Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çekên ne yasayî neyasayê li Idlibê kûrtir dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarekî opozîsyonê tifingên ji celebê AKA-47 pişkinîn dike berî wan ji bazirganekî çekan li parêzgeha Idlibê bikire, dîroka vê wêneyê divegere 4ê Tîrmeha 2012an. [Daniel Leal-Olivas/AFP]

Çekdarekî opozîsyonê tifingên ji celebê AKA-47 pişkinîn dike berî wan ji bazirganekî çekan li parêzgeha Idlibê bikire, dîroka vê wêneyê divegere 4ê Tîrmeha 2012an. [Daniel Leal-Olivas/AFP]

Çalakgerekî ragihand ku rewşeke ji kaosê û nebûna yasayê parêzgeha Idlibê ya li bakur û rojavayê Sûrîyayê dide ber xwe ji ber zêdebûna çekan di destê sivîlan de.

Ev yek rewşa ewlehî ya lawaz kambaxtir dike, ji ber ku ev hevdem ligel tengejîyên zêdebûyî yên ji ber nûbûna topbaranên rejîma Sûrî û êrîşên asmanî yên Rûsî tê, çalakgerekî ji Idlibê bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku delalên çekan li jêr parastina Tehrîr el-Şam, a ku herêmê kontrol dike, çekan difroşin. Ev çek di nakokî û pevçûnan de tên bikaranîn, û bûne sedema kuştin û birîndarbûnan.

Wî got ku li jêr kontrola hevbendîya tundrew, rewşeke pir xerab a nebûna yasayê li herêma Idlibê heye ku jîyana xelkê sivîl dixe xeterîyeke pir mezin de.

Endamekî Xûzeyên Sipî sivîlekî ku di topbarana rejîmê de birîndar bûye derman dike. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî sivîlekî ku di topbarana rejîmê de birîndar bûye derman dike. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Esaf got ku çek li deverê pir bûne piştî zêdebûneke berçav di çalakîyan bazirganên çekan, yên ku çend komgehên ku çekên bo bikaranîna kesane, mîna demançe û tifingên awtomatîk difroşin vekirine.

Wî got ku ev bazirgan bi temamî ji hêla Tehrîr el-Şam ve tên parastin, û da zanîn ku ew dest didyne ser piranîya qezencê, bazirgan jî bi tenê komîsyonekê werdigirin.

Wî daxuyand ku ev yek vedigere sedema ku Tehrîr el-Şam jêdera van çekan e.

Wî da zanîn ku Tehrîr el-Şam di êrîşên xwe de dest danî ser bi sedên çekan, lê delalên çekan tev rêdaneke hilgirtina çek difroşin.

Birîndar û kuştî

Esaf got ku zêdebûna berdestbûna çekan bûye sedema mirin û birîndarbûna sivîlan, ji ber ku bikaranîna çekan di nakokî û pevçûnan de pir belav bûye, heta li kampên bêwaran jî, ku hejmarek ji sivîlan wiha hatin kuştin.

Guleyên gulebaranên kêfxweşîyê jî bûne sedema birîndarbûn û mirinan.

Esaf dîyar kir ku ev firoşgeh metirsîyeke din çê dikin ji ber ku ew li deverên niştecihbûnê ne, û egereke mezin heye ku teqînek li wir biqewime.

Wî got ku bi dehan kes di bûyereke mîna vê de birîndar bûn berî du heftîyan li navenda bajarê Danayê.

Wî dîyar kir ku atmosfîra giştî ya nebûna yasayê vê dawîyê kambaxtir bûye, û da zanîn ku ligel dubare destpêkirina topbaran û êrîşên asmanî yên rejîmê û Rûsyayê, Tehrîr el-Şam bêhtir giranîyê dide şer ji çalakîyên kontrolkirina rewşê.

Wî da zanîn ku topbaranên rejîmê yên dawî bûn sedema ketina qurbanîyên sivîl li bajarokê Tekadê, û leşkerine rejîmê hatin kuştin û hineke din birîndarbûn di şer û pevçûnên dijwar de li deverên Fetîra û Hezarînê li gundewarê başûrî yê Idlibê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500