Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şirovekar: vîdyoyeke propaganda yê DAIŞê lawazîya şanên terorîst eşkere dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamekî DAIŞê yê demançeyek di destê wî de ye xwe amade dike ku operasyonên kuştinê li dijî sivîlan bi cih bîne. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ku li ser apa Telegramê hatiye belavkirin hatiye wergirtin]

Endamekî DAIŞê yê demançeyek di destê wî de ye xwe amade dike ku operasyonên kuştinê li dijî sivîlan bi cih bîne. [Ev wêne ji dîmeneke vîdyo ku li ser apa Telegramê hatiye belavkirin hatiye wergirtin]

Di vîdyoyeke ku di 24ê Hezîranê de li ser Înternetê hatiye belavkirin, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hewl dide ku gefê li kesên ku dibe alîkar bin li Sûrîyayê bixwe, ku ew li jêr fişarê ye ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) û hevpeymanîya navdewletî ve.

Li gorî pisporên karûbarên rêxistina terorîst û şirovekaran, vîdyo bersiv bû li ser hewldanên QSD û hevpeymanîyê ku bidine pey şanên DAIŞê yên razayî û wan tune bikin, ku ev hêz didne dûv wan ji çaxê têkçûna serbazî ya rêxistinê ve.

Vîdyo hêja ye ji ber ku bi awayekî yekser gefê li sivîl û xebatkarên sivîl dixwe, wan ji Diyaruna re got, û ew redkirina girseyî ji DAIŞ re û ji hebûna wê re di nav civakên sivîl de li Sûrîyayê eşkere dike.

Vîdyoyê, ku ji alîyê ya jê re tê gotin "Wîlayet el-Şam/el-Bereke" (parêzgeha Şam/al-Heseke) ya DAIŞê ve hatiye belavkirin, hinekî zêdeyî 12 xulekan dirêj e û li ser hejmareke platformên mîdyaya civakî hatiye belavkirin, rojnamevanê Sûrî Muhemed Ebdulah got.

Peyama wê heta asteke mezin giranîyê dide gefxwarina li sivîlan û wan agedar dike derbarê encama alîkarîya wan bi QSD û hevpeymanîya navdewletî re, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev yek dibe bi rêya montackirina klîpên vîdyo yên êrîşên DAIŞê li dijî van hêzan nîşan didin, herwiha endamên DAIŞê sivîlan û endamên QSD li deverên Hesekê, Serê Kanîyê, Şedadî û Dêra Zorê îdam dikin.

DAIŞê tê redkirin

"Eger ev yek tiştekî dîyar bike, ew e reda civakî ji DAIŞê re, ya ku bi hesin û agir hukim li van deveran kir û gelek ji xelkên wan kuştin jî," Ebdulah got.

Wî dîyar kir ku giranîya ku vîdyo dide îdamkirina şervanên QSD ên ji êlên xwecihî ne, sedema wê ew e ku mêrên êlan diherikin da ku tevlî refên QSD û hêzên girêdayî wê bibin.

Wî got ku vîdyo armanc dike ku gefê li wan kesên ciwan bixwe, ên wê biryar daye ku nehêle ew tevlî ti hêzên dijî DAIŞê bibin.

Wî got ku ev xebat dê bê sûd be, ji ber DAIŞ bi giştî ji alîyê xelkên van deveran ve tê redkirin, ku serkirdeyên êlan xwedî hejmûneke mezin in di proseya çêkirina biryarê de.

"Serkirdeyên êlan gelek caran rêxistin red kirine," wî teqez kir, "û li şûn wê têkilîyên xwe bi QSD û hevalbendên wê re xurt dikin."

Di ravekirineke derbarê vîdyoyê ji Diyaruna re, pisporê serbazî û pisporê komên terorîst Yehya Muhemed Elî destnîşan kir ku çek û amûrên ku endamên DAIŞê li xwe dikin û bi kar tînin cuda ne ji wan çek û amûrên wan berê nîşan dan.

Wî got ku wî bêhtir ji carekê dîtîye ku tundrew têne xuyakirin ku radihêjin demançeyan û bêdengkeran li ser wan dideynin, ev yek dîyar dike ku kom li jêr çavdêrîyeke xurt e li wan deveran û xelek li dora wan teng dibe.

"Endamên DAIŞê û şanên razayî rastî êrîş, operesyonên ewlekarî û girtinê tên," wî got, "ji ber vê yekê rêxistinê, di vîdyoya xwe ya nû de sparte gefan û rêbazên tirsandinê."

Ev gef hatine çêkirin daku nehêlin sivîl agahîyan derbarê rêxistinê bi awayekî xwebexş bidine û çalakîyên gumanbar ragihînin, wî got.

Li dijî prensîpên şerîetê

Di vîdyoyê de, DAIŞ hemû kesên ku li dijî hebûna wê ne weke kufar (bêol) şiyanse dike, Racih Sebrî di Birêveberîya Rênîşandana Olî li Wezareta Ewqafê ya Mesrî got.

Rêxistin hewl dide ku termînolojîya tekfîrê bi kar bîne weke mafdarîyekê ji kuştinên kirêt ku ew bi cih tîne, wî ji Diyaruna re got.

"Lê ev yek li dijî prensîpên şerîetê ne, ku ne endamên rêxistinê û ne yên ji wan re tê gotin emîr rêdayî ne ku fetweyên tekfîrê biweşînin."

Bi rastî, li gorî desthilatdarîya rûhî ya Îslamî ya herî bilind, tekfîr "lêramîneneke kûr, xwendin û lêvegerînê dixwaze û hukmên mîna van ne bi hêsanî têne weşandin" , wî got û da zanîn ku ev demeke dirêj e tu fetweyên tekfîrê nehatine weşandin.

Wî got ku rêxistin hewl dide ku careke din çekdarên xwe bide hev û wan çekdarên revîyan an dev jê berdan piştî derbeyên ew li Sûrîya û Îraqê rastî hat vegerîne.

"Ew herwiha hewl dide ku hin kesên nefsa wan lawaz ên dibe ku bi vîdyoyên wê yên propaganda û çelexwarîkirina prensîpên olî bandor bibin bigire xwe," wî got.

Wî got ku ev yek dê şerekî zor be ji rêxistinê re ji ber kampanyayên hişyarkirinê yên berfireh ên ku li seranserî deverê hatin lidarxistin yên ku rengên rast ên rêxistinê dîyar kirin da ku hemû bibînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500