Ewlehî

Amerîka soz dide ku xebatên xwe berdewam bike bo danîna sînorekî ji çekên Îranê re

Sultan Bareî li Riyadê

image

Hêzên Deryayî yên Amerîkî ev mûşekên arasterkirî û balefirên bê balefirvan di meha Sibatê de li ser pişta qeyikeke Îranî dîtin. [Femandarîya Navendî ya Amerîkî] 

Amerîka dê berdewam bfişarê li xebatan tên kirin bike da misoger bike ku Îran "bêtir ziyanê negihîne cihanê" piştî Encumena Ewlekarî ya NY roja Înê (14ê Tebaxê) biryareke Amerîkî da ku qedexekirina çekean li ser Îranê dirêj bike red kir.

Îran dimîne gefek li ser herêmê û derveyê wê jî, pisporên herêmê ji Diyaruna re got, dema ew berdewam dike programê xwe yê mûşekan pêş dixe li jêr sizayên heyî, yên dimînin berdewam heta 18ê Cotmehê.

"Amerîkayê biryar daye ku ew teqez bike ku Îranî û ev rejîm, ev rejîma olî, nikaribin ku gelek ziyanê bigihîne cîhanê," Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Popeo roja Şemîyê got.

Serokê Amerîkî Donald Trump roja Şemîyê soz da ku careke din sizayên NY yên yekalî li ser Tehranê bisepîne, wî nîşan da ku îlanek dê vê heftîyê wer dîyarkirin.

image

Bermayîyên mûşekên ku Hûsîyan avêtine ser sazîyên neftê yên Aramko ya Arebistana Siûdî di meha Îlonê de, li vir, hatin dîtin ku ew heman in mîna hevtayê xwe yên li Îranê hatine çêkirin. [Wêne ji Ajansa Siûdî Press hatiye wergirtin] 

"Em dê bersiveke lezgîn bidin," Trump got.

Ew behsa rêkeftina ku li ser li hev nakin dike ku Amerîka dimîne "endamekî beşdar" di rêkeftina kakilî ya Îranê de ya sala 2015an de, tevî vekişîna wê jê û bi vî awayî ew dikare careke din sizayan bisepîne dema ew bibîne ku Îran şert û mercên wê bin pê dike.

Tehedîkirina Îranê ya berdewam

"Îran berdewam e di tehedîkirina qanûnên navdewletî û civaka navdewletî de ji ber bêpêbendîya wê û heta binpêkirina wê ya berdewam û bi qesd ji qedexekirina çakan re ya ku NY di rêya Biryara hej. 1929 di Hezîrana 2020an de sepand," Ebdulah Dexîl, lektorê fakulteya sanistên siyasî li Zanîngeha Şah Siûd li Riyadê, got.

"Ev yek ji alîyê NY bi xwe ve hat teqezkirin di raporteke ku ji alîyê Sekreterê Giştî Antonio Guterres ve hat pêşkêşkirin, ku teqez kir ku [mûşekên di êrîşan de] hatin bikaranîn li ser kompanîya Aramko ya Siûdî yên Hûsî ji wan berpirs bûn eslê wan Îranî ye," wî ji Diyaruna re ragihand.

Hûsîyan, yên Îran piştgirîya wan dike li Yemenê, angaşt kir ku wê derbeyên 14ê Îlona 2019an li ser herdu stasyonên neftê yên ên kompanîy Aramko ya Siûdî ya mezin ya enerjîyê wê pêk anîn.

Tevî delîl bi awayekî eşkere destnîşan dikin ku destên Îranê tê de hene, Tehran berdewam kir û berpirsyarî xwe red kir û da ku bixe sukra Hûsîyan de, milîseke ku Pasdaraên Şoreşa Îslamê ya Îranê (Padaran) piştgirîya wê dike.

Dexîl got ku di dijberîkirina sepandina biryara dirêjkirina qedexekirinê , Çîn û Rûsya "armanckirina sivîl û sazîyên sivîl" paşguh dikin, yên ku ji alîyê qanûnên navdewletî ve têne tawanbarkirin.

Bi vî awayî ew dibine hevkarên Îranê di kirarên wê yên xirab de.

Wî bal kişand ku êrîş li ser sazîyên neftê bandora wê li ser mêjera nefta cîhanî ya ku tê derxistin û ya rojane tê pompkirin heye û "bandorê bi awayekî li nirxên cîhanî dike ji ber ziyana ku digihe sazîyan".

"Herdu doz jî hestyar in, eger kîjan alî bi pêkanîna wan an heta bi piştgirîkirina wan were gunehbarkirin, ya li ser Îranê tê pêkanîn, a ku tawan pêk anîn û Çîn û Rûsya, ên hewl didin van kiraran binixumînin".

Îran xwe li pişt milîsên xwe vedişêre

Destên ranê di êrîş û gefên yekser û neyekser de li dijî dewletên Kendavê û yên din hene "di rêya piştgirîya wê, bi pere û çekan, ji alîgirên çekdar ê Pasdaran re", pisporê serbazî yê Siûdî Mensûr Şehrî ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman, "Îran hewl dide ku xwe li pişt van koman veşêre û wan weke perdeyekê bo operesyonên xwe bi kar bîne, weke çawa wê bi mûşekên Hûsîyan kir ên wê avêtine ser [sazîya] Aramkoyê," û destnîşan kir ku hatiye teqezkirin ku bi esil ji Îranê ne.

Wî got ku raporta ku ji alîyê Sekreterê Giştî yê NY ve hat pêşkêkirin "û encamên tîmên Siûdî yên pispor derbarê eslê van mûşekan heman in".

Wî bal kişand ku "Amerîkayê herî kêm du caran guhestina van çekan têk bir, di Mijdara 2019an û Sibata 2020an de".

Gelek raportan destnîşan kir "ku depoyên van mûşekan" li welatên mîna Yemen, Îraq, Sûrîya û Libnanê hene, ev yek gefekê li ser herêma Rojhilata Navîn bi temamî çêdike.

"Tiştekî normal e ku serkirdayetîya Pasdaran û Îranê berdewam derewan bikin derbarê binpêkirina qedexekirina çekan û xwe weke qurbanîya zulmê bide xuyakirin," Fethî Seyid ji Navenda Şerq bo lêkolînên Stratejî û Herêmî ji Diyaruna re ragihand.

"Em ewidîne ku em vê yekê li ser makîneya mîdyaya Îranî bibînin, ya ku derenghiştin û derewan weke tektîkekî bi kar tîne da ku armancên xwe pêk bîne," pisporê di karûbarên Îranê de got.

"Îran guhestina çekan bo alîgirên xwe li derve tiştekî girîng reçav dike da ew karibe alozîyeke berdewam her û her li herêmê çêke," wî anî ziman û da zanîn ku Pasdaran bi awayekî eşkere xwe paye dike ku berdewam dike çekan û mûşekên balistî yên dikarin çekên kakilî yan serikên şer ên kîmawî hilgirin pêş bixe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500