Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Polîsên li pey kuştina xwenîşanderên Îraqî tên girtin

Xalid Taî

Tifing û guleyên di êrîşên li ser xwenîşanderan de hatin bikaranîn li nêzî Meydana Tehrîr li Bexdayê di vê wêneyê de tên dîtin. [Wêne ji Wezareta Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Tifing û guleyên di êrîşên li ser xwenîşanderan de hatin bikaranîn li nêzî Meydana Tehrîr li Bexdayê di vê wêneyê de tên dîtin. [Wêne ji Wezareta Hundir a Îraqî hatiye wergirtin]

Sê endamên polîs ên destên wan bi xwîna xwenîşanderan li Meydana Tehrîr li Bexdayê vê heftîyê sor bûbûn hatine destgîrkirin, Wezareta Hundir a Îraqê Pêncşemê (30 Tîrmehê) ragihand.

Şer û pevçûn êvara Yekşemê li nêzî Meydana Teyeran di navbera hêzên ewlekarîyê û xwenîşanderan de ji ber nebûna kehrebeyê di vê germa dijwar de dest pê kirin, ku ev yekem car e bûyereke wiha pêk tê ji dema ku Mustefa Kazimî di meha Gulanê de dest bi kar kir.

Piştî ku du xwenîşander di tundîyê de hatin kuştin, Kazimî 72 demjimêr dan ajansên ewlehîyê bo ew encamên lêpirsîneke di bûyerê de eşkere bikin.

"Li gorî dîdvan û datayên beşê bijîşkîya tawanzanî, bi tifingên nêçîrê" du xwenîşander hatine kuştin, Wezîrê Hundir Osman Xanimî ji rojnamevanan re Pêncşemê ragihand.

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî roja 29ê Tîrmehê serdaneke nişkayî bo zindana Balefirgeha Musenayê li Bexdayê pêk anî bo piştrastbûn ku tu xwenîşander li wir ne girtî ne. [Wêne ji ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mustefa Kazimî roja 29ê Tîrmehê serdaneke nişkayî bo zindana Balefirgeha Musenayê li Bexdayê pêk anî bo piştrastbûn ku tu xwenîşander li wir ne girtî ne. [Wêne ji ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Wezîr navên sê endamên polîs eşkere kirin û çek û cebilxaneya ku wan bi kar anî bû nîşan da, AFP ragihand.

Tifingên nêçîrê bi sê kesan re bûn, "ên ku li ser berpirsyarîya xwe ew bi kar anîn", wî ji rojnamevanan re got.

Xanimî eşkere kir ku ew sê polîs mukur hatin ku wan çek bi kar anîne û ew ji karên xwe hatin bidûrkirin, û da zanîn ku rêkarên dadwerî berdewam in.

Wî dîyar kir ku lêpirsîneke hatibû vekirin ji ber polîsê federal hatin belavkirin "bo gulan di hewayê de berdin", ku ev yek jî vajî fermanên serokwezîr, ku serokê hêzên çekdar e, bû ku wî gotibû divê gule û agir neyên bikaranîn.

Xanimî bang li xwenîşanderan kir ku aştîya xwenîşandanên xwe biparêzin.

Hevdem, Kazimî serdaneke nişkayî bo zindana navendî ya lêpirsînê li Balefirgeha Musenayê, li Bexdayê, êvara Çarşemê pêk anî.

Armanc ji serdanê "naskirina rewşa zindanîyan e û piştrastbûn ku tu xwenîşander li wir ne girtîn e", hikûmetê di daxuyanîyekê de got.

''Gaveke erênî"

Lêpirsîna di kuştina xwenîşanderan de "ya yekem de ku encamên wê ji raya giştî re werin eşkerekirin, bi zelalî û di demeke kurt de", çalakgerekî mafê mirov ku xwest navê wî neyê eşkerekirin ji Diyaruna re ragihand.

Wî bal kişand ser ku hikûmeta nû soz da ku ew dê nehêle tundî li hember xwenîşanderan were bikaranîn û dê azadîya derbirînê û mafê rewa yê pêkanîna xwenîşandanên aştîyane misoger bike, "ku makzagona Îraqî vê yekê weke mafekî serekî dibîne".

Wî dîyar kir ku dema ku tundî vê heftîyê qewimî, hikûmet bilez kete tevgerê de "ev yek jî di dema hikûmetên din de nedihat dîtin ji dema ku xwenîşandan Cotmeha borî dest pê kirin", wî got.

Hikûmetê Pêncşemê ragihand ku 560 kes di xwenîşandanan de ji Cotmeha borî ve hatine kuştin, tev kesên ku di vê heftîyê de hatin kuştin.

"Hêvî dikim ku hikûmet li vir raneweste," çalakger got û bang kir bo vekirina lêpirsînan di hemû tundîyên li dijî xwenîşandanan, ku hêzên çekdarên li derveyî kontrola hikûmetê û Îran piştevanîya wan dike bi wan tên tawanbarkirin.

Wî teqez kir ku divê milîtanên li pey kuştina xwenîşanderan "rastî peygerînê werin û divê her çi qas zû be herdu werin eşkerekirin".

Wî got ku divê hikûmet selamet û ewlehîya xwenîşanderan misoger bike, ji ber ku ew nunertîya hêzeke mezin dikin ku ew piştgirîya ajansên dewletê yên dixwazin ku gendelîyê nehêlin û serwerîya yasayê bisepînin dike.

Hikûmeta Îraqî Pêncşemê got ku ew dê her 560 kesên di xwenîşandanan de weke şehîd meyz reçav bike û ew dê malbatên wan bi 10 milyon dînarên Îraqî (dora 8,400 dolar) qerebû bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500