Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî veşartgehên DAIŞê li rojavayê Enbarê armanc dikin

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî siwareyeke DAIŞê ku roja 7ê Tîrmehê li Wadî Sersar li parêzgeha Enbarê hatiye werankirin pişkinîn dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî siwareyeke DAIŞê ku roja 7ê Tîrmehê li Wadî Sersar li parêzgeha Enbarê hatiye werankirin pişkinîn dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî operasyonên lêgerînê yên ku veşartgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) armanc dikin li rojavayê parêzgeha Enbarê pêk tînin, berpirsekî xwecihî ji Diyaruna re Çarşemê (8ê Tîrmehê) ragihand.

Yekîneyine ji firqeyên 7ê û 8ê yên piyade, lîwayê komando yê Fermandarîya Operasyonên Cezîrê, hêzên êlan û hêza asmanî ya Îraqî di vê xebatê de cih girtin.

Wan herî kêm 12 gund û deverên biyabanî li rojavayê Enbarê dane ber xwe di nav de, Um Tabûk, Şaebanî, Ebû Xemsa, Um Samawa, Wadî Qara, Xunêfis, Radarat û Raiq.

Hêzan heşt bombeyên bidestçêkirî dîtin û teqandin.

Yekîneyên artêşa Îraqî bi piştevanîya hêzên êlan operasyonên lêgerînê li biyabana Enbarê roja 7ê Tîrmehê pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên artêşa Îraqî bi piştevanîya hêzên êlan operasyonên lêgerînê li biyabana Enbarê roja 7ê Tîrmehê pêk tînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Planên ewlehî bi hevahengî di navbera artêşa [Îraqî] û êlan de pêk tên," Şêx Malalah Barzan Obêdî, serokê êleke Enbarê, ji Diyaruna re ragihand.

Vê hevahengîyê ewlehî li deverên Wadî Sersar, bakurê Rawa û Cezîrê, û deverên li başûrê Feratê, di nav de Husênîyat, Dabaet û Wadî Horanê, li rojavayê Enbarê misoger kir.

Wî eşkere kir ku pêngavên lêgerîn û ramaliştinê li deverên Cezîrê û Şamîyayê bûn encama "girtin û wêrankirina 26 stargeh û veşartgehên tterorîst", û da zanîn ku dest li ser çek û teqemenîyan hat danîn.

Obêdî got ku endamên DAIŞê lawaz bûne û êdî ji çavkanîyên lojistî û darayî bê beş in, û da zanîn ku êdî ew nema karin li ber êrîşên berdewam ên li ser veşartgehên xwe debar bikin.

Lê, gefa şanên razayî yên DAIŞê li bajaran û xwekuj li biyabanê hîn dimîne. "Di du mehên dawî de, me hejmareke xwekujan kuşt, sê li devera Mudimê [li rojavayê Enbarê]," wî got.

Wî got ku hêzên ewlekarîyê roja Sêşemê pênc veşartgeh li rojavayê Wadî Sersarê wêran kirin, yek ji wan kembereke teqîner, cilên serbazî, xwarin û derman dihudirandin, û da zanîn ku wan herwiha çendîn bombeyên destkird teqandin.

Obêdî dîyar kir ku hêzên elan aniha bêhtir rêxistinkirî ne û êdî karin misyonên ewlehî yên serkeftî pêk bînin.

Wî got ku dora 300 endaman vê dawî tevlî hêzê êlên Bexdadîyê bûne û mûçe li ser wan hatine belavkirin.

Hevpeymanîya navdewletî û Wezareta Berevanîyê ya Îraqî "çek û navgînên serbazî ji me re dabîn kirine", wî got, "lê hîn pêwîstîya me bi piştgirîyeke bêhtir heye".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500