Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Hêzên serbazî yên Rûsî yên bêhtir li Dêra Zorê belav dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Emîd Suhêl Hesen, fermandarê hêzên Nemir yên Rûsya piştgirîya wan dike serdana hêzên xwe dike li devera di navbera Reqa û Dêra Zorê de. [Wêne ji ANNA hatiye wergirtin]

Emîd Suhêl Hesen, fermandarê hêzên Nemir yên Rûsya piştgirîya wan dike serdana hêzên xwe dike li devera di navbera Reqa û Dêra Zorê de. [Wêne ji ANNA hatiye wergirtin]

Hêzên piştevanîyê yên Rûsî û milîsên hevalbendên wê digihine bajarê Dêra Zorê û derdora wî di van heftîyên dawî de, dev ji Reqa û Şamê berdidin, deveraku berê lê bi cih bûn, çalakgerekî xwecihî got.

Di heman demê de, li bajarê Dêra Zorê tê dîtin ku hebûna Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û milîsên hevalbendên Îranê kêm dibe, çalakgerê Dêra Zorê Cemîl Abid ji Diyaruna re ragihand.

Pasdaran û milîsên gevalbendên Îranê hebûna xwe li bajarê Meyadînê û bajarokê sînorî yê stratejîk Elbû Kemal qayim dikin, wî got.

Wî destnîşan kir ku di van heftîyên dawî de tevgerên serbazî yên Rûsî yên mezin hatine dîtin di nav de derbasbûna bi dehan hêzên ku tank piştgirîya wan dike û hilgirên karmendan ber bi Dêra Zorê û derdora wê ve dibin.

Karwanek pêdivîyên serbazî û lojistî ji milîsa alîgira rejîmê ya Rûsya piştgirîya wê dike Lîwayê Quds derbasî bajarê Dêra Zorê dibe. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Karwanek pêdivîyên serbazî û lojistî ji milîsa alîgira rejîmê ya Rûsya piştgirîya wê dike Lîwayê Quds derbasî bajarê Dêra Zorê dibe. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Kenala medyaya xwecihî Dêra Zorê 24 di 7ê Tîrmehê de rahihand ku karwaneke serbazî ya Rûsî ya mezin ji dora 30 tankan, 20 bas û navgûnên pîkab li gel

Ew karwana Rûsî ya çarem bû ku di heftîyekê de ji gundewarê Reqayê vedikişe.

Abid got ku Gihaştina hêzên Rûsî û milîsên hevalbendên wê bo vê deverê tê dema ku bi awayekî balkêş Pasdaran û milîsên hevalbendên Îranê li wir nîne.

Wî got ku milîsên hevalbendên Îranê yên li deverê kar dikin ev in Lîwayê Zeynebîyûn, Hizbulaha Lubnanî û Heyderîyûn a ku milîsên Îraqî yên hevalbendên Îranê Ketaib Hizbulah, Esaib Ehl el-Heq û Rêxistina Bedir pêk tê.

Alozî di navbera Rûsya û milîsên Îran piştgirîya wan dike

Alozîyan li taxa Cemîyet el-Rusafa ya Dêra Zorê li derdora bajar dest pê kir, dema endamên Ketaib Hizbulah ên li wir bi cih berdane çekdarên Hêzên Bervanîya Niştimanî, milîseke alîgira rejîmê ya nêzîkî hêzên Rûsî.

"Taxên Cemîyet Rusafa û Qusûr li Dêra Zorê di nav kêm deverên li bajar ên ku hîn li jêr kontrola Pasdaran in," Abid got.

Wî got ku herwiha hêzên Rûsî bi dehançekdarên Lîwayê el-Quds ên alîgirê rejîmê guhestina Dêra Zorê, yên dest pê kirine li deverên ku berê li jêr kontrola hêzên girêdayî Pasdaran bûn belav dibin.

Abid da zanîn ku çekdarên Lîwayê el-Quds bi pasvanîya zrvîyê neftê yê el-werd, li rojhilatê Dêra Zorê erkdar bûne, piştî hêzên Rûsî û hêzên hevalbendên Rûsyayê dest danîne ser di destpêka vê mehê de ûji hîzên rejîmê yên hevalbendên Îran stand.

Hêzên Rûsî û hêzên hevalbendên Rûsyayê herwiha li deverên cuda li Badyaya Sûrîyayê ya rojhilatî (devera biyabanî) heta bi biyabana Humsê belav bûn.

Abid destnîşan kir ku milîseke nû hat çêkirin da ku zevî û çalên fosfatê biparêzin yên ku Rûsyayê li gorî rêkeftinên ku bi dehên salan dirêj didin dest danî ser wan.

Wî got ku di encama belavbpna wan a vê dawîyê, hêzên Rûsî dikarî bi awayekî qayim baregehên hêzên xwe û milîsên girêdayî wê li gundewarê Reqayê bi wan ên li devera Dêra Zorê û biyabana Humsê ve girêde.

"Vê gavê heta asteke mezin tevgera milîsên hevalbendên Pasdaran hatiye sînordarkirin," wî got.

"Nîgeranîyeke mezin" têkildarî gihandinê

Ji hêleke din ve, Yekîtîya Ewropayî roja Yekşemê (12 Tîrmehê) "nîgeranîya xwe ya kûr" derbarê tedbîra NY bo girtina xala derbasbûna alîkarîyên mirovîbo Sûrîyayê derbirîn kir.

Encumena Ewlekarî ya NY biryarek roja Şemîyê stand bo berdewamkirina derbaskirina alîkarîyê di sînor re bo Sûrîyayê -- lê tenê piştîku radestî fişara Rûsî bûn ku nema di dergehê Bab el-Selan re derbas bikin, ya ku ber bi herêma Helebê ve dibe li bakurê Sûrîyayê.

Serokê Dîplomasîya Yekîtîya Ewropayî Borrell û komîsyoner Birêvebirina Krîzê Janz Lenarcic got ku rê bidine tenê dergehekî dê astengîyan ji gihandina alîkarîyê re çêke.

"Tiştê dihêle ku em gelekî bitrisin ew e ku li biryar bi xwedî dertketin piştî vîtoyên dubare ji alîyê Rûsya û Şînê ve ku tenê maf dide ku di xaleke derbaskirinê re ji eslê du xalên ku ji berê ve ji alîyê NY berdest in," Borrell û Lenarcic di daxuyanîyeke hevbeş de gotin.

"Rêbaza neavaker a endamine destnîşankirî yên Encumena Ewlekarî gelekî cihê heyf û mixabinê ye di demekê de ku hewcedarî ji wiha ne gelektir bûn di çarçoveya petaya vayrûsa koronayê de."

Rêdana gihandina berdewam a alîkarîya mirovî bo Sûrîyayê, ku di sala 2014an de kete di warên bicihanînê de, şeva Înê bi dawî bû piştî ku Mosko û Bekînê mafê xwe yê vîto bi kar anîn û pişt re Encumena Ewlekarîyê pêşinyarnameyeke berdêl ji hêla Rûsyayê ve red kir.

Bi erêkirina pêşinyarnameya German-Belgian roja Şemîyê, xala sînorî ya Bab el-Hewa di navbera Sûrîya û Turkîyayê de dê heta heyama salekê vekirî be, heta 10ê Tîrmeha 2021an.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500