Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirs: hevpeymanî alîkarîyê bi Îraqê re dike bo berdewamkirina şerê li dijî DAIŞê

Hesen Obêdî li Bexdayê

Leşkerên Îraqî û leşkerên artêşa Amerîkî yên kar dikin weke beşekî ji hevpeymanîya navdewletî li dijî DAIŞê li Baregeha Cewî ya K1 li nakur-rojavayl Kerkûkê digerîn di 29ê Adarê de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Leşkerên Îraqî û leşkerên artêşa Amerîkî yên kar dikin weke beşekî ji hevpeymanîya navdewletî li dijî DAIŞê li Baregeha Cewî ya K1 li nakur-rojavayl Kerkûkê digerîn di 29ê Adarê de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Piştgirîya cewî ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve di van mehên dawî de bingehîn bû bo serkeftina operasyonên serbazî yên Îraqî daku "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) têk bibin, berpirs û şirovekarên serbazî yên Îraqî got.

Dema ku welat derdê qeyrana darayî dikişîne, piştgirîya hevpeymanîyê derfet da artêşa Îraqî ku şerê li dijî DAIŞê berdewam bike bê rawestan, wan got.

Di Tîrmehê de, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş êrîş îlan kirin, ligel hevahengîya bi hevpeymanîya navdewletî re, li ser cihên bermayîyê DAIŞê li Girava Bîcîyê û li parêzgeha Selahedînê.

Herwiha êrîş li çîyayê Qere Çox û Mexmûrê li rojavayê Nînewayê û li Girên Hemrînê li rojavayê Enbarê hatin bicihanîn.

Hejmareke mezin a bermahîyên DAIŞê di van êrîşan de mirin, tunel û veşartgeh hatin wêrankirin û çek jî hatine desteserkirin.

Alîkarîya cewî û piştgirîya lojestî yên hevpeymanîyê alîkarî bi hêzên Îraqî re kir ku destkeftîyên mezin li dijî DAIŞê pêk bîbin di van mehên dawî de, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyarunare ragihand.

Vê yekî piştgirîya artêşa Îraqî û firqeyên ewlekarî yên din kir di pêngava serbazî ya "Lehengên Îraqê" de.

Hevpeymanîyê xwe helwestdar kir

Dema ku qeyrana darayî gef kir li temwîlkirina terxankirî ji operasyonên serbazî yên DAIŞê armanc dikin re, hevpeymanîyê gavek da daku "vê lêçûnê ji dêvla Îraîyan bigire ser milên xwe", berpirsekî serbazî ji Fermandarîya Operasyonên bakurê Nînewayê got.

Bi rêya dabînkirina alîkarîya cewî ji hêzên Îraqî, hevpeymanîyê bi milyonên dolaran ji hikûmetê re parastin, berpirsê serbazî teqez kir.

Hêzên Îraqî yên didine dûv bermayîyên DAIŞê li deverên mîna Zemar, Mexmûr, Qere Çox (li navçeya Mexmûrê), Horan û Girên Hemrînê di kendûkozên zekmet de kar dikin û hewcedarîya wan bi parastinê heye, li gorî heman berpirsî.

Hevpeymanîya navdewletî alîkarî kir di kêmkirina mirinê di nav leşkerînê Îraqî de, pisporê serbazî Ehmed Husên Xefacî, yê ku endamekî Komeleya Kevneşervanan a Îraqî got.

Qeyrana darayî zor li Îraqê kir ku operasyonên xwe li dijî DAIŞê kêm bike, wî ji Diyaruna re got, lê hevpeymanîyê destêwerdan kir daku piştgirîya balefirên Îraqî bike di rêya bikaranîna helîkopteran an balefirên şer û di rêya ku lêçûnên van opersyonan girtine ser milê xwe.

Dibe ku lêçûna van operasyonan bigihe 250 dolar her roj, Xefacî got, heta bê lêçûna mûşek û cebilxaneyan jî.

Wî got ku piştgirîya ji alîyê balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî "heta asteke mezin dema operasyon û misyonên serbazî kêm kir".

Wî anî ziman ku Hêza Cewî ya Îraqî ya weke beşekî ji hevpeymanîya navdewletî kar dike "di bombebarankirina çeperên DAIŞê de beşdar nebû lê wê alîkarî di çavdêrîkirina çalakîya terorîst li ser sînorê Sûrîyayê kir û Îraq bi wêneyên satelît yên girîng dabîn kir".

Propegandaya Îranî bi bin dikeve

Kenalên propegandayê yên Îranî li Îraqê yên xizmeta berjewendîyên milîsên Îraqî yên Îran piştgirêya wan dike dikin "bi bin ket di kêmkirina rola hevpeymanîya navdewletî li Îraqê", lêkolîner Ehmed Cenabî li Navenda Nehrên bo Lêkolînan got.

"Beşdarbûna hevpeymanîya navdewletî di operasyonên serbazî yên artêşa Îraqê de bûye faktorekî bingehîn," wî ji Diyaruna re ragihand.

Hêzên hevpeymanîya navdewletî alîkarî bi Îraqê re kir daku "valahîyên ewlekarî bigire, datayên ji çavdêrîya cewî enalîz bike, sînorê bi Sûrîyayê re ewle bike, û çavdêrîya tevgera endamên DAIŞê bike", Cenabî got.

Yekrêzîya berfireh di nav Îraqîyan de ku hevkarîya Îraqê bi welatên hevpeymanîya navdewletî re "ewlehî û aramîyê tîne, ev yek li dijî propegandaya ku milîs belav dike", wî got.

Wî got ku berevajî wê yekê, milîsên hevalbedên fermandarê Feyleqê Qudis a Pasdaraên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Îsmaiîl Qaanî, "nikarin tiştekî bikin" û tenê xizmetê dikin ku gefê li ewlehî û aramîya Îraqê bixwin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500