Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî û Pêşmerge operasyonekê li dijî DAIŞê pêk tînin

Xalid Taî

Hêzên Ajansa Dijî Terorîzmê û hevtayên wan ên Kurd bi hev re kar dikin da ku bidine dûv endamên DAIŞê weke beşekî ji qonaxa çarem a pêngava serbazî "Lehengên Îraqê". [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Ajansa Dijî Terorîzmê û hevtayên wan ên Kurd bi hev re kar dikin da ku bidine dûv endamên DAIŞê weke beşekî ji qonaxa çarem a pêngava serbazî "Lehengên Îraqê". [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Ewelkarî yên Îraqî û Pêşmerge bi hev re kar kirin di qonaxa dawî ya pêngava serbazî ya "Lehengên Îraqê" de daku parêzgehên Sulêmanî û Diyalayê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) paqij bikin.

Qonaxa çarem a operasyonê di 11ê Tîrmehê de dest pê kir û ew di encama zincîreke civînên derbarê ewlehîya dualî de bû ya ku di sala 2018an de dest pê kir.

Ji çaxê ku DAIŞê girte ser rûberine berfireh ji Îraqê di sala 2014an de, Hêzan mil bi mil ûer kir daku erdan ji destê rêxistinê vegerînin.

Lê ev hevkarî kêm bû ji ber alozîyên siyasî di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdistanê de piştî refrendûmeke Îlona 2017an de ku Kurdên Îraqî vegerîyan û serxewbûn ji herêma xwe ya bakurî re xwest.

Çavdêr dibêjin ku hevkarîya di navbera Hêzên ewlekarî yên Îraqî û Pêşmerge di qonaxa çarem a pêngava serbazî ya "Lehengên Îraqê" girîng e bo têkbirina DAIŞê û bo başkirina rewşa siyasî. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Çavdêr dibêjin ku hevkarîya di navbera Hêzên ewlekarî yên Îraqî û Pêşmerge di qonaxa çarem a pêngava serbazî ya "Lehengên Îraqê" girîng e bo têkbirina DAIŞê û bo başkirina rewşa siyasî. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Ewlekirina deverê

DAIŞ sûd ji wan alozîyan wergirt û karîbû ji xwe re şanên wê hemêz bikin çêke ji ber sîstemeke ewlekarî ya hêzad nebû, berpirs dibêjin û anîne ziman ku serkeftina operasyona hevbeş a vê dawîyê mizgînîya xêrê dide bo karê hevkar di pêşerojê de li dijî rêxistina terorîst.

"Piştî refrendûma 2017an, terorîstan derfeteke zîrîn dît ku xwe veşêrin û minawerê bikin li devera ku hêzên Îraqî ji pêşmerga cuda dike," Xalib Muhemed Elî, endamekî parlemanê yê Kurd yê ku nûnerîya parêzgeha Sulêmanîyê dike ji Diyaruna re got.

Dever fireh e, şeş parêzgeha dide ber xwe û li hin deveran dibe ku firehtir be û bigihe kurahîya 15 kîlometran.

Elî got ku operasyona serbazî ya hevbeş gelek dever di navbera parêzgehên Sulêmanî û Diyalayê de dane ber xwe, deverên ku penagehên ewle bûn ji DAIŞê re.

Ev dever Elyewah, Neft Xane û Qure Taba , herwiha gundên li derdora Xaneqînê dikevinKefrî, Buheyra û girên Hemrîn dihewîne.

Elî got ku deverên dûrdest hatine ewlekirin û "bi dehan veşartgeh û asêgehên terorîstan bi saya operasyonê hatin wêrankirin".

Wî girîngîya berdewamîya operasyonên hevbeş ên mîna van û xalên pêşkinînê yên ewlekarî yên hevbeş teqez kir bo kontrolkirin û ewlekirina erdan.

Dever bala endamên terorîst dikişîne ji ber kendûkozên zehmet, û hebûna erdên çandinîyê û nêzîkbûna wê ji bîr û zevîyên neftê re, yê dibe ku bibe jêdereke dahatê ji çalakîyên terorîst re dabîn bike, Elî got.

"Hêzên Ewlekarî yên Îraqî berdewam dikin şîyana xwe weke hêzeke hevgirtî rastnîşan dide, heta di operasyonên aloz de,"lîwayê Hêza Cewî ya Amerîkî Kenneth P. Ekman got di 23yê Tîrmehê de, piştî dawîya qonaxa çarem a operasyona "Lehengên Îraqê".

"Devera ku ew [DAIŞ] lê li penagehê bigere Hêzên Ewlekarî yên Îarqî dê wan bibînin," wî got.

"Gefa DAIŞê kêm dibe"

Ji çaxê qonaxa Yekem dest pê kir di meha Hezîranê de, pêngava "Lehengên Îraqê" dora 18,000 kîlometrên çargoşeyê dane ber xwe, ji şerîta sînorî bi Îranê re li bakur û rojhilatê Dyalayê heta sînorê îdarî bi herêma Kurdistanê re.

Qonaxa çarem destpêka hevkarîyê bi hêzên Kurdî re nîşan dide, ya ku beşek ji sîstema berevanî ya Îraqê ye û ya ku beşdarbûna wê girîng bû di têkbirina DAIŞê de, pisporê di warê ewlehî de Sefa Asam got.

"Hevkarîya dualî gaveke pêşwazkirî bû ku alîkarîyê di çareserkirina pevçûnên siyasî yên ku bandora wan bi awayekî neyînî li rewşa ewlekarî heye dike li deverên ku herdu hêz digihine hev, deverên ku terorîst bi kar tînin daku êrîşên xwe pêk bînin," wî ji Diyaruna re got.

Beşek ji xebata hevbeş operasyonên daxistin û maliştinê yên ji alîyê Ajansa Dijî Terorîzmê û hevtayên wan ên Kurdî hatin bicihanîn li deverên ku ji sala 2003yan ve hêzên îraqî negihane wan.

Herwiha berpirsên xwecihî pesnê vegera xebatên hevaheng di navbera Hêzên Ewlekarî yê Îraqî û hêzên Pêşmerge de kir.

"Ev geveke mezin e di rêya rast de," Nîzar Lehîbî, birêveberê îdarî yê Behrez li parêzgeha Diyalayê, got.

"Destpêkirina hevkarîyê [bi hêzên Pêşmerge re] girîng bû ji ber DAIŞê xwe careke din da hev û gefeke mezin ji gelek bajarokan re çêdikir li bakurê Muqdadîya, Celewla û Xaneqînê," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku êrîşên terorî yên li pey hev mirina sivîl û serbazan encam da, lê ji çaxê pêngava serbazî ve, "rewş aram e û gef kêm dibe."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500