Pêla germê ya ku girte ser beşine Sûrîyayê derdên niştecihên bêwar girantir kirin, di nav de ew kesên ku li kampên li gundewarê Idlibê bi cih in, endamekî Xûzeyên Sipî ji Diyaruna re ragihand.
Xalid Xetîb got ku niştecihên kampê rastî şert û mercên dijwar tên,û destnîşan kir ku hejmarek ji xelkê ji ber ku mar û dûpişkan bi wan ve da tên dermankirin.
Herwiha jehrîya xwarinê li kampan belav bû, wî ji Diyaruna re ragihand, di hin haletan de genîbûna xwarinê ji ber bilindbûna pileyên germahîyê ye û hineke din gazin ji serwextketina berhemên xwrinê kirin.
Wî got ku di bûyera herî dawî de li kampa Reyanê li bakurê-rojavayê Idlibê, dora 70 kes, di nav wan de gelek zarok, ji ber xwarina xwarina xirabûyî nexweş ketin.
Wî got ku ev haleta çarem e ku gelek kes bi jehrîya xwarinê dikevin di van heftîyên dawî de û destnîşan kir ku herwiha haletine tek tek li kampê hebûn.
Xalid got ku niştecihên kampê yên ku gelekî ziyan gihabû wan bo navendeke bijîşkî hatine guhestin daku werine dermankirin.
Wî da zanîn ku herwiha pileyên germahîyê yên bilind û şert û mercên ziwayîyê xeterîya ku agir bi konan bikeve zêde kir, ji ber ku bi hêsanî agir bi wan dikeve bi çirûskeke kehrebeyê yan di hin bûyeran de ji ber berhemên neftê yên di çêkirina xwarinê de tên bikaranîn.
Malbatên ku ji ber agir konên wan ji dest wan çûn bi rastî bê war man, "bê penayek û tenê çend kel û pel û pêdivîyîyên wan hene", wî got.
Wî got ku di heman demê de agir bi berdewamî digire deverên daristanî û çandinî, di hin haletan de cebilxaneyên neteqiyayî yên ku ji alîyê balefirên şer ên Sûrî û Rûsî hatine avêtin diteqin û agir bi wan dikeve.
Wî got ku zad têk çûne û gef heye ku agir belav bibe kampên nêzîk,û destnîşan kir ku tîmên vemirandina agiran ên Xûzeyên Sipî gelekî kar dikin bo rêgirtin li ber belavbûna agir.