Nûçeyên Iraqê
Tendirustî

Şênîyên Idlibê di rewşa alarmê de ne ji belavbûna COVID-19

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî Xûzeyên Sipî nameyeke selametîyê li kampeke bêwaran li Idlibê belav dike bo zêdekirina hişyarîyê têkildarî vayrûsa Koronayê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî nameyeke selametîyê li kampeke bêwaran li Idlibê belav dike bo zêdekirina hişyarîyê têkildarî vayrûsa Koronayê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Idlib rewşeke awarte ya nûjdarî jîyan dike, piştî piştrastkirina hebûna çar rewşên vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) li parêzgehê, tirseke mezin çêkir ji egera ku vayrûs bilez di nava kampan û bêwaran de belav bibe, endamekî Xûzeyên Sipî ragihand.

Rewşa awarte li parêzgeha li bakurê-rojavayê Sûrîyayê hat ragihandin piştî çar rewşên tûşbûna bi vayrûsa Koronayê hatin piştrastkirin -- sê xebatkarên tendirustî û sivîlek -- endamê Xûzeya Sipî li Idlibê Xalid Xetîb ji Diyaruna re ragihand.

Ev herêm warê dora sê milyo kes e, ku gelek ji wan li kampên pir qerebalix dijîn, ku ev rewşa qerebalix dihêle ku egera belavbûna vayrûs zêde bibe.

Rewşa yekem a vayrûsa Koronayê li bakurê-rojavayê Sûrîyayê Pêncşemê (9ê Tîrmehê), ku xebatkarekî tendirustîyê pê ket, ê ku li nexweşxaneyekê li bajarokê Bab el-Hewayê li ser sînorê Sûrîya-Turkîyayê dixebitî, AFP ragihand.

Tîmên bijîşkî li Idlibê di korsekî de beşdar dibin bo fêr bibin çawa rewşên vayrûsa Koronayê tedawî bikin. [Wêne ji Rêxistina Benefsec hatiye wergirtin]

Tîmên bijîşkî li Idlibê di korsekî de beşdar dibin bo fêr bibin çawa rewşên vayrûsa Koronayê tedawî bikin. [Wêne ji Rêxistina Benefsec hatiye wergirtin]

Ambûlansek tev makrofonekê li kampên bêwaran li Idlibê digere bo şênîyan han bide ku pêbendî rêkarên tendirustî yên hatine sepandin bo rûbirûbûna vayrûsa Koronayê bibin. [Wêne ji Birêveberîya Tendirustîyê ya Idlibê hatiye wergirtin]

Weke gava destpêkê bo dorpêçkirina nexweşîyê, alîyên têkildarî Nexweşxaneya Bab el-Hewa, Nexweşxaneya Dest bi Dest û Nexweşxaneya Şîfa girtin, ku karmendên tendirustîyê yên tûşbûyî li wir kar dikin, û staf û nexweşên wan hatin karantînkirin, Xetîb got.

Wî got ku Birêveberîya Tendirustîyê ya Idlibê, ku ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûrîyayê ve ye, pişt re tedbîrên tund li ser karên sazîyên tenidustî yên li herêmê kar dikin sepandin.

Wî got ku kilînîk û nexweşxane ji nexweşên ku rewşên wan ne tengav bin girtî ne, û bi tenê rewşên tengav qebûl dikin, bo textên wan têr bikin.

Wî da zanîn ku Xûzeyên Sipî taqîmkirina sazîyên giştî, cihên perestinê û dibistanan berdewam dike, û giranîya xebatên xwe dide kampan.

Wî teqez kir ku dê nexweşî bêhtir li kampên bêwaran belav bibe ji ber nebûna avê û dermanên taqîmkirinê, û ji ber ku şênî di konên pir nêzî hevûdu de dijîn.

Wî got ku rêxistinên xwecihî yên li Idlibê kar dikin navendên dermankirinê ji bo nexweşên bi vayrûsa Koronayê ava kirine, ên ji alîyê tîmên bijîşkî yên pispor ve têne birêvebirin, tîmên ku rahînaneke lezgîn wergirtin li dor çawanîya îdarekirina haletên gumanbar û kesên bi vayrûsa Koronayê ketine.

Sûrya bi awayekî fermî 372 haletîn vayrûsa Koronayê lê hatine tomarkirin, di nav wan de 14 haletên mirinê li deverên li jêr kontrola rejîmê, lê li devera li jêr kontrola Kurdan li bakur û rojhilatê welat, NY şeş halet tomar kirin, di nav wan de haleteke mirinê, li gorî raporteke AFP.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500