Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraqî gazinan ji milîsan dikin ji ber revandina jineke Alman

Faris Omran

Welatîya Alman Hella Mewis di 20ê Tîrmehê de li orta Bexdayê hat revandin. [Wêne di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Welatîya Alman Hella Mewis di 20ê Tîrmehê de li orta Bexdayê hat revandin. [Wêne di mîdyaya civakî de hatiye belavkirin]

Çalakgerên Îraqî bang li desthilatdarîya ewlekarî dikin ku çi dest wan derkeve bikin da ku welatîya Alman a ku di (20ê Tîrmehê) de li Kolana Ebû Newas li Bexdayê hat revandin azad bike.

Hêlla Mewis, a ku programekî hunerê di koma hunera Îraqî Terkib de bi rê ve dibe, ji ofîsa xwe derket û li bisikleta xwe siwar bû dema du navgîn, yek ji wan pîkapeke spî bû, hatin dîtin çawa wê direvînin, jêdereke ewlekarî û hevalekî ji AFP re ragihand

Hêzên ewlekarî yekser dest bi operasyonekê kir da ku li Mewis bigerin, tîmek çêkir ku ji hêzên ajansa hewalgirîyê û karmendên polîsê tawankar pêk tê da ku peygerînê derbarê vê dozê bikin.

"Xebat berdewam in da ku cihê welatîya Alman nas bikin û misoger bikin ku wê berdin," peyvdarê Wezareta Karê Hundir lîwa Saed Maen got.

Hella Mewis, a ku programeke hunerê di koma hunera Îraqî Tarkib de bi rê ve bir, hat revandin dema ew ji ofîsa xwe derdiket di 20ê Tîrmehê de. [Wêne di mîdaya civakî de hatiye belavkirin]

Hella Mewis, a ku programeke hunerê di koma hunera Îraqî Tarkib de bi rê ve bir, hat revandin dema ew ji ofîsa xwe derdiket di 20ê Tîrmehê de. [Wêne di mîdaya civakî de hatiye belavkirin]

"Gelekî guh dane dozê," wî got û dazanîn ku Wezîrê Karê Hundir Osman Xanimî hêzên ewlekarî şandin da ku operasyonên lêgerînê zêde bikin.

Wezareta Derve ya Alman roja Sêşemê got ku piştî bûyerê tîmekî krîzê hat çêkirin.

"Divê desthilatdarî çarenûsa çalakgerê nas bikin,tawankaran jî bigirin û ji ber vê kiryara kirêt wan darizîne" Xazî Fêsel Husên, şêwîrmendekî Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratejîk, got.

Divê mirov di "kiryarên tisonek" ên mîna van nebuhure, wî ji Diyaruna re got, bang kir bo peygerîneke zelal.

"Em rastî tawanên xeternak ên ku gefê li ewlekarîya neteweyî dixwin tên," wî got û anî ziman ku kesên berpirs derbarê tawanên mîna van berhengarîya serwerîya qanûnê dikin.

Armanca wan ew e ku tevlihevîyê belav bikin û Îraqê ber hilweşanê ve bibin, heybeta sazemenîyên dewletê kêm bikin û bihêlin ew xuya bike ku nikare parastinê ji welatî û niştecîyên xwe re û ji berjewendîyên biyanî re dabîn bike.

Revandina biyanîyan

Gelekî gengaz e ku milîsên hevalbendên Îranê li pey revandina welatîya Alman bin, pisporekî serbazî Celîl Xelef ji Diyaruna re got.

Xelef teqez kir ku ev milîs bi berfirehî bi zincîreke operasyonên revandin û kuştinê li Îraqê hatin tuhmetkirin ji çaxa ku xwenîşandanên cemawerî dawîya sal par dest pê kirin.

Dora 550 kesî di kiryarên tundîyê yên girêdayî xwenîşandanan mirin, di nav wan de bi dehan çalakgerên ku bi fîşekên ji alîyê mêrên nenaskirî ve hatin kuştin, gelek caran li ser motoran bûn.

Bi dehan hatin revandin, hin ji wan di pişt re li nêzî malên wan hatin berdan. Lê cihê yên mayî nenaskirî ye.

Efûya Navdewletî rexne li bûyeran kir ji ber ew "pêngaveke kujer a zêde ji zêdegavî, tirsandin, revandin û kuştina bi qesd li dijî çalakger û xwenîşanderan e".

Vê salê revandina biyanîyan heta asteke nîgeranbar bilind bû.

Şeva Sersalê, du rojnamevanên Frensî yên serbixwe weke rehîne bo 36 saetan hatin girtin û sê xebatkarên Fransî yên di rêxistinên nehikûmî de kar dikin bo du mehan hatin girtin.

Ev "wekîlên tarî" hewl didin ku ziyanê bigihînin navûdengê Îraqê, wê ji civaka navdewletî îzole bikin û navûdengîya wê xirab bikin di rêya ku bidine xuyakirin ku Îraq dimîne "jîngeheke ne ewle û xeternak", Xelef got.

"Peyamên tirsandinê"

"Ev peyameke tirsandinê ji weberhêner, aborvan û ew kesên ku bi rêxistinên navdewletî re kar dikin û ji mîsyonên piştgirîya navdewletî re ye," Xelef got.

Dê tu aramî, pêşketin û dewlemendî tine be "her çi qas ku ev kom dibînin ku ew nayêne muhasebekirin û dikarin ji ciza birevin", wî anî ziman.

"Em ji hikûmetê dixwazin ku hemû desthilatdarîyên xwe bi kar bîne da ku li Mewis bigere û wê bi awayekî ewle vegerîne malbat, heval û heskerên wê û muhaseba revîneran bike,".

"Mewis hevaleke Îraqîyan e, ya ji mîrat û çanda welat hes dike, delîl li ser vê yekê ku ev çend sal in ew li Bexdayê dijî û alîkarî di rahênankirina ciwanên Îraqî derbarê huneran de kir," wî anî ziman.

Ji çaxê revandinê ve, medyaya civakî li ber lehîya şandinên ji alîyê çalagerên Îraqî ve çû, yên bo berdana wê bang dikin li jêr haştaga #hellamewis_azad_bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev yek rû daye ji ber ku ewlehî li Bexdayê tune ye, lewra wiha hatiye serê radyoya Karbulî. Ev wêrankarîya li ser destê milîsan dikare bigihêje hemû sazîyên ragihandinê. Lewra, ez pêşinyar dikim ku hûn biçin Enbarê, ji ber ku milîs li wir tune ne. Herwiha, li Enbarê kamîra li her deverê hene û çavdêrîya sînorê wê dikin, ji Felûcayê bigire, heta bi rêya diçe sînorê bi Sûrîya û Urdunê. Em aniha dikarin vê yekê bikin heta wî çaxê ku em ji nav destên milîsan rizgar bibin û karîbin careke din vegerin Bexdayê.

BERSIV BIDE

Bobelateke!

BERSIV BIDE