Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Karê nûavakirinê li cihên kevnar ên Nînewayê berdewam e

Xalid Taî

Pispor bingeha minareya Hedbayê ya Mûsilê qayim dikin, a ku teqemenîyên DAIŞê di sala 2017an de ew anî xwar, di wêneyeke ku di 4ê Sibatê de hat kişandin. [Wêne ji hikûmetê Îraqî hatiye wergirtin]

Pispor bingeha minareya Hedbayê ya Mûsilê qayim dikin, a ku teqemenîyên DAIŞê di sala 2017an de ew anî xwar, di wêneyeke ku di 4ê Sibatê de hat kişandin. [Wêne ji hikûmetê Îraqî hatiye wergirtin]

Karê nûavakirin û çaksazkirinê li cihên şûnwarî yên mezin li parêzgeha Nînewayê berdewam e, tevî ku hinekî dereng jî maye ji ber petaya vayrûsa koronatê ya nû (COVID-19), berpirsên Îraqî got.

Karê şiyankirinê dest pê kir piştî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Nînewayê hat derkirin teqrîben berî sê salan, Museb Muhemed ji Dezgeha Mîrat û Entîkeyan ya Nînewayê.

Kar li jêr serperiştîya Wezareta Çand û Desteya Giştî ya Entîk û Mîrat tê bicihanîn, wî ji Diyaruna re got

"Di destpêkê de, me komîteyek Sehkirinê çêkir a ku bi belgekirin û nirxandina asta ziyana ku gihaye heykelê dîrokî yê Mûsilê û parêzgeha Nînewayê bi giştî erkdar e," wî got.

Pisporek mizgefta Exewat a li Bajarê Kevin ê Mûsilê di 31 Gulanê de çaksaz dike. Mizgefta vedigere sedsala 18mîn, ji alîyê DAIŞê ve hat wêrankirin. [Wêne ji UNESCO hatiye wergirtin]

Pisporek mizgefta Exewat a li Bajarê Kevin ê Mûsilê di 31 Gulanê de çaksaz dike. Mizgefta vedigere sedsala 18mîn, ji alîyê DAIŞê ve hat wêrankirin. [Wêne ji UNESCO hatiye wergirtin]

"Raportên teknîkî yên hûrgilî hatine amadekirin daku asta wêranîyê binixînin," wî got û destnîşan kir ku geleh cihên şûnwarî û dîrokî rastî hinek ziyanê hatin.

Di hin haletan de, mîna bajarê Nimrûdê û Bajarê Kevin ê Mûsilê, ziyan gelek bû, wî got û texmîn kir ku hecmê wêrankirinê giha 90%.

Wî got ku ajansên Îraqî hevahengî bi hevtayên navdewletî û danerên alîkarîyê dikin daku cihan bi şiyan bikin û bi UNESCO re dest bi destpêşxerîya "Vejîyandina Rihê Mûsilê"kir di Sibata 2018an de.

Destpêşxerîya 50 milyon dolar, a ku ji alîyê Mîrnişînên Erebî yê Yebûyî ve hat temwîlkirin, nûavakirina sê cihên şûnwarî yên sereke li rojavayê Mûsilê dihundirîne: Mizgefta Nûrî û minareya wê ya el-Hedbaa (qop) û dêrên Saa û Tahîrayê.

Kar berdewam e tevî hinek derengmayînê

Tîmên pispor ji Cotmehê ve kar dikin daku cihên navdar ên dîrokî bi şiyan bikin, Muhemed got.

"Pêşî cih ji teqemenî û molozan hatin paqijkirin û di pişt re bingehên avahîyên hatine wêrankirin hatine çaksazkirin," wî got.

"Kar zehmet e, bi taybet li Mizgefta Nûrî, lê tevî petayê berdewam e, û em arezû dikin ku em pêşketineke bêtir pêk bînin," wî anî ziman.

Xebatên hevdem bi hevtayên navdewletî re berdewam in daku malên mîrata niştimanî û bazarên dîrokî li Bajarê Kevin ê Mûsilê ji nû ve ava bikin û çaksaz bikin, herwiha mizgeftên Axewat û el-Paşa, û malên peristinê yên din.

Herwiha tîmên şûnwarî yên Îraqî xepartinê dikin li bajarê Nînewayê yên kevnar û li Tel Nebî Yûnisê [Pêxember Yûnan] bi beşdarbûna mîsyonên şûnwarî yên Îtalî û Almanî, wî got.

Berpis hêvî dikin ku projeyên ji ber petayê derng mane dê nêzîk dest pê bikin.

Hin proje, di nav wan de nûavakirina mûzexaneya Mûsilê, "me alîkarî bi hevtayên Frensî û Rêxistina Elifê re kir ", birêveberê sehkirina Şûnwarî yê Nînewayê Elî Hazim Sanûn got.

"Proje, ji ber vayrûsa koronayê, hat rawestandin"," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku li gel mûzexaneyê, Îraqê xwe amade dikir daku bajarê Hetrayê bi şiyan bike -- cihekî şûnwarî yê girîng e ku rastî ziyanê hatiye ji ber seqayê û ji ber kêmbûna karê çaksazkirinê.

Wî got ku şandeyeke Îtalî serdana cih kir di Sibatê de û nirxandineke ku du heftîyan dirêj da pêk anî. Biryar hebû ku çaksazkirinên piçûk werin pêkanîn, lê qonaxa bicihanîna projeyê ji ber peta dest pê nekir.

"Ji alîyê me ve, em amade ne ku em dest bi kar bikin dema ku tişt vegerin rewşa normal û em hêvî dikin ku ev yek nêzîk be," Sanûn got.

Parastina mîrata çandî ya Îraqî

Sanûn got ku Nînewa war e ji bêtirî 1,600 cihên şûnwarî re.

Cihên herî girîng bajarên kevnar ên Hetra, Nimrûd, Xorsabad û Nînewayê ne, li gel pênc dergehên bajar ên kevnar (Eddad, Meşkî, Nirkal, Şemas û Helsî) û dîwarê dirêjahîya wî 12 kîlometr e.

Sanûn got ku herwiha Keliha Beştabîya û Tel Quweynijaqê , li gel gelek cihên navdar ên din, ku îroj nûavakirin û çaksazkirinê dixwazin.

"DAIŞê hewl da ku dîrok û şaristanîtîya ku rayên wan vedigerine hezarên salan bimihîne," Ehmed Qasim Cuma, yê ku şûnwarnasîyê li Zanîngeha Mûsilê hîn dike, got.

"Wan hewl da ku gelek cihên dîrokî, kelih û avahîyên kevnar li Nînewayê bikine komên molozan," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî DAIŞ bi lixwegirtina "îdîolojîyeke terorîst a tundrew bersûc kir a ku bawerîya wê bi nirxê dîrokî yê van cihan û mîratê mirovahî yê kevin ku araste dike nayê".

"Xebatên neteweyî û navdewletî aniha giranîyê didine vî mîratî û çawa wî biparêzin, tevî ku astengî di rê de hene," Cuma got.

Wî got ku ew hêvî dike ku çaksazkirina cihên mîratî û şûnwarî dê bi awayekî balkêş derfetên vegerandina geşbûna çandî ya Mûsilê baş bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500