Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

hêminîyeke şikeva li Idlibê heye piştî bombebarên ji hêa rejîma Sûrî û alîgirên wê ve

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Piştî êrîşên asmanî yên Rûsî li ser bajarê Erîhayê li rojavayê gundewarê Idlibê dûman bilind dibe. [Wêne ji Idlib Urgent hatiye wergirtin]

Piştî êrîşên asmanî yên Rûsî li ser bajarê Erîhayê li rojavayê gundewarê Idlibê dûman bilind dibe. [Wêne ji Idlib Urgent hatiye wergirtin]

Hêminîyeke şikeva destê sibeha Çarşemê (15ê Tîrmehê) konê xwe vegirt piştî nûbûna êrîşên asmanî yên Rûsî û topbaranên topavêja rejîma Sûrî yên Sêşemê gelek dever li gundewarên parêzgehên Idlib û Lazqiyayê kirin armanc, çalakgerekî herêmî got.

Êrîşên asmanî û bomebarana rejîma Sûrî û milîsên girêdayî wê ziyan gihandin hejmarek ji sivîlan, çalakgerê Idlibê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Wî anî ziman ku balafirên Rûsî gelek êrîşên asmanî li ser Benînê li başûrê gundewarê Idlibê û çiyayên Kebanayê li bakurê gundewarê Laziqiyayê pêk anîn, hêzên rejîmê û milîsê bi ser wê ve jî gelek dever li gundewarê rojavayî yê Idlib armanc kirin.

Idlibî da zanîn ku bi taybet gundê Hmêmat û bajarê Erîhayê hatin armanckirin, ku kesek hat kuştin û hejmarek ji sivîlan jî birîndar bû.

Ev mala li gundewarê Idlibê hat wêrankirin dema dever rastî bombebarana hêzên rejîmê hat. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Ev mala li gundewarê Idlibê hat wêrankirin dema dever rastî bombebarana hêzên rejîmê hat. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Wî da zanîn ku êrîşên asmanî wêranîyeke mezin çêkirin, ji ber ku bombeyên germî yên (fezabar) hatin bikaranîn, herwiha rejîmê jî avêjerên mûşekan di bombebarana xwe de bi kar anîn.

Pagereke hevbeş hat armanckirin

Ev êrîşa nişkayî, piştî demeke aramî ku ji Adarê de li dar bû hat, weke beşekî agirbestê, ku sê leşkerên Rûs Sêşemê ji ber teqandina bombeyeke bidestçêkirî li ser rêya M4 a li Idlibê birîdar bûn.

AFP ragihand ku leşkerên Rûs pagereke hevbeş bi hêzên Turkî re pêk tanîn, û gelek leşkerên Turk jî di teqînê de birîndar bûn.

Idlibî herwiha anî ziman ku gelek dever li Idlib û Hemayê jî di çend rojên derbasbûyî de rastî bombebarana rejîma Sûrî û milîsên bi ser wê ve hatin, ku sivîlin birîndar bûn, hinek samanên taybet wêran bûn û bi dehan kes koç bûn.

Gelek malbat revîyan deverên ewle li Idlibê û deverên li ser sînorê Turkî- Sûrî.

Idlibî dîyar kir ku deverên hatin armanckirin gundê Qeldîn, Qahîra, Qofîn, Ernebe, Serce, Riwêha û Eyn al- Arûsa, û Dêr Sinbil li devera Cebel Zawîyê bûn.

Idlibî da zanîn ku operasyonên serbazî yên nû fişarek mezin li sivîlên li Idlibê kirin, ku ev yek ligel kêmhatina alîkarîyên xwarinê yên navdewletî tê.

Wî got ev yek li derbasbûna alîkarîyandi yek dergeha re ku di Tirkiyê re derbas dibe vedigereherwiha belavbûna nexweşîya vayrusa Koronayê li bakur-rojavayê parêzgehê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500