Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Gemîyên neftê yên Îranê bo Venezwêlayê dê bibin sedema sizayên Amerîkî yên bêhtir

Sultan el-Bareî li Riyadê

Keştîyeke Îranî berê xwe dide keştîgehên Venezwêlayê, ku ev binpêkirineke ji sizayên navdewletî re. [Wêne ji Mehr News hatiye wergirtin]

Keştîyeke Îranî berê xwe dide keştîgehên Venezwêlayê, ku ev binpêkirineke ji sizayên navdewletî re. [Wêne ji Mehr News hatiye wergirtin]

Şirovekar dibêjin ku berdewambûna şandina neftê ji Îranê bo Venezwêlayê kiryareke provaksyonbar û dijminkarî ye ku dê îzole û rewşa aborî ya her du welatan dijwartir bike, di demekê de ku hikûmeta Amerîkî haydarîya sepandina sizayên bêhtir dide.

Venezwêla hema bibêje bi awayekî tam pişta xwe bi dahatên nefta xwe girê dide, lê rêjeya berhemanîna ya neftê bo çareka rêjeya sala 2008an kêm bûye, û aborîya wê bi şeş salan ji qeyrana aborî wêran bûye.

Sizayên Amerîkî li dijî rejîma Nîkolas Madûro Fenezwêla, ya ku carê nefteke bes bo hewcedarîya parzûn dikin, neçar kir ku berê xwe bide hevalbendên xwe yên mîna Îranê bo kêmbûna dijwar a banzînê li bazarên xwe sivik bike.

Îranê çend tankerên neftê şandin Venezwêla di vê salê de. Di Tebaxê de, dest li ser çar tankerên din ên neftê yên di rê de bûn biçin Venezwêlayê hat danîn.

Deryavanên Îranî û Venezwêlî tên dîtin kêlîya gihiştina tankereke neftê ya Îranî li Venezwêlayê. [Wêne ji Mehr News hatiye wergirtin]

Deryavanên Îranî û Venezwêlî tên dîtin kêlîya gihiştina tankereke neftê ya Îranî li Venezwêlayê. [Wêne ji Mehr News hatiye wergirtin]

Amerîkayê sermayedarê Îranî Mehmûd Madenîpûr, yê tê gotin ku ew nêzî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) e, tawanbar kir bi rêxistinkirina şandina neftê bo Venezwêlayê bi rêya bikaranîna kompanîyên ji perdê tên îdarekirin û bi veguhestina neftê ji gemîyekê bo gemîyekê bo xwevedizîn ji sizayên li ser Îranê.

Di hewlekê de bo birîna bazirganîya di navbera Îran û Venezwêlayê de, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hazirîya sizayan li ser 50 keştîyên neftê dike, li gorî raporteke Bloomberg ku 9ê Hezîranê hatiye belavkirin, li ser zimanê kesekî ji rewşê agahdar.

Bloombergê got ku armanckirina tankerên neftê dê mîna zêdekirina girjîyê be ji hêla Amerîkayê ve bo nehiştina bazirganîya di navbera her du welatan de, hevdem ku ew têkilîyên gerimtir û bihêztir ava dikin.

Berpirsên Wezareta Xezîneyê qayil nebûn tu lêdwanan bidin.

Roja 24ê Hezîranê, Amerîkayêsiza li ser pênc kaptinên gemîyan ên Îranî yên ku neft gihandin Venezwêlayê sepandin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo eşkere kir ku barhilgirên neftê yên ala Îranê bilind dikirin, ku 1.5 milyon bermîl neft û banzîn gihandin Venezwêlayê, li ser lîsta reş a Ofîsa Çavdêrîkirina Darayîya Biyanî (OFAC) ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hatine danîn.

Madûro vê dawîyê sipasîya serokê Îranî Hesen Rûhanî û Rêberê Bilind Elî Xameneî bo gihandina neftê kir, û got ku Venezwêla xwedan "hevalbendên baş û wêrek e".

"Provaksyoneke serbazî"

Şandina tankerên neftê bo Venezwêlayê ji hêla Pasdaran ve "gaveke serbazî ya provaksyonbar e û dê bibe sedema encamên pir xerab", nivîserê rêkber û şirovekarê siyasî Elî Narîmanî ragihand.

Îranê destê alîkarîyê ji Venezwêla û welatên din re dirêj dike "di demekê de ku gelê Îranê rewşeke aborî ya herî xerab jîyan dike", wî ji Al-Mashareq re ragihand.

"Şandina neftê ji Îranê bo Venezwêlayê dê bibe sedema sizayên bêhtir li ser Pasdaran, ku ev yek ji gelê Îranê re ne cuda ye, ku xuya ye ku ne xema Pasdaran ku gelê Îranê birçîbûnê jîyan bike," wî got.

Bi destpêkirina karan bi Îranê re, Venezwêla xwe dixe xeterîya herifîneke aborî de -- mîna hevalbendên din ên Tehranê, di nav de rejîma Sûrîyayê ûHizbulaha Lubnanê.

Kirîna neftê Îranê herwiha temwîla çalakîyên Pasdaran dike -- ku ew li gorî Amerîkayê komeke terorîst e.

Îran sûdê ji rewşa welatên qeyran li wan heye werdigire bo derbasî wan bibe û qezencan bi dest bixe, xebîrê serbazî û efserê xanenişîn ê Lubnanî Camîl Ebû Hemdan got.

Li Îraq, Yemen, Sûrîya û Lubnanê, Îran rewşa aborî ya şepirze bi kar tîne bo destpêkirina kampanyayeke propagandayê ya mezin bo belavkirina nûçeyên hemû corên alîkarîyê, di nav de neft û xwarin, wî ji Al-Mashareq re dîyar kir.

Ebû Hemdan daxuyand ku maşîna propagandayê ya Îranê angaşt dike ku alîkarî bêberamber e, "lê di rastî de ew li hember wê alîkarîyê tiştan dixwaze", mîna pere û hejmûnê.

Destêwerdanên bo berjewendîyê xwe

"Ne ji destêwerdana Îranî di rewşa Sûrîyayê de ba, dibe ku aniha rewş bi temamî cuda ba," rojnamegerê Sûrî Muhemed Ebdulah ji Al-Mashareq re ragihand.

Wî dîyar kir ku Îran bi behaneya berevanîkirin li cihên pîroz û parastin û alîkarîkirina gelê Sûrî destêwerdan kir "ku xuya bû ku ev destêwerdan bi tenê xizmeta berjewendîyên rejîma Îranê dike".

Îran hewl dide ku li Sûrîyayê hêza herî serdest be "bi rêya kontrolkirina samanên wê yên xwezayî û aborîya wê", wî teqez kir. "Li hember her qirşekî ku Îranê daye Sûrîyayê, we bi hezaran qezenc kiriye."

Wî got ku wê tehedîya sizayên li ser hatine sepandin kir, û qasên mezin ên neftê şandin Sûrîyayê bo dabînkirina hewcedarîyên artêşa Sûrîyayê û projeyên kehrebeyê. " Lê pişt re hat zanîn ku ew [Îran] pereyên xwe rasterast werdigire yan bi rêya girêbestên dem-dirêj."

Ebdulah got ku heman sînaryo bi Venezwêla re tê dubarekirin.

Wî dîyar kir ku xuyayî ye ku Îran alîkarîya Venezwêlayê bi neftê dike, "lê rastî ew e ku çavên Pasdaran li rêkeftinên mezin bo xwe bide jîyankirin hevdem ligel rewşa aborî ya dijwar a ku ew jîyan dike, ji ber ku aborîya Îranî li ber qeraxên rûxanê ye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500