Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Sûrî hişyarîyê ji hewla Rûsyayê ya kêmkirina xalên sînorî didin

AFP

Keçeke aware ya Sûrî şerbeteke bi navê Celab li tenîşt rê difiroşe, li kampeke li parêzgeha Idlibê li nêzî dergehê sînorî yê Bab el-Hewa di 26ê Nîsanê de, di meha Remezanê de, bo alîkarîya bavê xwe yê birîndar bike di dabînkirina debara jîyanê de. [Arif Weted/AFP]

Keçeke aware ya Sûrî şerbeteke bi navê Celab li tenîşt rê difiroşe, li kampeke li parêzgeha Idlibê li nêzî dergehê sînorî yê Bab el-Hewa di 26ê Nîsanê de, di meha Remezanê de, bo alîkarîya bavê xwe yê birîndar bike di dabînkirina debara jîyanê de. [Arif Weted/AFP]

Bêwarên Sûrî yên li ser alîkarîya mirovî dijîn roja Pêncşemê (9ê Tîrmehê) hişyarî dan piştî ku Rûsya, hevalbenda rejîmê, hewl da ku alîkarîya mirovî ya di sînor re digihêje bi milyonên xelkê li bakurê-rojavayê welat kêm bike.

Pêşinyara Rûsî di Civaka Ewlekarî ya NY dengên pêwîst qezenc nekirin, lê biryara destûrê dide ku alîkarîya mirovî di sînorê bi Turkîyayê re derbas bibe Înê bi dawî dibe.

Li kampeke bêwaran li parêzgeha Idlibê, bavê çar zarokan, Ebû Salim got ku debara bêyî hebûna alîkarîya mirovî ne cihê hizrandinê ye bo gelek kesên ku di vî şerî de bê cih û war mane.

"Çima ew dê bibirin?" Salim got, ê ku di konekî de li nêzî bajarokê Maeret Misrin dijî."Xelkê hewcedar hene. Wan malên xwe û her tişt hiştin bo ew di konekî de, heta bê merwehe (baker), bijîn."

Dora 2.8 milyon kes li bakurê-rojavayê Sûrîyayê li ser alîkarîyên hawarçûnê dijîn, li gorî NY.

Alîkarîya hawarçanê bi rêya du xalan li ser sînorê bi Turkîyayê re tê: Bab el-Selam, ku li herêma Helebê ye, û Bab el-Hewa, li herêma Idlibê.

Rûsya û Çînê Sêşemê deng li ser biryareke dirêjkirina gihandina alîkarîyan bo heyama salekê da.

Mosko hewl da ku derbasgeha yekem nehêle û heyama şeş mehan bo ya din destnîşan bike, lê ev pêşinyar di dengdana Çarşemê de bi bin ket.

Brahim Husrum, bavê du zarokên biçûk, got ku ew ji vîtoya dawî ya Rûsyayê ne matmayî ye piştî çend salan ji balefirên şer ên Rûsî yên ku piştevanîya rejîmê dikin.

"Rûsan em ji malên me derxistin û derbider kirin, em topbarankirin, û em kuştin," wî got. "Aniha berê xwe dane wê alîkarîya em werdigirin."

Şêrîn Tadros ji rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) got ku "girîngîya misogerkirina ku xalên sînorî hebin, dabînkirina alîkarîyên hawarçûnê yên pêwîst, hiştina wan vekirî ne cihê zêdegotinan e".

"Bo bi milyonên Sûrîyan, cudahî di navbera hebûna xwarinê û birçîbûna dijwar de heye," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500