Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Jinên DAIŞê li Holê ji hundirê kampê daxwaza temwîlê dikin di rêya înternêtê re

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Kompanîyeke guhertina pereyan, a ku di rêya wê re jinên DAIŞê danan werdigirin, li kampa Holê li bakur-rojhilatê Sûrîyayê har dikin. [Ev wêne ji vîdyoyeke North Press hatiye wergirtin]

Kompanîyeke guhertina pereyan, a ku di rêya wê re jinên DAIŞê danan werdigirin, li kampa Holê li bakur-rojhilatê Sûrîyayê har dikin. [Ev wêne ji vîdyoyeke North Press hatiye wergirtin]

Tê gotin ku jinên ku li kampeke malbatên "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) lê dimînin dijîn li bakur-rojhilatê Sûrîyayê pereyan ji hundirê kampl dixwazin û di rêya înternêtê re.

Dema ku endamên jin ên DAIŞê yên li kampa Holê li parêzgeha Hesekê dimînin bi zorê danan dixwazin bi navê tecnîdkirinê ji rêxistinê re û handana îdîolojîya wê, gelek bi awayekî sereke vê yekê dikin daku alîkarîyê ji xwe re bi dest bixin.

Kampa Holê, ya ku ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ve tê kontrolkirin, gelek xizmên çekdarên ku hatin girtin an kuştin di şerên rizgarkirina Sûrîyayê ji DAIŞê di sala 2019an de lê dimînin.

Efser QSD Ferhad Xoce ji Diyarunare ragihand ku gelek kenalên medyaya civakî hene ku hevahengîyê dikin û pereyan ji jinên DAIŞê re didine hev.

Endamên DAIŞê yên jin li kampa Holê li parêzgeha Hesekê danan dixwazin bi navê tecnîdkirinê ji rêxistinê re û bihaneya ku ew îdîolojîya wê han didin, Lê eglek bi awayekî sereke vê yekê dikin daku alîkarîya ji xwe re bi dest bixin. [Ev wêne ji vîdyoyeke North Press hatiye wergirtin]

Endamên DAIŞê yên jin li kampa Holê li parêzgeha Hesekê danan dixwazin bi navê tecnîdkirinê ji rêxistinê re û bihaneya ku ew îdîolojîya wê han didin, Lê eglek bi awayekî sereke vê yekê dikin daku alîkarîya ji xwe re bi dest bixin. [Ev wêne ji vîdyoyeke North Press hatiye wergirtin]

Kenalên bi navê mîna "Xwişkên di dîlkirinê de", "Hizirên ji Zindanê", "Çivîkên qefeskirî" and "nefsbiçûk" postan ji alîyê jinên DAIŞê belav dikin ên armanca wan ew e ku bidine xuyakirin ku ew gelekî dilsozên rêxistinê ne, bi vî awayî dihêlin ku ew karibin danan ji piştgirên DAIŞê yên li derve bidine hev, li gorî raporteke enstîtûya Rojhilata Navîn a ku di 9ê Tîrmehê de hat belavkirin.

Dema ku Bexdadî hat kuştin, weke mînak, gelek nan li kampa Holê peyam belav kirin şûnd dixwarin ku ew alîgirên xelîfeyê nû ne, raportê ragihand.

Tevî wê yekê, handerê wan stratejîk e bêtirî ku îdîolojî be: ew tevlî rêxistinê ne ji bo pereyan, ji ber jîyan li kampê ne erzan e. Li gorî jinên hevpeyvîn ji bo raportê bi wan re hatin çêkirin, 300 dolar mehane bi zorê têra jineke ku çend zarokên wê hene dike daku bijîn.

"Wan hêvîyên xwe yên manê bi endamên DAIŞê yên ji asêgeha dawî li Baxozê revîyan bi mêjerine pereyan yên mezin girêdane herwiha piştgirên wan li derve ên ku negihane Sûrîyayê lê hîn piştgirîya rêxistinê dikin," raportê ratgihand.

"Bi tenê şertê tê xwestin daku alîkarîyê ji DAIŞê wergire ew e ku tu angaşt bikî ku tu hîn beşek ji rêxistinê yî, û ew vê yekê bi xwe dikin."

Pere handerê rasteqîn in

Parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand ku her û her pere faktorê sereke bû di damezrandina DAIŞê û xebatên wê yên tecnîdkirinê yên zexm de.

"Hejmareke mezin a jinên DAIŞê li kampê roleke girîng digerînin di tecnîdkirina endamên nû û xwestina danan de," wî got, bi rêya belavkirina prensîpên rêxistinê û hînkirinê di kampê de û xwedîkirina zarokan li gorî îdîolojîya DAIŞê.

Wî got ku piranîya van jinan vê yekê dikin "bo komkirina pereyan û tenê hejmareke piçûk ji wan bi rastî bi prensîpên rêxistinê pêbend in".

Nermîn Osman, a ku bo Heyva Sor a Kurdî li kampê kar dike, ji Dyaruna re ragihand ku hin ji jinên DAIŞê pereyên ku dixwazin ji bo bicihanîna çalakîyên neqanûnî li Holê bi kar tînin, mîna kirîna çekan an sotemenîyê daku konên niştecîyan bişewitînin.

Osman daxuyand ku herwiha ew pereyan bi kar tînin daku materyalên buha bikirin, ên ku niştecîyên kampê yên din nikarin wan bikirin, ev yek dîyar e dema tu li cil û bergên zarokên wan li xwe dikin binêrî, an xwarinên dikirin, mîna dundirme, şêranî û fisteqan, ên ku giranbuha ne ji niştecîyên kampê yên din re.

Wî got ku "lê piranîya wan hewl didin ku çi qas ji wan were pereyan bidine hev daku bidine kesekî ku wan û zarokên wan bi qaçaxî, yan herî kêm tenê zarokên wan derxe dervey kampê". Hin ji wan pereyan didine hev daku li ber destên wan bin dema veguhestina pereyan bo kampê were rawestandin an veguhestina pereyan gelekî astengdar bibe.

Proseya veguhestina pereyan dê nêz were guhertin

Xoca got 12 şaxên kompanîyên veguhestina pereyan di hundirê Holê de hene, yek ji wan ji "beşê jinên biyanî re" li kampê hatiye ternaxikirin. Kamp destûrê dide heta bi 300 dolan ji her diravkarîyê re were veguhestin.

Çi pereyên zêdey 300 dolaran bi qistan ji kesê wergir re tên dan. Li gorî Xoca, ne gengaz e ku tu tam kontrol bike bi çi qas her jinek werdigire ji ber gelek caran danine mezin ji gelek jinan re têne veguhestin.

Besam, ê parêzer, got ku proseya veguhestina pereyan bo Holê dê "gelekî nêz" were guhertin, piştî Amerîkayê di dawîya Tîrmehê de Farûk Hemûd, birêveberê kargêr ê kompanîya Tewasul bo veguhestina Pereyan, tayîn kir, a ku di hundirê kampê de kar dike.

Twasulê veguhestinên pereyan bo endamên DAIŞê li Holê hêsan kir, ê ji alîyê Amerîkayê ve hat tayînkirin got.

Besam got ku sînordarîyên nû dê werin bicihanîn daku nehêlin jinên DAIŞê sûdê ji mêjerên pereyan ên mezin ên werdigirin wergirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500