Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Qeyrana peydakirina nan serî hildide hevdem ligel gihiştina çekdarine nû yên Pasdarên Îranê bo Ebû Kemalê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Enadmine Hizbullaha Libnanî li qadeke giştî ya bajarokê Ebû Kemalê yê Sûrîyayê dimeşin. [Wêne ji Eyn el-Furat hatiye wergirtin]

Enadmine Hizbullaha Libnanî li qadeke giştî ya bajarokê Ebû Kemalê yê Sûrîyayê dimeşin. [Wêne ji Eyn el-Furat hatiye wergirtin]

Çalakgerekî herêmî got ku herikîna dawî ya çekarên bi ser Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) hişt nan pir li bajarokê Ebû Kemalê yê sînorî yê li rojhilatê Sûrîyayê kêm bibe.

Hejmareke mezin a çekdarên bi ser Pasdaran ve berî çend rojan gihişt bajarokê parêzgeha Dêra Zorê, çalakgerê mîdyayî li Ebû Kemalê Eyhem Elî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got, "wan daxwaza derdora 80% ji nanê ku nangeha automatîk derdixîne kiriye ku ew tenê li bajarokê dixebite," tiştê hişt nan ji ser niştecihên herêmê kêm bibe.

Elî dîyar kir ku vê kêmbûnê hişt buhayên nanê mayî jî bilind bibe.

Niştecihên Ebû Kemalê li derveyî nangeha tekane ya herêmê li ser dorê radiwestin da nan bistînin. [Wêne ji Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Niştecihên Ebû Kemalê li derveyî nangeha tekane ya herêmê li ser dorê radiwestin da nan bistînin. [Wêne ji Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Wî da zanîn ku di heman demê de, sivîl çend saetan li ber derîyê nangehê di tabûrên dirêj ên dorê de man, hema ji saetên sibê ve, lê bêyî ti encam bû.

Elî anî ziman ku niştecih pir zehmetîyan di peydakirina ard de dibînin da nanê xwe li malê bipêjin, ew jî tiştekî asa ye, ji ber rejîma Sûrî dest danîye ser hemû ardê li herêmê û çavdêrîya belavkirina wê jî bi awayekî hişk dike.

Elî daxuyand ku "Pasdaran angaşt kir ku ew nan bi van qasayên mezin dibin ji ber wan gelek çekdarên xwe ji deverine din anîne".

Wî destnîşan kir ku herwiha bi sedan çekdarên Îraqî yên ji Hêzên Heşda Şabî jî berî çend rojan gihiştin herêmê.

Elî anî ziman ku xuya ye Pasdar hêzan li herêmê kom dikin da cihê xwe li Idlibê xurt bikin, ku milîsên wan li gel hêzên rejîma Sûrî belav dibin.

Wî got ew herwiha çekdarên xwe li herêma veqetîner jî belav dikin herêma ku deverên li jêr kontrola rejîmê ji yên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ji hev cuda dike, û endamine Hizbullahê jî bi alavên çavdêrîyê li vê herêmê hatin dîtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500