Nûçeyên Iraqê
Siyaset

NY: Danûstandinên Sûrîyayê dê dest pê bikin tevî hebûna pêketîyên bi vayrûsa Koronayê

AFP

Endamê parleman Sûrî Ehmed Kuzberî (yê çarem ji alîyê rastê) maskekê li xwe dike dema ku ew ligel şanda hikûmeta Sûrîyayê digihêje Ofîsa NY li Cinêvê roja 24ê Tebaxê bo li civîneke Komîteya Makzagonê ya Sûrîyayê amade bibin. Endamên Komîteya Makzagonê ya Sûrîyayê dê bo cara yekem bi hev re bicivin piştî civîna ya dawî ya ku di Mijdara borî de hat lidarxistin. [Fabrice Coffrini/AFP]

Endamê parleman Sûrî Ehmed Kuzberî (yê çarem ji alîyê rastê) maskekê li xwe dike dema ku ew ligel şanda hikûmeta Sûrîyayê digihêje Ofîsa NY li Cinêvê roja 24ê Tebaxê bo li civîneke Komîteya Makzagonê ya Sûrîyayê amade bibin. Endamên Komîteya Makzagonê ya Sûrîyayê dê bo cara yekem bi hev re bicivin piştî civîna ya dawî ya ku di Mijdara borî de hat lidarxistin. [Fabrice Coffrini/AFP]

Danûstandinên bi pêşengîya NY li dor nivîsîna makzagoneke nû bo Sûrîyayê careke din Pêncşemê (27ê Tebaxê) dest pê kirin piştî ku desthilatdarên tendirustî yên Siwîsrî çira kesk dane wantevî ku çar endamên şandeyê testên wan ên COVID-19 erênî bûn.

Danûstandinên ku armanc ji wan nivîsîna makzagonekê ye bo welatê ku cengê ew pelixandîye, Duşemê hatin rawestandin piştî destpêkirinê ne bi gelekî ji ber encamên têstên Koronayê.

Şanderê NY Geir Pedersen, yê ku navbênkarîya danûstandinên di navbera nunerên hikûmeta Beşar Esed û nunerên opozîsyon û civaka sivîl dike, anî ziman ku ew hêvî dike ku ew karibin rêyê bo proseyeke siyasî ya berfirehtir xweş bikin.

Ofîsa wî di daxuyanîyekê de got ku "piştî têstên bêhtir û nerînên xebîrên bijîşkî têkildarî çar têstên COVID-19", desthilatdarên Siwîsrî biryar dan ku civîn dikare were destpêkirin.

Dê danûstandin careke din di demjimêr 2:00 piştî nîvro dest pê bikin "bi hebûna rêkarên ji hev dûrbûna civakî û rêakrên parêzî yên din", li gorî daxuyanîyê.

''Wekhevî"

Berî ku Duşemê dest pê bikin, birayar bû ku tevahîya heftîyê berdewam bin.

Endamên komîteyê -- 15 ji her yek ji hikûmetê, opozîsyonê û civaka sivîl -- têsta Koronayê ji wan re hat çêkirin berî ku ew berê xwe bidin Cinêvê, û careke din li Siwîsrayê hatin têstkirin.

Têstên erênî yên din di nava şanda ji Şamê hatin dîtin, serokê şanda opozîsyonê Hadî Behra ji konferansekî rojnamevanî bi rêya vîdyo re Sêşemê ragihand.

Wî got ku du endamên şanda opozîsyonê, yek ji şanda civaka sivîl û du endamên şanda hikûmetê de têstên wan erênî bûn.

Behra got ku civîn di atmosfîreke baş û xweş de derengîya sibeha Duşemê dest pê kir, berî ku werin rawestandin.

"Divê ev makzagona nû hêvî û awatên gelê Sûrîyayê yên demokrasîyê, wekhevîyê, û parastina mafên hevwelatîyan misoger bike, û bihêle ku ew li hember yasayê wekhev bin, him di erkên xwe de û him di mafên xwe de," wî got.

Komîteya Makzagonê di Îlona sala par de hat avakirin û piştî mehekê yekem civîna xwe li dar xist.

Gera duyem a danûstandinan, ku biryar bû di dawîya Mijdarê de hatibaye pêkanîn, neçû serî ji ber nakokîyên li dora ajandayê.

Pişt re, danûnstandin ji ber petaya vayrûsa Koronayê hatin bipaşxistin.

Ev bêhtirî neh salan in ku NY hewl dide ku çareserîyeke siyasî ji şerê navxweyî yê Sûrîyayê re bibîne, şerê ku 380,000 kes tê de hatiye kuştin û bêhtir ji 11 milyonan bêwar bûne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500