Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî û Pêşmerge cihên DAIŞê li çîyayên Mexmûrê bombebaran dikin

Xalid Taî

Wêneyekî leşkerine Pêşmerge li kampeke rahênanê li parêzgeha Kerkûkê di 17ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Wezareta Pêşmerge hatiye wergirtin]

Wêneyekî leşkerine Pêşmerge li kampeke rahênanê li parêzgeha Kerkûkê di 17ê Kanûna Yekem de. [Wêne ji Wezareta Pêşmerge hatiye wergirtin]

Di van herdu mehên bûrî de, hêzên Pêşmerge bi piştgirîya hêzên hevpeymanîya navdewletî êrîşên hevbeş li dijî bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên xwe li çîyayên bakurê Îraqê vedişêrin pêk anîn.

Êrîşên nepenî bûn encama herî kêm mirina 100 çekdarên DAIŞê û bombebarandina 34 veşartgehên DAIŞê li çîyayê Mexmûrê, li başûrê parêzgeha Hewlêrê.

Yekîneyên taybet ên hevpeymanîya navdewletê alîkarîya hêzên Kurdî kirin di êrîşkirina ser toreke tunel û şkeftên ku tundrewan bi kar dianî daku xwe veşêrin.

Hêzên hevbeş "pêşketineke mezin" pêk tînin di nehiştina terorîstan de li zincîra çiyayên Qere Çoxê (li rojavayê Nînewayê) û devera el-kwêr Mexmûr (li başûr û rojhilatê Mûsilê) û Qerejê, sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmerge ferîq Cebar Yawer ji Diyaruna re ragihand.

Firqeya 5mîn a Artêşa Îraqî û hêzên Pêşmerge kendûkospan dideynin daku beşên rêjhilatê Îraqê ewle bikin di wêneyeke ku di 17 Tîrmehê de li ser înternêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Firqeya 5mîn a Artêşa Îraqî û hêzên Pêşmerge kendûkospan dideynin daku beşên rêjhilatê Îraqê ewle bikin di wêneyeke ku di 17 Tîrmehê de li ser înternêtê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Wî got ku operasyon hemû deverên li ser sînorên îdarî yên dikevine navbera herêma Kurdistanê û parêzgehên hevtixûb didine ber xwe.

Operasyonên hevbeş DAIŞê lawaz dikin

"Di dawîya sala 2017an de, terorîstan cihek ji xwe re li deverên sînorî yên [îdarî] yên ewlehî li wan lawaz e bi dest xist, wan ew weke qadên destpêkirina êrîşan li dijî bajarok û gundên hebtixûb bi kar anî," Yawer got.

Wî got ku wan êrîşên bi rêya nîşanbazan û bombebarankirinan pêk anîn û cotkar revandin bi kar anîn û gef xwarin ku ew dê zadên wan bişewitînin eger ew bacan nedin.

"Em aniha dixwazin ku em bi temamî çalakîya terorîstan tine bikin ligel alîkarîya ji alîyê hevpeymanîyê û hevkarîya bi hikûmeta federal re," wî got.

Yawer got ku berpirsên Wezareta Pêşmerge du gerên nû yên giftûgoyan meha bûrî bi berpirsên Wezareta Berevanîyê ya Îraqî re li dar xistin.

Wî got "me danîna mîkanîzmekê bo hevkarîya ewlehî û serbazî, berdêlkirina agahîyan û bicihanîna operasyonên hevbeş ên armanc dikin ku valahîyên ewlehî li deverên ku ewlehî li wan lawaz e dagirin nîqaş kir".

"Em bi hev re kar dikin daku em planekê deynin ku karekê hevaheng ê dualî misoger dike bo ku em terorîzmê têk bibin," wî got.

Wî dîyar kir ku hêzên Pêşmerge piştgirîya artêşa Îraqî kir di qonaxa çarem a pêngava serbazî ya "Lehengên Îraqê" de li parêzgeha Diyalayê di rêya heşdkirina yekîneyan ber bi xetên pêş ve daku nehêlin çekdar birevin.

Bangewazî bo berdewamkirina hevkarîyê

DAIŞ rastî derbeyên giran hat ên ku çalakî û şîyana wê bo tevgerê lawaz kirin, parlementerê Îraqî Nesar Herkî, yê ku komîteya berevanîyê û ewlekarîyê de kar dike got.

Lê dimîne hîn endamên DAIŞê hene, heta eger bi hejmarine piçûk jî bin.

Wî got ku aniha ew li devera di navbera parêzgehên Diyala, Kerkûk û Selahedînê de bi cih in û li deverên Xaneqîn, Qere Çox, deverên li ser sînorê Sûrîya û Îraqê û deverên hestyar li derdora paytextê, ên weke Kemera Bexdayê tên naskirin.

Bidawîkirina hebûna van çekdaran "hewcedarîya wê bi gelek operasyonên lêgerînê û êrîşan heye daku hemû valahîyê ewlekarî werin dagirtin", Herkî got, bang kir ku hevkarî û operasyonên hevbeş ên berfireh di navbera artêşê û Pêşmerge de berdewam bikin.

Pisporê ewlekarî Sefa Asem teqez kir ku ji herdu alîyan ve gavên erênî hatin dan û di dema tê de "dê heta gelek hevkarîya dualî" hebe.

Hêzên Pêşmerge hevkarine serke ne di xebatên têkbirina DAIŞê de, herwiha Hevpeymanî jî, wî ji Diyaruna re got.

Asem got ku hêzên hevpeymanîya navdewletî piştgirîya operasyonên Pêşmerge kirin di rêya dabînkirina agahîyên hewalgirî ji wêneyên satelyt yên pêşketî û di rêya pêkanîna misyonên koleçanê yên bi dronan, êrîşan û serdegirtinên serbazî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500