Nûçeyên Iraqê
Aborî

Kompanîyeke Tehrîr el-Şam buhayên sûtemenîyê li Idlibê bilind dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Bazirganek xaza propanê li bajarê Idlibê difiroşe, ku kompanîyeke Tehrîr el-Şam vê dawîyê buhayên sûtemenîyê bilind kiriye. [Wêne ji Ferat Post hatiye wergirtin]

Bazirganek xaza propanê li bajarê Idlibê difiroşe, ku kompanîyeke Tehrîr el-Şam vê dawîyê buhayên sûtemenîyê bilind kiriye. [Wêne ji Ferat Post hatiye wergirtin]

Kompanîya Weted a Petrolê,ku girêdayî Terhrîr el- Şam e û dest datîne ser bazara pêkhateyên neftê li Idlibê, vê dawîyê ragihand ku wê buhayên sûtemenîyê bilind kiriye, tevî ku xelk ji birçînan dimirin.

Ev nûçe rastî redkirin û nerazîbûna niştecihên li parêzgeha li bakur-rojavayê welat hat, ku berê rewşeke aborî û darayî zehmet dijîn û ditirsin êşa wan zêdetir bibe.

Kompanîyê dîyar kir ku ew ê buhayên hemû corên sûtemenîyê bilind bike, taybet yên li Idlib û deverên din ên li jêr kontrola hevbendîya tundrew, çalakgerê Idilbî Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Biryar dê buhayên benzîn, dîzel, mazota xwecihî û hawirdekirî (ya sûtemenîyê) û xaza xwarinçêkirinê bilind bike û tê payîn bandoreke mezin li buhayên xwarin û veguhestinê bike.

Xebatkarine alîkarîyê li Idlibê nan li feqîr û neştecihên kampên koçberan li parêzgeha li bakur-rojavayê welat belav dikin. [Wêne ji Violet Organisation hatiye wergirtin]

Xebatkarine alîkarîyê li Idlibê nan li feqîr û neştecihên kampên koçberan li parêzgeha li bakur-rojavayê welat belav dikin. [Wêne ji Violet Organisation hatiye wergirtin]

Idlibî got, Tehrîr el-Şam weke ku rewş asa ye tev digere, destnîşan kir jî ku berî çend rojan hevbendîya tundrew herwiha rê neda xwendekarên Zanîngeha Idilbê yên pereyên xwendinê nedane ku ezmûnên xwe pêşkêş bikin.

Ev tê wateya ku bi dehan xwendekar nikarîbûn sala xwe ya xwendinê temam bikin.

Wî da zanîn ku gelek malbat li Idlibê aniha rewşa wan di binîya sifir re ye ji ber kêmderfetên kar û kêmpeydabûna xebatên alîkarîyên yên herêmî û navdewletî.

Idlibî destnîşan kir ku ne tenê niştecihên Idlibê bi van rewşan re rû bi rû mane, lê belê bi dehhezaran koçber jî yên ji deverên ku niha li kampên koçberan ên parêzgehê dijîn jî rewşa wan wisa ne.

"Hêrs û nerazîbûnek di nava sivîl û çalakgerên herêmê de çêbûne," wî anî zimên, "û aniha niyet heye ku xwepêşandan li dijî liv û tevgera Tehrîr el-Şam werin lidarxistin".

Idlibî da zanîn ku plana xwepêşandanan li Idlibê tê kirin da ji Tehrîr el-Şam bixwazin ku ji biryara bilindbûna buhayên sûtemenîyê vegere û hew bacan bi hemê corên xwe ji sivîlan bistîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500