Nûçeyên Iraqê
Medya

Televîzyonên IRIB bi girtinê re rû bi rû ne hevdem ligel kampaneyeke fişarê ya zêde ya Amerîkî

Hesen Obêdî li Bexdayê

Peyman Cebelî, Cîgirê Serokê Operasyonên Derve yê IRIB di wêneyekê de xuya dibe, dîroka wê nehatiye destnîşankirin. [Wêne ji Tasnim News hatiye wergirtin]

Peyman Cebelî, Cîgirê Serokê Operasyonên Derve yê IRIB di wêneyekê de xuya dibe, dîroka wê nehatiye destnîşankirin. [Wêne ji Tasnim News hatiye wergirtin]

Weşana Komara Îranî ya Îslamî (IRIB) ragihand ku dibe ew kanalên xwe yên bi zimanê Erebî ji ber pirsgirêkên darayî bigirin.

Peyman Cebelî, Cîgirê Serokê Operasyonên Derve yê IRIB dîyar kir ku kenala Îranî Kewser a bi zimanê Erebî weşanê dike, piştî pênc salên operasyonên "stratejîk" ji alîyê Eutelsat ve hat xistin, çimkî nikarîbû barê buhayên setelaytê rake.

Televîzyonên Press TV û al-Alam jî ji televîzyonên ku bi girtinê re rû bi rû ne.

Di hevdîtinekê de li gel ajansa Îranî Fras a nûçeyan a nîv-fermî di 10ê Hezîranê de, Cebelî bi zimanekî tûj hikumeta Îranî rexne kir û got operasyonê IRIB ên derve "dolarek jî di nava pênc mehan de qezenc nekir".

Logoya kanala Îranî al-Alam ya bi zimanê Erebî. Ev kanal yek ji kanalên gelek ên Îranî yên bi zimanê Erebî weşanê dikin e ku ji ber pirsgirêkên darayî bi girtinê re rû bi rû maye. [Wêne ji Tasnim News hatiye wergirtin]

Logoya kanala Îranî al-Alam ya bi zimanê Erebî. Ev kanal yek ji kanalên gelek ên Îranî yên bi zimanê Erebî weşanê dikin e ku ji ber pirsgirêkên darayî bi girtinê re rû bi rû maye. [Wêne ji Tasnim News hatiye wergirtin]

Wî hişyar kir ku girtina torine din jî li gel pirsgirêkine darayî li ba dibin.

Weke bersiv li ser rexneya IRIB, Rêxistina Plankirin û Budceya Îranî dibêje ku ew helbet dikare pereyên bîyanî bi diravên yen an yuan an ripî bide IRIB, lê IRIB pereyan tenê bi dolar û euro dixwaze, û li jêr sizayên heyî, mesele li Banka Navendî ya Îranî vedigere.

Endamê sîndîkaya Rojnamegerên Îraqî Elî Xazî ji Diyaruna re got ku herî kêm pênc kenalên televîzyonî yên Îran piştevanîya wan dike, vê dawîyê karmendên xwe bi kêmkirina saetên kar agahdar kirine.

Xazî anî ziman ku piranîya kenalên bi girtinê re rû bi rû mane ya Nuceba (a bi zimanêmilîsa Hereket el-Nuceba a Îraqî diaxive) û ya Ehd a (girêdayî milîsa Esaib Ehil el-Heq) in.

Kenalên din jî Ibaa û Afaq in, herdu jî endamên Yekîtîya Radyo û Televîzyonê ya Îslamî ne.

Kampanya fişarê ya Amerîkî ya herî bilind "serkefetî" ye

Ajansa Fars a nûçeyan 14ê Hezîranê rêkarên girtinê yên li ber derîyan ên li dijî Komara Îslamî li gel "şerekî medyayî [li ser Îranê]" û qutkirina operasyonê IRIB ên cîhanî bi mirina dengine berhingarîkirî bi nav kir.

Hinek çavdêrên medyayî dibînin ku nîv-girtina navgînên ragihandinê yên Îranî yên bi zimanê Erebî ku wextî pêk were, ji encama kampaneyeke "fişara zêde" ya Amerîkî ye.

Dibêjin ku xebatên Amerîka yên vê dawîyê da Îran neçar bike ji dev çalakîyên xwe yên dijminane û destwerdana herêmî berde bi ser ketin.

Girtin "nîşaneyeke girîng e ku Îranê xwe xistiye nava çiravê" da ajendeyên xwe yên berfirehbûnê pêk bîne, şarezayê karûbarên ewlehî û sîyasî yê Îraqî Mihemed Temîmî got.

Biryara girtina IRIB da hejmareke navgînên wê yên medyayî were girtin ne tenê bo kanalên bi zimanê Erebî ne. Di dawîya Gulanê de, tora Sahar Urdu, ku ew jî kanaleke televîzyonî ya Îranî ye, ji setelaytê hat kişandin ji ber deyînên xwe nedabûn.

Di destpêka Hezîranê de, Ceblî dîyar kiribû ku êstgeha radyoya Îranî ku ji berîya 40 salî de ji Kabulê li Darî dihat weşandin jî neçar ma operasyonan rawestîne.

Wî îşaret bi deyînan kir ku ew sedema girtinê bûn, û ev yek jî bi "derbeyeke mezin ji operasyonên reklamên Îranî yên derve re ye" bi nav kir.

Weke rexne li ser kêmbûna budceyê, Cebelî anî ziman ku "tevî hişyarîyên min, berpirs an encamên kambax ên girtinê tênagihêjin, an jî ew guh li meseleyê nakin. Bi her hawî jî, em bêhtir li ber xwe didin her roj".

"Mafdarîya Îranîyan ku pereyên xwe li derveyî Îranê xerc bikin"

Roja 23yê Hezîranê, dora 200 endamên Meclisê (parlamena Îranî) Rêxistina Plankirin û Budceyê rexne kirin ji ber "nikarîbûn" budceya xwestî bo kanalên televîzyonî peyda bikin da parastina operasyonan bike.

Temîmî ji Diyaruna re got, "Îran bêhtir ji 200 milyon dolarî li ser bêhtir ji 40 kanal û navgînên medyayî yên propogandayî yên [derve] xerc dike di nav de malper, rojname û êstgehên radyoyê, ku piranîya wan bi zimanê Erebî û Urdî ne.

"Îranî bêhtir hewcedarî van pereyan in, ku dikarin van pereyan li ser avakirina dibistan û navendên tenduristîyê, yan bidestxistina dermanan xerc bikin, wî got. "Lê li şûna wê, xelkê Îranê rojane êşa kirinên hikumeta xwe dikişînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500