Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Stargehên DAIŞê di operasyona li rojavayê Enbarê de tên wêrankirin

Xalid Taî

Hêzên êlan û hêzên ewlekarî agahîyan bi nîştecihên xwecihî re par ve dikin di operasyoneke serbazî de li biyabana rojavayê Enbarê di meha Tebaxê de. [Wêne ji Hêzên Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Hêzên êlan û hêzên ewlekarî agahîyan bi nîştecihên xwecihî re par ve dikin di operasyoneke serbazî de li biyabana rojavayê Enbarê di meha Tebaxê de. [Wêne ji Hêzên Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Hêzên êlan û yên ewlekarî sê malên vehesînê yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) li biyabana li parêzgeha Enbarê wêran kirin, li gorî serkirdeyekî êan ku bi Diyaruna re axêvî.

Malên vehesînê hatin wêrankirin piştî "operasyoneke serbazî ku 72 saetan dirêj da", fermandarê êlên Enbarê Şêx Qeterî Semermed Obêdî roja Înê (14ê Tebaxê) got.

Wî got ku hêzên êlan û yên ewlekarî devereke biyabanî ya mezin malişt li nêzî bakur û başûrê çemê Feratê, nêzî sînorê bi Sûrîyayê re.

Deverên Wadî Qesf, Wadî Helkûm, Hedra, Medeysis, Mudhin, Sukerîyat, Huseynîyat, Şebanî, Suxeyrîyat, Kubeysa, T-One, Ebû Rummana Ebû Delaya, el-Şamîya û el-Cezîra di operasyonê de hatim maliştin.

Leşkerên Îraqî veşartgeheke çekan a DAIŞê kifş kir li nêzî bajarokê Qaimê li ser sînorê bi Sûrîyayê re di Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî veşartgeheke çekan a DAIŞê kifş kir li nêzî bajarokê Qaimê li ser sînorê bi Sûrîyayê re di Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Obêdî got ku heft êrîşên asmanî ji ser ve tevlî operasyonê bûn, dema ku helîkopterên Îraqî û balefirên şer F-16 piştgirîya artêşê, polîs û yekîneyên êlan ên ku li ser erdê kar dikirin kir.

Obêdî got ku du malên vehesînê yên hêza cewî ya Îraqî bombe baran kirin di tunelên li biyabana el-Şamîyayê de bûn û ya sêyem li devera Cezîrê bûn.

Lêkolîneke seretayî têkildarî cihan dîyar kir ku hêzên DAIŞê çekên pêşketî, cebilxane û pêdivî di malên vehesînê de li gel wan hebûn, cihê ku dibe endamên DAIŞê xwe lê vedişartin, wî got û da zanîn ku gengaz e DAIŞê tûşî kûştan di bombebarandinê de bûbe.

Ev beşek ji zincîreke operasyonên hevbeş bû ên ku bi awayekî dubare ji alîyê hêzên hewalgirî û şervanên êla Enbarê li gel alîkarîya ji alîyê niştecîyên xwecihî ve tên bicihanîn.

Êrîşa DAIŞê girtina 15 kesên gumanbar encam da

Ev operasyon armanc dikin ku fişarê li ser endamên DAIŞê yên mayî zêde bikin, ên berdewam êrîşan li deverên bi cih tînin, êrîşa herî dawî ya 28ê Tîrmehê li ser xala pêşkinînê ya Şehîd Muhemed Kerawî li Ekebayê li navçeya Hîtê bû.

Obêdî got ku êrîşa DAIŞê emîd Ehmed Ebdul Wehîd Muhemed Lamî, yê ku fermandarîya Lîwayê 29mîn ê Firqeya Peyade ya 7mîn kir kuşt. Herwiha mulazim ewelek jî hat kuştin û du leşker jî hatin birîndarkirin.

Wî got ku ji ber êrîşkirina DAIŞê li ser xalapêşkinînê, "zincîreke serdegirtin û peygerînan... girtina 15 kesên gumanbar encam da, ên ku hîn tên jêpirsînkirin".

Lêbelê, Obêdî got, bûyera 28ê Tîrmehê "nayê wateya ku zêdebûnek di çalakîya terorîst de heye, ji ber endamên DAIŞê yên mane aniha lawaztir in ji ber piştgirî kêm e û rastî kêmbûnekê di dabînkirinê de tên".

Obêdî got "çekdarên DAIŞê yên mayî di veşartgehên xwe de li biyabanî dorpêçkirî mane, teqrîben bideng in ji ber tirsa ku ew ji alîyê kamereyên koleçanê û dronan ku li asmanê deverên îzolekirî bi şev û roj digerin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500