Nûçeyên Iraqê
Siyaset

NY danûstandinên destûra Sûrî ji ber hebûna nexweşên bi Koronayê rediwestîne

AFP

Parlamenterê Sûrî Ehmed Kizberî ligel şandeya rejîma Sûrî bo hevdîtinên Komîteya Destûrî ya Sûrî 24ê Tebaxê digihêje Ofîsa NY a li Cinêvê. [Fabrice Coffrini/AFP]

Parlamenterê Sûrî Ehmed Kizberî ligel şandeya rejîma Sûrî bo hevdîtinên Komîteya Destûrî ya Sûrî 24ê Tebaxê digihêje Ofîsa NY a li Cinêvê. [Fabrice Coffrini/AFP]

Danûstandinên destûra Sûrî li NY ji çaxê destpêkirê Duşemê (24ê Tebaxê) hatin rawestandin, piştî pêketina sê nûneran bi nexweşîya vayrusa Koronayê (COVID-19).

Dihat hêvîkirin ku heftîya plankirî ya danûstandinên seretayî li Cinêvê -- di navbera nûnerên rejîma Sûrî, opozîsyon û civaka sivîl de -- rêyek ber bi pêvajoyeke sîyasî berfirehtir vekiria.

Lê piştî rawestandina bo heyama neh mehan, ew jî ji ber qeyrana Koronayê, danûstandinên bo sererastkirina destûra welêt hatin hilawestin.

Nûnerê taybet bi NY yê bo Sûrîyayê Geir Pedersen danûstandinên navbera 15 nûnerên ji her komekê ji hersê koman bi rê ve ber.

Ofîsa Pedersen agahîyeke piştrastkirî wergirt ku sê endamên Komîteya Destûrî ya Sûrî "testên wan ên Koronayê erênî derketin", wê di daxuyanîyekê de ragihand.

Ofîsê dîyar kir ku rêkarên yekser hatin girtin "ku bi protokolan re digunce da çi metirsî were sivikkirin, û çi kesê belkî têkilîyeke xurt bi kesên ziyanbûyî re hebe dê were şopandin".

Wê da zanîn ku endamên komîteyê berî biçin Cinêvê testên Koronayê çêkirin, û piştî gihaştin jî careke din test li wir ji wan re hatin çêkirin.

Nûner sibeha Duşemê ku mask li xwe kiribûn gihaştin avahîya NY li Cinêvê û rêkarên dûrbûna civakî li odeya hevdîtinan hatin girtin.

Ofîsa Pedersen got ku "piştî hevdîtina yekemîn a avaker, aniha qonaxa sêyemîn a Komîteya Destûrî hat lidarxistin".

Ofîsê destnîşan nekir ku testa hersêyan li kûderê erênî derketin an jî ew ji kîjan şandeyan in.

"Derîvekirin"

Pedersen heftîya borî ragihand ku ew hevdîtinê weke "gaveke girîng ber bi rêya rast" ve dibîne, û hêvî kir ku ew weke "derîyê vekirî li hember pêvajoyeke sîyasî berfirehtir be".

Komîteya ku li destûrê vedigere bi temamî ji 150 nûneran pêk tê ku bi wekhevî di navbera komên hikumet, opozîsyon û civaka sivîl de tên dabeşkirin.

Lê belê 15 endam tenê ji her komekê ji van koman beşdarî hevdîtina biçûk a vê heftîyê bûn.

Komîteya Destûrî Îlona sala par hat avakirin û piştî wê bi mehekê cara yekê civiyan. Gera duyemîn a danûstandinan ku bo dawîya Mijdarê hatibû plankirin, qet nehat destpêkirin piştî nakokîyên li ser ajendeyan.

Ji wê çaxê de ji ber nexweşîya Koronayê tên derengxistin.

NY bi hemû derfetên xwe hewl dide çareyeke sîyasî ji şerê Sûrîyayê re bibîne, şerê ku dawî li jîyana bêhtir ji 380,000 kes anîye û bêhtir ji 11 milyon kes jî koç kiriye.

Veguhestina sîyasî

Lêvegera destûrî beşekî sereke yê plana NY ya bo aştîya li Sûrîyayê ye, ku biryara Encumena Ewlekarîyê ya 2254 destnîşan kiriye û di Kanûna Yekem a 2015an de hatiye erêkirin.

Tenê Sûrî beşdarî vê pêvajoyê dibin, lê dihat payîn ku nûnerin ji welatên ku destê wan di şer de heye jî, di nav de Rûsya, Îran, Turkîya û Amerîkayê vê heftîyê bihatana Cinêvê.

Şanderê Amerîka yê taybet bo Sûrîyayê James Jeffrey Duşemê ragihand ku hevdîtinê Waşington "han daye".

Wî destnîşan kir jî ku pakêta fişarên li ser rejîma Beşar Esed li dirêjahîya herneh mehên borî, di nav de sizayên Amerîkî yên nû, têkçûyînên serbazî û qeyranên aborî yên kûr, dibe ku bihêlin ew statejîyên xwe biguherîne.

Jeffrey anî ziman ku Amerîka bi rijd e "fişarê berdewam bike heta hikumeta Sûrî û alîgirên wê têbigihêjin ku ew ê ti serkeftienek serbazî bi dest nexin".

Wî got "tekane çare.. pêvajoya sîyasî ye ku rê ji veguhestineke sîyasî re veke".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500