Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk tevlihevîya ku di girtîgeheke DAIŞê de derketî kontrol dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine QSD li dêketin girtîgeha Xiwêranê ya li bajarê Hesekê ya Sûrîyayê tên xuyakirin, ku 5,000 endamên DAIŞê tê de ne. [Wêne ji Ein al-Furat hatiye wergirtin]

Endamine QSD li dêketin girtîgeha Xiwêranê ya li bajarê Hesekê ya Sûrîyayê tên xuyakirin, ku 5,000 endamên DAIŞê tê de ne. [Wêne ji Ein al-Furat hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) bi serkeftî tevlihevîya ku endamine "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li girtîgeha Xiwêranê ya bajarê Hesekê derxist kontrol kir, berpirsekî QSD Çarşemê (1yê Tîrmehê) got.

Rêkarine ewlekarîyê yên lezgîn hatin girtin bo ti şer dernekeve û ti girtî nereve, fermandarekî QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku QSD bi piştevanîya asayîş û hêzên taybet, karîbû tevlihevîya ku girtîne DAIŞê li Xiwêranê derxistibûn kontrol bikin, herwiha ya bi navê girtîgeha (Sînaa) jî tê naskirin.

Xoca destnîşan kir ku girtîyan ji hunirê qawişên xwe tevlihevî derxist, ku xebatên sererastkirina zîyanên tevlihevîyên borî yên di girtîgehê de keysbaz dikirin, ku zîyan li derî û dîwaran hatibû.

Hêzên Destwerdana lezgîn berê xwe didin girtîgeha Xiwêranê da tevlihevîya ku endamên DAIŞê yên li wir derxistine kontrol bikin. [Wêne ji Ajansa North Press hatiye wergirtin]

Hêzên Destwerdana lezgîn berê xwe didin girtîgeha Xiwêranê da tevlihevîya ku endamên DAIŞê yên li wir derxistine kontrol bikin. [Wêne ji Ajansa North Press hatiye wergirtin]

Wî anî ziman ku hema girtîyan dest pê kir, hemû rêkarên ewlekarîyê hatin girtin da tevlihevî berfireh nebe û nehêlin ti girtî birevin.

Di nav de belavbûna hêzan a giran li hundirê girtîgeh û derveyî wê, herwiha derbasbûna karwaneke serbazî mezin û belavbûna wê li hemû rêyên ku diçin girtîgehê, wî got.

Xoca dîyar kir ku hinek rêyên li hawîrdorê hatin girtin, taybet ên diçin çerxerêya Basil, li başûrê Hesekê û devera navbera çerxerêya Neşwa û girtîgehê.

Alîkarîya ji hevpeymanîyê

Xoca anî ziman ku hevpeymanîya navdewletî vê dawîyê alîkarîya lojistîk pêşkêşî tîmên parastina girtîgeh û girtîyan dikin kirin, û herwiha alavên rûbirûbûna derxistina pevçûnan ku karibin bi rewşên wisa re bidin û bistînin jî dane wan.

Wî da zanîn ku 5,000 girtîyên ji nasnameyên cihêreng di girtîgehê de ne, ku ew dibistaneke pîşesazîyê bû û vê dawîyê ew veguherandin girtîgeh.

Xoca got ku hejmara mezin a girtîyan her û her çavkanîyeke tirsê bû di hundirê girtîgehê de û hişt tevlihevî berî niha jî çêbibin, destnîşan kir jî ku girtîgeh bo hembêzkirina vê hejmara mezin re ne amade ye.

Di heman demê de, QSD operasyonên xwe yên ewlekarîyê berdewam dike bi hevahengîya bi hevpeymanîya navdewletî re, da şanên razayî yên DAIŞê li Sûrîyayê têk bibin.

Wî dîyar kir ku serdegirtin û daxistina asmanî di çend rojên borî de li Dêra Zorê pêk hatin, tiştê hişt endamine DAIŞê û kesên bi wan re alîkar hatin girtin, ên aniha jî di lêpirsînê de ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500