Êrîşeke vê dawîyê ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser hindikahîya Kakeyî li Diyalayê bîranînên azarbar ên armanckirina hindikahîyên olî û etenî, di nav de Êzîdî, dema ku wê dest danî ser rûberên berfireh ji Îraqê di sala 2014an de vejîyandin.
Heft kes hatin kuştin û hineke din birîndar bûn roja 13ê Hezîranê di êrîşekê de li ser gundê Mixasli navçeya Xaneqîn li rojavayê parêzgeha Diyalayê -- ku ev êrîşa herî dijwar e ji destpêka salê ve.
Êrîşkaran Kakeyî (Yarsan) kirin armanc -- ku ew hindikahîyeke olî ne ku bi piranîya li başûrê Kerkûkê û Deşta Nînewayê ne.
Berpirsên xwecihî ji Diyaruna re ragihandin ku tevî hebûna hinek êrîşên belawela li ser gundên li deverên dûrdest, hebûneke zêdebûyî ya ewlehî li van deveran heye, ku vê yekê rewş êrîşkaran pir xerab kir.
Piştî êrîşa Mîxasê, komela Kakeyî bang li hikûmeta Îraqî kir ku operasyonên ewlehî yên bêhtir li deverê pêk bîne.
"DAIŞê êdî nema bihêz e, lê hîn xeterîya wê heye," Seyid Ferhad Rifat Kakeyî, lêkolîner di komla Kakeyîyan li Îraqê de, got.
Ji ber şikestin û binketinên mezin ên ew tûşî wan dibe, rêxistina tundrew hewl dide ku "rêzên xwe bixe yek", wî ji Diyaruna re ragihand, û da zanîn ku armanckirina gundên Kakeyî li navçeya Xaneqîn, di nav de li Mîxas û Darayê zingilê "hişyarîkirinê" ye.
Wî got ku gundîyên deverên dûrdest dixwazin destekê bidin hêzên ewlekarîyê di pêngavên wan de, yên bo nehiştina şanên razayî yên DAIŞê li deverên mîna Hemrîn, Celewla, Dibis, Mexmûr û Daqûq.
Îdyolojîyeke xwînmij
Dora 150,000 Kakeyî li Îraqê hene, li gundên Xaneqîn û Mendelî li parêzgeha Diyalay û li navçeya Daqûq li parêzgeha Kerkûkê û herwiha li başûrê-rojhilatê Mûsilê li parêzgeha Nînewayê û parêzgeha Sulêmanî belav in.
Wî got ku DAIŞê hindikahî armanc kirin, û di du salên borî de gelek kes ji wan revandin an jî kuştin.
"Terorîst xwedan îdyolojîyeke xerîb in ku ew her kesê bawerîya wî bi ramanên wan nayê kafir dibînin û li gorî wan kuştina wî rewa ye," wî got. "Kakeyî, mîna hemû hindikahîyên Îraqî, bûn qurbanîyên vê îdyolojîya xwînrêj."
Li navçeya Daqûqê li Kerkûkê,Kakeyî bi awayekî serekî li çar gundan in: Elî Seray, Tobzawa, Zenqar û Metiq, şaredarê Daqûq Luwîs Obêdî ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku di nîvê sala 2019an de çend caran DAIŞê êrîşî van gundan kiriye, "lê êrîş kêm bûn piştî ku operasyon li Wadî Şaî û li Devera heta girên Hemrînê berfireh dibe zêde bûn".
Obêdî teqez kir ku vê dawîyê êrîş li navçeya Daqûqê neqewimîne, ku gundên piranîya xelkê wan Kakeyî ne êdî ewleh in, û da zanîn ku navendeke polîs li Elî Serayê hat avakirin bo baştirkirina ewlehîyê.
"Yekîneyên polîsê federal û artêşê bi hejmareke bes li vir hene û ew karê xwe bi awayekî guncan pêk tînin û xelkê diparêzin bi saya êrîşên parêzî yên li dijî DAIŞê encam didin bo nehiştina gefa wê," wî got.
Jîyana aştîyane
Bi rêya pêkanîna êrîşên mîna van, komên tundrew ên weke DAIŞ hewl didin ku sivîlan bibizdînin, bi taybetî hindikahîyan, , Durêd Hikmet Tobya, serokê Birêveberîya Çandinîyê li Nînewayê ragihand.
Lê ev êrîş "hewleke terorî ya binketî bûn bo nixumandina destketî û serkeftinên hêzên me", wî ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku DAIŞ bi rêya êrîşên li ser sivîlan û hindikahîyan pêk tîne, hewl dide "nîşan bide ku ew dîsan bi hêz bûye û dikare operasyonên ku gefê li ewlehîyê û gelekrengîya etenî pêk bîne".
"Ev yek qet ne rast e, û ew di hemû plangêrîyên xwe yên terorî de bi bin ket ," Tobya got.
Wî da zanîn ku hindikahîyên olî û etenî êdî "vegerîyane warên xwe, û ew di atmosfîreke mişt biratî û jîyana aştîyane li tenîşt pêkhateyên din ên civakê dijîn".
"Dibe ku hinek zêdegavîyên kesane hebin, lê rewş bi giştî pir baş e," wî got.
Wî teqez kir ku li parêzgeha Nînewayê, şênî "ji pêkhate û etenîyên gelekreng ewleh in û komelgehên wan dipişkivin".