Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Nerazîbûnên piştevanîyê ji Xûtayê re di salvegera êrîşên bi gaza sarînê de tên lidarxistin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çalakgerên Sûrî û sivîl xwenîşandanên nerazbûnê li meydana sereke ya bajarê Idlibê li dar dixin û daxwaz dikin ku ew kesên berpirs ji êrîşa kîmawî ya sala 2013an li ser Xûtaya Rojhilatî werine muhasebekirin. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Çalakgerên Sûrî û sivîl xwenîşandanên nerazbûnê li meydana sereke ya bajarê Idlibê li dar dixin û daxwaz dikin ku ew kesên berpirs ji êrîşa kîmawî ya sala 2013an li ser Xûtaya Rojhilatî werine muhasebekirin. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Sûrîyên ku di xwenîşandanên nerazîbûnê yên bo salvegera êrîşa kîmawî ya rejîmê li ser Xûtaya Rojhilatî ya di 21ê Tebaxa 2013an de beşdar dibin teqez kir ku divê were misogerkirin ku tawanbar werine muhasebekirin, çalakgerekî xwecihî got.

Çalakger, sivîl û xebatkarên rêxistinên bijîşkî û yên hewarçûnê xwenîşandanên nerazîbûnê li bajarê Idlibê û deverine li derdora wê li dar xist bo salvegera heftemîn a êrîşa li ser cihê berê yê opozîsyonê li dervey Şamê.

Dora 1,400 kesî di êrîşê de hatin kuştin, êrîşa ku xaza sarînê ya damaran hat bikaranîn. Sarîn tê naskirin ku dibe sedema nîşanên mîna kêşeyên hinasekirinê, verişandin, bêhişbûn, kef bi devê wan dikeve.

Dibe sedema geşke, felcê û dibe ku kujer be jî.

Endamine Xûzeyên Sipî di xwenîşandaneke nerazîbûnê bo salvegerra heftemîn a êrîşa kîmawî li ser Xûtaya Rojhilatî beşdar dibin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamine Xûzeyên Sipî di xwenîşandaneke nerazîbûnê bo salvegerra heftemîn a êrîşa kîmawî li ser Xûtaya Rojhilatî beşdar dibin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Ew kesên ku di xwenîşandanên nerazîbûnê de beşdar dibin careke din dixwazin ku rejîma Serokê Sûrî Beşar Esed bo vê bûyerê were muhasebekirin, ji bo xatirê wan kesên ku jîyana xwe ji dest da, çalakgerekî ji Idlibê bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Çalakgeran dest bi haştaga #DoNotSuffocatTruth (Rastîyê Nexeniqînin) li ser mîdyaya civakî kir.

Kampanyayên mîdyaya civakî heta asteke mezin hatine qebûlkirin, hin bikarêneran wêneyên xwenîşandanên nerazîbûnê û qurbanîyan belav kirin, herwiha vîdyoyên êrîşa 2013an belge dikin.

Dîdvan, Xûzeyên Sipî tevlî xwenîşandanên nerazîbûnê dibin

Di nav wan kesên ku di xwenîşandanên nerazîbûnê de beşdar bûn bêwar ji Xûtaya Rojhilatî -- di nav wan de malbatên qurbanîyan û hin dîdvanên ku êrîş bi çavên dîtine.

Wî got ku endamên Xûzeyên Sipî -- yên ku yên yekem bûn ku gihane cihê êrîşê û ew kesên ku karîbûn wa rizgar bikin rizgar kirin -- herwiha bi awayekî xurt di xwenîşandanên nerazîbûnê yên salvegerên de beşdar bûn.

Tîmekî lêkolînerên NY di Îlona 2013an de îlan kir ku wan "delîlê zelal û qayilker" dîtine ku xaza sarînê di êrîşê de haiye bikaranîn.

Idlibî got ku bajarokên ku di bûyera kujer de ziyan gihaye wan ev in: Zemelka, devera Zênîyayê li bajarokê Eyn Termayê û devera di navbera Zemelka û Erbîn û Muedemîyayê li Xûtaya Rojavayî.

Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo êrîşa li ser Xûtayê bi bîr anî dema wî pêleke sêyem a sizayan li ser kesayetên darayî serbazî û siyasî yên navdar di rejîma Sûrî de îlan kir di 20 Tebaxê de.

Siza di çarçoveya Qanûna Qeyser a 2019 bo Parastina Sivîlên Sûrî de tên sepandin, yasaya hewl dide ku nehêle asayîkirin bi Esed re çêbibe bêyî ku ew ji ber binpêkirinên mafên mirov were muhasebekirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500