Nûçeyên Iraqê
Ol

Pasdaran desthilata xwe bi rêya mizgeftan li Dêra Zorê xurt dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Navenda Çandî ya Îranî alîkarîyeke darayî bo nûkirina Mizgefta Orfî ya li Dêra Zorê ji hikumeta Sûrî, bêyî tu rikberî, bi dest xist. [Wêne ji dîmeneke vîdyo hatiye wergirtin]

Navenda Çandî ya Îranî alîkarîyeke darayî bo nûkirina Mizgefta Orfî ya li Dêra Zorê ji hikumeta Sûrî, bêyî tu rikberî, bi dest xist. [Wêne ji dîmeneke vîdyo hatiye wergirtin]

Çalakgerekî ji Diyaruna re got ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî (Pasdaran) desthilata xwe li bajarê Dêra Zorê yê Sûrî berfireh dikin bi rêya kontrolkirina mizgeftên bajêr.

Navenda Çandî ya Îranî, ku mizgeftan bo propogandaya olî û sîyasî bo Pasdaran bi kar tîne, vê heftîyê alîkarîya darayî bo nûkirina mizgeftekê li bajêr bi dest xist, çalakgerê mîdyayî yê Dêra Zorê Samih Eqîdî got.

Wî ji Diyaruna re dîyar kir ku navend hîna destê xwe datîne ser dezgehên olî û sivîl yên li Dêra Zorê, herî dawî jî mizgefta Orfî "bi têkilîyeke eşkere bi hikumeta Sûrî re".

Eqîdî anî ziman ku navendê alîkarîyeke darayî bo projeya Orfî bêyî ti rikberîyê bi rêya Birêveberîya Xizmetguzarîyên Sûrî li Dêra Zorê bi dest xist û 18 milyonê lîreyên Sûrî (36,000 dolar) bo destpêkirina kar hatin dayîn.

Pasdaran û hêzên rejîma Sûrî li pîrozbahîyekê li Navenda Çandî ya Îranî li Dêra Zorê amade dibin. [Wêne ji Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Pasdaran û hêzên rejîma Sûrî li pîrozbahîyekê li Navenda Çandî ya Îranî li Dêra Zorê amade dibin. [Wêne ji Deir Ezzor 24 hatiye wergirtin]

Wî destnîşan kir jî ku rejîma Sûrî berî niha "gelek daxwazên niştecih û rûspîyên bajêr ku mizgeftê bi pereyên xwe nû bikin red kiribû."

Xurtkirina hegemonya Pasdaran

Wî got ku dayîna girêbestê bo Navenda Çandî ya Îranê "pêleke nerazîbûnê li ba xelkên Dêra Zor û gundewarê wê peyda kir, ji ber ev yek hegemonya Pasdaran li ser dezgehên olî û sivîl xurt dike".

Eqîdî dîyar kir ku mizgefta Orfî ya sêyemîn e ku ji alîyê navendê tê armanckirin, piştî ya Husên û Elî Bin Ebî Talib, ku aniha bo belavkirina Eqîdeya Wîlayeta Feqîh tên bikaranîn.

Navend hewl dide zarokan bi rêya çalakî û dersên xwe yên olî tevlî xwe bike, û ji wir wan veguhêze refên pêşeng ên girêdayî xwe û paşê wan bibe refên milîsên Pasdaran, li gorî Eqîdî.

Wî da zanîn ku navendê amadekarîyên xwe yên bo destpêkirina karê li Peymangeha Nûr Satii li Meydanê bi dawî kir, ku bi dehan zarok û ciwan bo xwendina bêpere hatin tomarkirin.

Eqîdî anî ziman ku peymangeh hewl dide xwendekaran bi alî xwe de bikişîne ew jî bi rêya pêşkêşkirina pereyên mehane û alîkarîyên xwarinê bo malbatên wan.

Wî Navenda Çandî ya Îranî bi destwerdana eşkere ya li sîyasatên herêma Dêra Zorê ku xizmeta berjewendîyên (Pasdaran) dike tawanbar kir.

Wî got ku bo nimûne 13ê Tebaxê hevdîtinek li navendê pêk hat, berpirsin ji navendê hewl da "zilamên êlên ku xizmên wan li herêmên li jêr kontrola Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ne sor bikin".

Eqîdî da zanîn ku lê ev yek bi ser nekt, ji ber zilamên êlan "daxwazên wan ên ku li gorî wan xizmeta berjewendîyên Pasdaran dikin, red kirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500