Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

Îraqî banga rêkaran bo misogerkirina dadperwerîyê di hilbijartinên pêşwext de dikin

Xaild Taî

Îraqî dengê xwe didin di hilbijartinên parleman de di 12ê Gulana 2018an de. [Wêne ji Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqî hatiye wergirtin]

Îraqî dengê xwe didin di hilbijartinên parleman de di 12ê Gulana 2018an de. [Wêne ji Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqî hatiye wergirtin]

Şirovekarên siyasî dibînin ku biryara lidarxistina hilbijartinên parleman li Îraqê salekê berî dîroka asayî pêbendbûna serokwezîr Mustefa Kazimî bisozên ku wî ji xelkê re dane nîşan dide û xwestekên xwenîşanderan jî bi cih tîne.

Dê hilbijartin di 6ê Hezîrana 2021an de pêk werin, Kazimî di daxuyanîyeke bi zindî dihat weşandin de roja 31ê Tîrmehê ragihand.

Biryar bû ku hilbijartin di Gulana 2022an de bin, lê ev pêşxistin bersivek bû ji daxwazên xwenîşandanên ku di Cotmehê de li Îraqê dest pê kirin, û serokwezîrê berê Adil Ebdul Mehdî neçar kirin ku ji postê xwe bi dûr bikeve.

Bi vê guhertinê, Kazimî yek ji sozên herî girîng ên ku dabûne xelkê bir serî, ew jî ku hilbijartinên pêşwext pêk bîne, şirovekarê siyasî Nacim Qesab ji Diyaruna re ragihand.

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî gotarekê pêşkêş dike roja 31ê Tîrmehê, wî dema birêveçûna hilbijartinên parlemanî yên pêşwext li Îraqî dîyar kir, ku biryar e di Hezîrana 2021an de werin pêkanîn.

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî gotarekê pêşkêş dike roja 31ê Tîrmehê, wî dema birêveçûna hilbijartinên parlemanî yên pêşwext li Îraqî dîyar kir, ku biryar e di Hezîrana 2021an de werin pêkanîn.

Wî got ku bi vê daxuyanîyê, Kazimî pêbendbûna xwe bi sozên bersivkirina daxwazên xwenîşanderan û pêkanîna hêvîyên raya giştî ya Îraqî bi proseyeke siyasî ya nû ku awatên wan misoger bike nîşan dan.

Qesab got ku hilbijartinên pêşwext hewleke bo "fişarkirinê li ser encumena zagonsaz û partîyên siyasî ku hemwarkirinên yasaya hilbijartinê berdewam bikin", û da zanîn ku handana tevlîbûna cemawerî çalakîyên mîdyayî yên bêalî pir girîng in bo serxistina hilbijartinan.

Misogerkirina hilbijartinên azad û pêgerd

Li ber ronîya daxuyanîya serokwezîr, Îraqî bi awayekî zêdebûyî daxwaz dikin ku hilbijartinên dadperwer û pêgerd ji hêla komîsyoneke serbixwe ya hilbijartinan ve pêk werin.

Divê hinek pêdivî û pêwîstî werin peydakirin bo lidarxistina hilbijartinên azad û pêgerd, Musena Emîn, endamê parlemanê Îraqê ragihand. Ev yek nehiştina lawazîyên di yasaya hilbijartinê de, guhertina mêtod û rêbaza hejmartina dengan a heyî û çaksazîkirina awayê dabeşkirina kursîyên parleman.

Emîn got ku yek ji çaksazîyên herî girîng ew e dubare berçavgirtina prosesa ku bi rêya wê kandîdên xwedan dengên herî bilind kursîyekî parleman bi dest dixin.

Rêdana hilbijartina xelkê ji bêhtir ji kandîdekî, piştgirêdan bi hejmara kursîyan li her yekîneyeke hilbijartinê, yan hebûna rêkara dubarekirina hilbijartinê dê alîkarîyê di dadperwerîya prosesê de bike, wî ji Diyaruna re teqez kir.

NY ragihand ku ew amade ye ku "piştgirîya teknîkî û alavan dabîn bike bo misogerkirina hilbijartinên dadperwer û pêgerd ên ku cihê bawerîya xelkê bin".

Emîn got ku divê hilbijartin ji hêla komîsyoneke serbixwe û bêalî ya hilbijartinan a li jêr çavdêrîya rasterast a NY bi rê ve biçin.

Zêdebûna pêşwazîya dengdêran

Beşdarîya kêm a di hilbijartinan de nîgeranîyeke din e, li gorî berpirsinan. Ku rêjeya beşdarîyê bi tenê 44.5% bû dihilbijartinên Gulana 2018an de, ku rêya herî kêm a beşdarîyê bû di pênc hilbijartinên de li Îraqê ji sala 2005an ve.

Kesek ne li dijî hilbijartinên pêşwext e, lê divê gelek zehmetî, di nav de misogerkirina ewlehîyê, werin hilanîn bo proseseke hilbijartinê ya dadperwer ligel beşdarîyeke berfireh a dengdêran, Ketah Nejman Rikabî, endamê komîteya ewlehî û berevanîyê ya parleman ragihand.

Wî dîyar kir ku amadekarîyeke bêhtir a li ser çend astan tê xwestin, di nav de rahînankirina endamên nû yên komîsyona hilbijartinê li ser proseyeke tukmen a hilbijartinê û serwextkirina alavên lojistî yên navendên dengdanê.

"Ev hemû bi hewcedarê pereyan e, ku pir zehmet e werin peydakirin ji ber hebûna qeyrana aborî û petaya vayrûsa Koronayê," wî ji Diyaruna re ragihand.

Rikabî daxuyand ku girîng e ku rêkeftinek di nava hemû alîyan de hebe bo derbaskirina projeyasayeke hilbijartinan bi rêya serxistina Madeya 15ê ya Makzagonê ya têkildarî dabeşkirina yekîneyên hilbijartinê.

Dadgeha Federal, a ku Makzagonê maf pê daye ku encamên dawî pesend bike, divê nîsabê wê yê yasayî hebe nûnerên hilbijartî karibin erkên xwe weke endamên parleman bê nakokî pêk bînin.

Mûsa Şimerî, şênîyekê decera Xedîr a Bexdayê ye, got ku ew piştgirîya biryara Kazimî ya nêzîkkirina demê hilbijartinan dike.

"Ev bû daxwaz û bangewazîya me di xwenîşandanan de... em hilbijartinên pêşwext dixwazin û divê em bi temamî tevlî bibin," wî ji Diyaruna re ragihand. "Ev pêvajoyeke demokrasî ye bo pêkanîna çaksazîya siyasî."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500