2009an de qewimî, ku du otombîlên bombrêjkirî li gundê Xeznayê teqîyan, û herî kêm 70 xanî wêran kirin û bêhtir ji 50 Şebekî kuştin.

Otombîl malbatên Şebek yên ku vedigerin gundên xwe li Deşta Nînewayê hildigirin, di 15ê Tebaxa 2017an de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ev Deşta Nînewayê Ye hatiye wergirtin]

Otombîl malbatên Şebek yên ku vedigerin gundên xwe li Deşta Nînewayê hildigirin, di 15ê Tebaxa 2017an de. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Ev Deşta Nînewayê Ye hatiye wergirtin]

Êrîş "beşek bû ji pêngaveke terorî ya sîstematîk" ku pêkhateya Şebek armanc kir, ku piştî gurbûna tundîya tayifgerî ya ku Îraq di heyamekê de hejand dest pêk kir, endamê parlemanê Îraqî Qusey Ebas, cîgirê serokê komîteya mafên mirov, ji Diyaruna re ragihand.

Endamên Qaîdayê, û pişt re DAIŞê, bi hezaran Şebekî di êrîşên çekdarî û xwekujî de yên gundên ku piranîya şênîyên wan Şebek in li Deşta Nînewayê armanc kirin kuştin, di nav de gundên Muwefeqiya û Babyaxûtê.

Wî got ku dema DAIŞê dest danî ser Deşta Nînewayê, şênîyên bêhtir ji 20 gundên Şebek revîyan piştî ku malên wan wêran bûn û milîtatan agir bi wan xist.

Ebas, ku ji pêkhateya Şebek e, got ku Şebekî "dosyayên pir agahî" li dor tawanên tundrewan li dijî pêkhateyê berhev kirine, di nav de navên 233 kesên ji alîyê DAIŞê ve revandî, kû hîn çarenivîsa wan ne xuyayî ye.

Wî dîyar kir ku pêkhateya Şebek bi hev re kar kir bo komkirina belgehên piştîvan ji lêkolînan re, ku dibe ew bibin berhema "girtina û dadgehkirina terorîstan ji ber tawanên ku kirine".

"Em bi berdewamî bang li hikûmetê dikin ku bayexê bide malbatên ku terorîzmê jîyan wan têk daye û qerebûya şayiste ji wan re dabîn bike," wî got.

''Rewşa ewlehî ya neseqamgîr"

Endamê parelmanê Îraqê Salim Cuma, ku ji pêkhateya Şebek e, bang bo lêkolîneke berfireh di hejmara Şebekên ku li ser destê DAIŞ û Qaîdayê hatine kuştin kir, ku ew texmîn dike ku hejmar 2,300 derbas bike.

Wî herwiha bang bo dîyarkirina qedera ciwanên Şebek ên ku DAIŞê ew rervandibûn kir.

Milîtanên DAIŞê bi sedan xanîyên Şebekîyan li Mûsilê û Deşta Nînewayê teqandin û dest danî ser mal û milkên wan, wî ji Diyaruna re teqez kir. Wan herwiha cihên çandî wêran kirin, û keresteyên wan ên nirxdar talan kirin.

Cuma da zanîn ku tevî binxistina DAIŞê, bermahîyên rêxistinê hîn li Deşta Nînewayê, li deverên kuŞebek û hindikahîyên din li wan dijîn hene, şênîyên ku di "rewşeke ewlehî ya xerab" de ne.

Wî got ku herwiha belavbûna komên çekdar rewşa ewlehî kambaxtir kiriye, û hinek dever ewehîya li wan pir lawaz e û dibe ku tundrew li wan bi cih bibin.

Qurbanîyên "tundîya sîstematîk"

Hîn DAIŞê gefeke ku rengînîya etenî ya Deşta Nînewayê dixe metirsîyê, Enes Ezawî, endamê Komîsyona Bilind a Îraqî bo Mafên Mirov ragihand.

DAIŞ ji van deveran hatiye derxistin lê hîn bermahîyên rêxistinê hewl didin ku sûdê ji nakokîyên heyî wergirin bo cihê lingê xwe dîsan çê bikin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku Şebekî rastî "tundîyeke sîstematîk" hatine li ser destê kesên ku hemû komên etenî armanc kirin "di hewlekê de bû xeniqandina rengînîyê".

"Ofîsa me ya li parêzgeha Nînewayê bi berdewamî gilî û gazinan ji malbatên endamên qurbanîyên terorîzmê werdigire di nav de ji pêkhateya Şebek û pêkhateyên din,"Ezawî got, û da zanîn ku ofîs herwiha li qedera kesên nebedîkirî digere.

"Em pir mereqdar in ku agahî û belgehên ku endamên DAIŞê şermezar dikin ji ber hemû tawanên wan ên li dijî hindikahîyan kom bikin," wî got.

"Me gelek dosya û belgeh radestî tîma NY kirine û em bi wan re kar dikin bo ew dadgehkrineke dadperwer a terorîstan bibînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500