Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

2 Sûrî li Almanyayê tên girtin ji ber wan alîkarî di kuştinên ku komeke tundrew pêk anîbû kir

AFP

Nîşangehek bi Erebî dibêje: "Gulebaranî" li akadîmîyeke serbazî li başûrê Helebê tê dîtin piştî ku Enîya Nusrayê -- ku navê xwe xist Feth el-Şam piştî cudabûna ji Qaîdayê -- îlan kir ku wan du akadîmîyên serbazî û baregeheke serbazî kontrol kirin di 6ê Tebaxa 2016 an de, Rewangeha Sûrî bo Mafên mirov got. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Nîşangehek bi Erebî dibêje: "Gulebaranî" li akadîmîyeke serbazî li başûrê Helebê tê dîtin piştî ku Enîya Nusrayê -- ku navê xwe xist Feth el-Şam piştî cudabûna ji Qaîdayê -- îlan kir ku wan du akadîmîyên serbazî û baregeheke serbazî kontrol kirin di 6ê Tebaxa 2016 an de, Rewangeha Sûrî bo Mafên mirov got. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Du Sûrî li Almanyayê hatine girtin ji ber guman heye ku wan rol di kuştina kesekî de ji hêla komeke tundrew a girêdayî rêxistina Qaîda ve gerandîye, dozgeran Duşemê (13ê Tîrmehê) ragihand.

Yên bi tenê bi navên Xidir A.K. û Samî A.S. hatin nasandin, tên tawanbarkirin ku wan "bi hev re kesek kuştîye ku divê ew li gorî yasaya mafên mirov a navdewletî parastî ye", dozgeran got.

Ew kes hatin girtin û apartmentên wan hatibû pişkinînkirin li Naumburg, li nêzî Leipzig, û li rojavayê bajarê Essen.

Xidir A.K. tevlî koma Xurebaa Muhesen li Sûrîyayê bû, ku ew beşek bû ji koma terorîst a Enîya Nusrayê, berî Tîrmeha 2012an, li gorî dozgeran.

Wê demê, Enîya Nusra beşek ji rêxistina Qaîda bû.

Di 10ê Tîrmeha 2012an de, Xidir A.K. di kuştina mulazimekî di artêşa Sûrî de cih girt, ê ku ji alîyê komê ve hatibû girtin, li gorî dozgeran.

Ew bi pesîvanîkirina zindanî tê tawanbarkirin, ku destê wê girêdayî bû û ew rastî eşkeceke mezin hatibû, berî ew bo cihê bidarvekirinê were veguhestin.

Samî A.S. dîmenê gulebarankirina qurbanîyê kişand û di vîdyoyê "şehnazî dikir" weke propagandayekê ji komê re, dozgeran got.

Xidir A.K. endamê Enîya Nusrayê bû û Samî A.S. alîgirekî wê bû.

Herdu kes pêşberî Dadgeha Dadwerîyê ya Federal (BGH) roja Duşemê bûn û aniha ew di girtîgehê de ne.

Yekem doza dadgehkirinê li ser asta cîhanê ya têkildarî eşkenceyên ku rejîma Beşar Esed kirine meha Nîsanê li Almanyayê hat vekirinpiştî ku qurbanîyan kesên gumanbar dane dest desthilatdarîyan.

Di Hezîranê de, doktorekî Sûrî ku li Almanyayê dijîji ber gumanên encamdana tawanên li dijî mirovahîyê li welatê xwe yê resen hat girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500