Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Operasyonên hewalgirîya Îraqî fişareke mezin li li ser DAIŞê çêdikin

Xalid Taî

Hêzên Ajansa Dijî Terorîzmê du endamên DAIŞê girtin di nîvê Tîrmehê de. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Hêzên Ajansa Dijî Terorîzmê du endamên DAIŞê girtin di nîvê Tîrmehê de. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî bi sedan endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di van her sê mehên dawî de girtin li ser bingeha operasyonên hewalgirî yên armanc dikin ku fişarê li ser rêxistina terorîst zêde bikin.

Di meha Gulan û Hezîranê de, hêzên ewlekarî 419 endamên DAIŞê yên tên xwestin ji ber tawanên terorîst girtin, li gorî Ebû Elî Besrî, birêveberê yekîneya hewalgirîya Siqûr ya Wezareta Karê Hundir.

Girtin di encama zincîreke operasyonên ast-bilind de hat bi birêveberîya yekîneyên hewalgirîyê û yên dijî terorîzmê li gel alîkarîya bi Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Wezareta Berevanîyê re li heft parêzgehan di nav wan de Enbar, Nînewa, Kerkûk û Bexda.

DAIŞ plan kir ku veşargehan ji çekan û endamên xwe re ava bike, weke hewldanekê da ku wan ji operasyonên şopandinê û çavdêrîya hewalgirîya Îraqî biparêze, Besrî di 22yê Tîrmehê de got, li gorî raportên mîdyaya xwecihî.

Hêzên hewalgirîyê yên girêdayî artêşa Îraqî çek û teqemenîyan kifş dikin li veşartgeheke DAIŞê li Kenanê li parêzgeha Diyalayê, di nîvê Tîrmehê de. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Hêzên hewalgirîyê yên girêdayî artêşa Îraqî çek û teqemenîyan kifş dikin li veşartgeheke DAIŞê li Kenanê li parêzgeha Diyalayê, di nîvê Tîrmehê de. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

"Lê belê, ew veşartgeh hemû ji dest wan çûn bi saya operasyonên ast-bilind, ên ku şiyanên çêkirina teqemenîyên bidestçêkirî û şiyana locestîk lawaz kirin," wî got.

Şanên DAIŞê hatin jihevxistin

Operasyonên hewalgirîyê û Ajansa Dijî Terorîzmê berdewam bûn di Tîrmeh û Tebaxê de, ku 28 terorîst hatin girtin di navbera 1 û 24ê Tîrmehê de li Enbar, Mûsil û Selahedînê, li gorî Birêveberîya Hewalgirîya Serbazî.

Pisporekî kolana tunelan ê DAIŞê û endamekî pispor di dabînkirina "sponserîyê ji DAIŞê re" (mûçe û alîkarîya darayî ji endamên DAIŞê û malbatên wan re) di nav wan kesên girtî de bû, li gorî Birêveberîyê.

Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî du operasyonên mezin bi cih anîn di 21ê heta 23yê Tîrmehê de, şirovekarê ewlekarî yê Îraqî Heysem Xezelî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku operasyona yekem girtina şaneke terorîst a xeternak a ji sê endaman encam da ku cihên wan li parêzgehên Kerkûk û Selahedînê hatin şopandin.

Operasyona duyem girtina du endaman encam da, yek ji wan destên wî di komkujîya Kampa Spayker (akademîya Asmanî ya Tikrîtê) di sala 2014an de hebû.

Hêzên Îraqî roja Duşemê (3yê Tebaxê) herwiha heft endamên DAIŞê yên dihatin xwestin li parêzgeha Nînewayê girtin, Wezareta Karê Hundir di daxuyanîyekê de got.

Xezelî got ku xebatên hewalgirîyê hinek pêşketinê pêk tînin ji ber hêzên ewlekarî xwe dispêrine jêderên bêbawer û mikurhatinên terorîstên girtî.

Wî got ku hêzên Îraqî "şarezayîya ewlekarî wergirtin têkildarî planên dijmin û belavbûna endamên wî".

Xezelî got ku operasyonên ewlekarî jihevxistina hejmareke şanên razayî yan ên çalak li deverên gundewarî li beşên bakur û rojhilatê welat û li biyabana rojavayî encam da û binesazîya rêxistinê wêran kir û rê li ber xetên wê yên dabînkirinê jî girt.

Wî got ku di nav kesên hatine girtin di meha Tîrmehê de terorîstekî bi navê "Ebû Ayşe" yê ku pisporekî di warê teqemenî û siwareyên bombekirî de li gel du hevrêyên wî.

DAIŞ rastî fişareke mezin tê

Parlementerên Îraqî berdewam têkilîyê bi artêş polîs û fermandarên hewalgirî re dikin da ku operasyonên ewlekarî yên berdewam nîqaş bikin, parlementerê Îraqî Keteh Necman Rikabî, yê ku endamê komîteya berevanî û ewlekarî ye, got.

Di rêya berdewamkirina xebatên ewlekarî mil bi mil, ew di van çend mehên dawî de dest pê dikin dibînin ku qayimkirina serbazî ya dîyar heye da ku rê li ber şanên DAIŞê asê bikin, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku cudahîya vê operasyona ewlekarî ya aniha li dar ew e ku ew ji du beşan e. Ji alîyekî ve, ew arastekirî ye ber bi bicihanîna operasyonên gelekî berfireh ve -- mînapêngava serbazî ya "Lehengên Îraqê" -- bo paqijkirina rûberine berfireh ji kendûkozên zehmet ên gelek şkeftên xwezayî di wan de hene.

Ji alîyekî din ve, ew xwe dispêre operasyonên ewlehî yên lezgîn ên heta asteke mezin xwe dispêrine agahîyên hewalgirî yên têne berhevkirin ji alîyê armancine ku vê dawîyê hatine destnîşankirin.

"Vê fişarê terorîst lawaz kirin û negengaz e ku ew ti deverê kontrol bikin an jî gefeke rast bisepînin," Rikabî got. "Tektîka wan a tek ew e lêxistin û rev."

"Ji bo ku rêxistin parçebûyî bimîne, divê êrîşên ku şan û hemêzkerên wê armanc dikin bêrehm bin û divê em niştecîyên xwecihî han bidin da ku berdewam bikin piştgirîya hêzên ewlekarî bikin ji ber ew faktorekî bingehîn in di hevsengîya parastina aramîyê de," wî got.

Herwiha Ebdul Xaliq Ezawî, endamekî din ê komîteya berevanîyê û ya ewlekarîyê ya parleman, girîngîya hewalgirîyê di şerê li dijî terorîzmê de teqez kir.

"Di hewldanekê de bo parastina destkeftîyên ku di şer de hatin bicihanîn, hewcedarîya me heye ku em bawerîya di navbera niştecîyên xwecihî û hêzên wan diparêzin biparêzin," wî ji Diyaruna re ragihand.

"[Hewcedarîya me heye] ku em niştecîyên bêwar vegerînin gundên wan ûgundên bêxwedî... ên dibe ku penageheke ewle ji terorîstan re dabîn bikin careke din ava bikin," Ezawî got.

Wî dîyar kir ku bo misogerkirina bawerîya xelkê bi hêzên ewlekarîyê, divê hewalgirî bêqisûr be û nebe sedema girtina kesên bêguneh.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500